Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 33 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Zagona BingehÓn, yekeka Áawa? Ispanya 1978 Tirkiye 2008
Tarih: 09.10.2007 Saat: 18:02 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Bayram AyazBe?ê 2.Zagona Bingehîn (constitution / Grundgesetz) çi ye? Akd û peyman û yasayeka nivîsarî ya lihevkirina civakî ye. Bingeha hemû yasayan e.Di Yasaya Bingehîn de tarîfa peywendiyên nabeyna yek bi yek mirovan û dam û dezgehên be?erî tê kirin. Rê û rêçîk û boçûn û sînuran nî?an dide.Di hin çavkaniyan de bahsa maf û azadiyên welatiyan beramberê dewletê û her wisa erk û desthilata dewletê beramberê welatiyan tê kirin. Di vê mijarê de hewce ye mirov ?iyar be. Ev, têgihî?tinek ?a? û bi tehluke ye. Ev nêrîn, dewletê wek saziyekî „pîroz – qutsal“ û di ser mirovî re, di ser welatî re dibîne, dinirxîne. Di têgihî?tin û zanista huqûqa modern û demokrat de, dewlet saziyek e ku di xizmeta mirovan / welatiyan de ye. Desthilatî û selahiyetên (authority and competence) dewletê ku li dijî welatiyan bi kar bîne, tune! Erkên dewletê (dam û dezgehên fermî) tenê parastin û cîbecihkerê (icrakariya) mafên welatiyan e.  

    Di vê demê ku em guftûgoyê li ser mijara huqûq, yasa û yasaya bingehîn dikin, hewce ye em vê pirsê bi zelalî bi nav bikin. Ev babet di pirsa demokrasiyê, huqûqa hevçax û mafê mirovan de wekî pireya selatê ye! Eger dewlet, bi ser mirov re û bi ser hêjayiyên civakî re were dîtin, wê demê em ji demokrasiyê û hevçaxiyê dûr dikevin.Dewlet û peymanekî civakî (Zagona Bingehîn) pêwist e, lê ne bi ser mirovî û civakê re! Dewlet wek sazî û Zagona Bingehîn, wek nivîsara kaîdeyan, pêdivê ku hertim li gor guherîn û pê?veçûnên civakî ew jî werin guherîn.Bi kin û kurt, yasa kelamên xweda nîne û saziyên dewletê jî ne dergahên pîroz in, ku kevirê diwêrê wan neyên livandin!Em bi zanatî li dora vê balki?andinê dizivirin, diçin û tên, ji ber ku li Tirkiyeyê û li hemî welatên Rojhilata navîn, di destê kes û hêzên dîktator de, dewlet saziyeke qutsal, yasayên derewîn jî li dijî xelkê belengaz qamçî, ?ûr û sêdar in.Ba? e, ji mirovayetiyê re û ji Tirkan, Farisan, Ereban re, ji me Kurdan re Zagona Bingehîn û yasa hewce ye? Belê, me pêwistî bi lihevkirinekî yasayî heye. Mixabin, mirovayetî bê yasa û peymanan hê nikare xwe bi xwe îdare bike. Civakên hevçax û pê?ketî jî hê negihane wê astî ku bêjin: „yasa û sond û peyman navê“! Berê soz hebû, mixabin ew jî îro bûye „sergîn“!Her Zagoneka Bingehîn sewiya pê?veçûn û gîhana wê civakê diyar dike, ya ku lê cîbecîh dibe. Yanî gepa her yekî, li goreyê devê wî kesî! Civakekî bi zanista demokrat û hevçax dagirtî û xemilî, bê guman dê xwediyê Zagoneka Bingehîn ya pê?kevtî be. Dîktator û ultra-nasyonalist jî dê li dûyê Zagoneka Bingehîn bin ku inkariya xelkên bindest dike! Weki li Iranê, Suriyê û Tirkiyeyê.Guherîn an nûkirina Zagonên Bingehîn li wan civak û dewletan tê rojevê, cihên ku civak guheriye û pêdiviyên nû peyda bûne. Mijara Tirkiyeyê jî ev e. Elita birêvebir û di eslê xwe de civak li Tirkiyeyê dixwaze bibe endamê Yekitiya Ewrûpayê. Ji ber vê yekê, serê her ti?tî,  pêdiviya Zagoneka Bingehîn nû derketiye holê. Vê hewcedariyê hemî hêz û kesayetên birêvebir dipejirînin, çi sivîl û çi jî le?ker. Kurd, Tirk hemî kes. Îro guftûgo ne li ser pêdiviya Zagoneka Bingehîn nû ye. Li Tirkiyeyê xirûcira heye, derbarê cureyê lihevkirinê de ye. ?er û berhevdana mezin jî di nabeyna aliyê kemalist û ordiyê û yên aliyê xeynê wan de ye. Kemalist û general dixwazin statûya wan ya taybetî were parastin, yanî kes nikaribe dest bide desthilata wan ya 84 salan. Hêzên din jî dibêjin, wisa nabe, em jî hene. Yekitiya Ewrûpa jî ji hemiyan re dibêje: Eger hûn bixwazin tevlê me bin, hewce ye hûn lihevkirina xwe ya nû li gor peyman û yasayên me – bi taybetî li gor Peymana Maastrichtê (07. 02.1992) û Peymana Kopenhagê ya ku tê de”Pîvanên Kopenhagê” hatiye diyarkirin (1993)- çêbikin. Dostên me Kurdan, ji me re jî dibêjin: Ka binêrin, hûn jî ji xwe re di vê bazarê de hin ti?tan bi dest bînin. De kerem bikin, Tirk çi dikin, Kurd çi dikin, em li vê mijarê vegerin û binêrin.                        Tirk û Tirkiyeyî ji xwe re Zagoneka Bingehîn nû çêdikin, xelkê Kurd di bazarê de tune!     Di prosesa guftûgoyên derbarê Zagona Bingehîn de mijara Kurd heye, lê doza Kurd tuneye. Dibe ku xwendevan bêjin, ev çi ye? Kurd mijar in, lê doza Kurd li holê nîne!Belê, mijara Kurdan wek “kartekî” tê bi kar anîn, lê kes bahsa doza Kurdan nake û hezar car mixabin rêber û rûspiyên Kurdan jî li meydanê nexuya ne. Wek aktorên de facto Ocalanê ji Imraliyê û DTP xuya dikin. Rola Imraliyê me li jorê (di be?ê 1mîn de) i?aret kiribû. DTP jî wekî ku rojnamevanê Sabahê Erdal ?afak nivisiye, DTPyî nuha li ser emirnameyên Imraliyê yên dawî kar dikin. Ew jî hê ba? tê negihî?tine, gelo “Demokratik Ozerklika” Mustafa Kemal ya ku Imraliyê pê i?aret daye, tê çi maneyê! Li ser vê emirnameyê kar dikin. Lê di ber da kampanyayek nû dest pêkirine, dixwazin Kurd bi saxî û silametiya mirovê li Imraliyê mijûl bibin, ji bo wî derkevin ser kolanan, bi vî mijarê mijûl bibin. De qet nebe heta pirsa Zagona Bingehîn derbas be, bibore! Mixabin ev hertim wisa dibe. Wextê ku pirsên siyasî girîng dikevin rojevê û ji Kurdan re jî derfet peyda dibe ku dozê bikin û belku bikarin hin daxwazên xwe cîbecîh bikin, yekser bala Kurdan tê ki?andin ser mijara E. Ocalan. Ev êdî bûye karekî rutin! Mixabin ev ti?t hê jî bala gelekî welatparêzên dorberê DTPê naki?îne. ?ûna ku welatperwerên Kurd hemî li hev bicivin û konseptên hevbe? çêbikin û bi rojevên sunî bala Kurdan tê zivirandin bi mijarên din. Û di vê nabeynê de Dewleta Tirk jî karê xwe bi rê ve dibe. Nuha jî ev tehluke heye. Bi kêmasî KADEP, HAK-PAR, DTP wek sê partiyên yasayî pêwist e di vê mijarê de bikevin nav hewldaneke hevbe? û bi hemî hêzên welatparêz re karekî berfireh li dar bixin.    Heta nuha Tirk û Tirkiyeyî ji xwe re muneqe?eya dikin. Ev mijara Zagona Bingehîn ya nû bûye wek hewldanekî lihevhatineke nû ya nabeyna hêzên aborî û civakî yên xwe li dora AKPê dane hevdû û yên Kemalistan. Kurd li meydanê nînin. Kemalist û general pirsa Kurd, wek faktorekî negativ bi kar tînin, hêzên liberal û YE bi xerakirina yekitiya netewî ya Tirkan sûcdar dikin. AKP jî hêviyên gelek Kurdan îstifadeyê dikin ku ew dixwazin bêhnekî fereh bigrin, ev zordarî û zilma ser wan hinekî kêm bibe, bi van hêviyên xelkê Kurd dilîzin. Lê cardin ba?tirin ji Kemalistên ultra-nasyonalist, ji generalan û Tirkçiyên turanî.              Çi ji “Demokratîk Ozerklika” M. Kemal, ya hewce Demokrasiya multinasyonal e!Em Kurd Zagoneka Bingehîn, yekeka çawa dixwazin?Zagoneka Bingehîn nû ji bo Kurdan her halûkar ba? e. Lê yekeka demokrat, hevçax û li goreyê rastiya civaka Tirkan û Kurdan. Ne yekeka ku hebûna xelkê Kurd inkar bike. “Demokratîk Ozerklika” M. Kemal, ev 84 sal in xelkê Kurd ji Kemalizmê ti sûdê wernegirtiye ku îro xêrê ji Kemalizmê bibîne. Kî berê Kurdan bide Kemalizmê, xerabiyê li xelkê Kurd dike. Kemalizm ideologî û aksiyonekî siyasî yê destpêka vê sedsalê bû, ji bo miletê Tirk rola dameziranderê dewleta netewî bi cîh anî û hew. Wêca di qirna 21an de ?îrînkirina pê?niyariyên Kemalistan bi Kurdan rastî jî bê toretî ye.Gelê Kurd hewce ye berê xwe bide sedsala 21 an û ne li sedsal pa?ve vegere.  Ji xelkê Kurd re Zagoneka Bingehîn ku demokrasiya hevçax wek çarçove qebûl bike û tê de hebûna miletekî li ser yên din neyê ferz kirin hewce ye, yanî yekeka ku ser esasê demokrasiya multî-nasyonal hatibe amadekirin.Di vê babetê de, em dixwazin bi taybetî î?aretî xebat û nêrînên du zanyarên ji Kanadayê bikin. Profesorên Zanista Siyasî James Hamilton Tully (nuha li University of Victoria li British Columbia kar dike) û Alain-G. Gagnon ji Quebecê (nuha li Universiteya Quebecê li Montrealê kar dike). Pirtûka wan ya bi navê Demokrasiya Fereh-Netewe di vê mijarê de serçaviyeke gelek girîng e. Bi vê babetê mamoste birêz Ismet ?erif Vanli di nivisarekî xwe de ku nehatiye we?andin mijûl bûye. (Em jî, ji bo balkê?iya xwendevanan navê pirtûkê û jimareya ISBN ê didin:Alain-G. Gagnon and James Tully (eds), Multinational Democracies, Cambridge: Cambridge University Press, 2001. xvi+411 pp., 25 USD, ISBN 0 521 80473 6)Van her du zanyaran mijarên wekî Quebecê, Katalanan, Baskan, Galler, Skoçya, Irlanda û modelên  federalizmê cure cure analiz kirine û gihane wê encamê ku di bin sîbera dewletekî de jî jimarek zêde ji xelkan dikarin li gel hevdu bijîn, eger ew dewlet li gor prensîbên demokrasiyeka multinasyonal were danîn. Hokerê sereke ji bo vê yekê ew e ku her xelk bikare xwe bi xwe îdare bike û birêvebiriya xwe bi prosesên demokratîk hilbijêre û sînûrên selahiyetên (competence) pi?kdar bi zelalî tarifa wan were kirin. Û hertim rêz li viyana xelkan were girtin. Di eslê xwe de, ti?ta îro li ba?urê Kurdistanê û Iraqê tê cîbecîh kirin, nefsa nêrînên Tully û Gagnon in. Tirk û Iran û Suriye ditirsin ku ev model/nêrîn bi serkeve û ew jî mecbûr bin demokrasiya multinasyonal cibecih bikin. Ji ber vê yekê Tirk heta ji destê wan tê, hewl didin rê li ber van nêrînên hevçax, em bêjin nêrînên qirna 21an bigrin. Balkê?iyekî din pirtûka Gagnon û Tully jî ew e ku Charles Ghankay Taylor ji pirtûkê re pê?kê?iyek nivisiye. Charley Taylor,  salên 1997 heta 11. August 2003 Serokê Liberia bû ku li wê derê gelek serhildan çêbûn û ew mecbûr bû desthilatê hêle û derbiçe. Ew bixwe jî bahsa serpêhatiyên xwe dike û dibêje: ‘Serdema me çaxê serhildanên komikên xwedî nasnameyên bindest e.’Tirk nahêlin ku li Tirkiyeyê ev nêrîn werin zanîn. Universiteyên Tirkan di van mijaran de kerr û kor, „ne xwenda“ ne. Kurd jî xwedî li van nêrînan dernakevin, an jî haya me ji van nêrîn û siyasetan tune. Wek numûne dixwazim dest nî?an bikim. KADEP wek partiyeke yasayî xwedî programekî gelek pê?kevtî ye. Heta dereceyek van nêrînê diparêze û i?aret dike.(Programa Tirkî- rûpel 14) Dibêje doza Kurd dozeke xelkekî xweser e, mafê Kurdan ya çarenusiyê heye û ev maf dikare di bin sîbera dewletekî de, di nav sînûrên siyasî ya dewletekî de jî cîbecîh bibe.Hezar pîrozî ji we re û siheta we xwe?! Ba? e hûn çima li goreyî vê programa xwe pê?niyariyeke-numûneyeke Zagona Bingehîn bi çend zanyar û pisporên Tirk, Kurn û biyanî nadin nivisîn û naxin rojeva Tirkiyeyê! Hema ji kerema xwe birêz Alain-G. Gagnon û James Hamilton Tully dawetî Tirkiyeyê bikin bila konferansekî bidin û ev mesele di nav Tirkan de jî Kurdan de jî were guftûgo kirin! Ev gotinên me bi cureyek ji bo Hak-Par û Tevkurdê jî derbas dibe. Helbet ya dilê me dixwaze Kurd bikarin karekî wisa bi hevra bikin. Dorberên DTPê xwedî imkanên berfereh in û dikarin konferansên wesa balkê? li dar bixin.                      General û Kemalist li dijî guherînê û demokrasiyeka hevçax inPirsa Zagona Bingehîn, ji bo istiqameta miletekî û dewletekî pirseka stratejîk e. Zagona Bingehîn çarçoveya tarîfa milet û dewletê ye di astên siyasî, huqûqî û îdarî de. Zagona Bingehîn pusuleya milet û dewletê ye.General vê yekê ba? dizanin. Di pirsa stratejîk sereke de dibêjin: “Em teref in. Em çavder û parêzgerên Komarê û nêrînên dameziranerê Komarê-M. Kemal in.”. Ew dibêjin, Zagona Bingehîn ya îro û yasaya Hêzên Çekdarê Komarê (bi taybetî xala 35!) vê wezifê dide me. Ev yasayên ku hene û zihniyeta ku di van he?tê salan de li Tirkiyeyê bi cîh bûye, ordiyê (artê?ê) kiriye wek xwediyê dewletê û miletê. Ordî jî bi Hukumetê û dezgehên din re wisa muamele dike. Ev jî li Tirkiyeyê rejîmeke bin wesayeta le?keran efirandiye.Sîstema Tirkiyeyê sistemeke le?kerî û laîk e, berê xwe bi rojava ve ye, lê ne demokrat û hevçax e. Pirsa wesayetê di rejîma Tirkan de astengiya sereke ye. Nuha di sala 2007 an de ku mijara Zagona Bingehîn di rojevê de ye, pirsên girîng sê ne: Ev sê xal jî, berdewamî an dawîlêanîna vesayeta le?kerî, înkara hebûna xelkên din (doza Kurdan û Kurdistanê) û cureyê têkiliyan di nabeyna dewletê/rejimê û xelkên bi hesasiyetên olî û oldaran de.Di van sê xalan de du generalên serkê?ê klîka “ulusalciyan” nêrînên artê?ê di axaftinên xwe de diyar kirin.Orgeneral Ilker Ba?bug, Fermandarê Hêzên Re?ayî roja 24ê îlonê 2007 li Kara Harb Okulu (Dibistana hêzên ?erê re?ayî) bi boneya destpêka xwendinê axaftineka bi peyamên “têr û tije” kir. Hewce ye li vê derê bê gotin ku Org. Ba?bug û Org. Y. Buyukanit du serkê?ên klîka “ulusalciyan” in.Org. Ba?bug, dibêje: “Min ji bo axaftina xwe ya îro mijara netewe û dewleta netewî hilbijart.” Tarifan dike, nêrînên ordiyê pê?kê? dike. Li gor Basbug, dijminên Tirkiyeyê yê sereke “Teror ku sedemê wê jî neteweperestiya etniki heye. Armanca wan têkdana neteweya Tirk û dewleta netewî ye. Ew dixwazin berê, di bin navê mafên yasayî de, yekitiya me ya netewî bikin hedef û armanca wan ya pi?tê vê jî têkdana sistema uniter dewletê ye.” Org. Ba?bug pi?tî ku metirsiyên ser netewa Tirk û dewleta Tirk pê?kê? dike, bi a?kere dibêje nabe rê bê dan ku zimanên derveyî Tirkî di dibistanan de were fêrkirin. Di dirêjiya axaftina xwe de bahsa destkeftiyên li ba?urê Kurdistanê (bi gotinên wî li “bakurê Iraqê”) û tehlukeyên wê dike. Bi kurtî, ew daxwaz dike ku qet itiraf bi pirsa xelkê Kurd neyê anîn û rê neyê dayîn ku zimanên derveyê zimanê netewa Tirk yanî Tirkî li dibistanên fermî were hîn kirin.(Ji bo xwendevanên tirkîaxiv tekstekî balkê? e- kerem bikin navnisana vê axaftina 22 rûpelî. http://www.kkk.tsk.mil.tr/BasinHalklaIliskiler/KonusmaMesajlar/Konusma/KKK_KHO_Konusma_Metni.doc)      Axaftina duyemîn ya sererkanê le?kerê Tirk Org. Yasar Buyukanit e, ku roja 01ê cotmehê 2007 li Akademiya Harbê qise kir. Destpêka salvegera xwendinên Akademî û Dibistanên Harbê cihê dana mesajan e. Ev herdu axaftin jî her yekî manifestoyekî siyasî bû.Di axaftina Org. Buyukanit de, hêrî?ê Kurdan li bakur û ba?ûrê welat dike û mesajan jî dide. Destkeftiyên ba?urê Kurdistanê ew jî wekî Org. Ba?bug tehlukeyeka stratejî herî girîng û mezin beramberê Tirkiyeyê bi nav dike. Em bimînin li ba naveroka nivîsa xwe. Di babeta çaran ya teksta axaftina xwe de derbarê mijara Zagona Bingehîn de emirnameya xwe de çar xalan nav dike:-          Divê kes têkilê Avasaziya dewleta uniter nebe,-          Ruhê dewleta netewî divê bê parastin,-          Karektera laîk neyê xera kirin û-          Kes bila bi Statûya artê?ê re nelize!(Ji bo tirkîaxivan navni?ana 14 rûpel teksta axaftina Sererkanê le?kerî li jêr e: http://www.tsk.mil.tr/10_ARSIV/10_1_Basin_Yayin_Faaliyetleri/10_1_7_Konusmalar/2007/gnkur_bsk_harpak_acilis_konusmasi_01102007.htm)      Peyamên ordiyê di mijara Zagona Bingehîn de ev in û axaftin wek ultimatomekî ye. Li gor ordiyê kes nikare wesayeta le?keran ser rejimê bi dawî bîne. Yek zimanî, yek çandî, yek dewletî, yek miletî, yek welatî û yek alayi divê bê parastin. Ordiyê ilan kir ku kes nikare bi vê çarçoveyê bilîze. Çarçoveya Kriterên Kopenhagê cîbecîhkirina maf û azadiyên zimanî û kulturî ferz dike. AKPê jî ji ?e? “tek tek”ên ordiyê duduyan derxistibû, Yek zimanî û yek çandiyê rakiribû û ew dibêjin ziman û çandên xeynê zimanê Tirkî û çanda Tirkî ku li nav sînurên dewleta Tirkiyeyê hene pirrengî û dewlemendiya Tirkiyeyê ne. Lê general naxwazin van gotinan jî bibhîsin. Ew bi a?kere li dijî van nêrîn û niyetan jî derdikevin û hewldanên wisa wek dijminahî bi nav dikin.    Îro li Tirkiyeyê ?er û têko?îna medeniyetê, demokrasiyê, modernizmê û mirovayetiyê ketiye ?opa ?erê nabeyna Kemalistan (bê guman bi serkê?iya generalan) û hêzên liberal û demokrat û  Islamiyên ne fanatîk ku ev hêz bi piranî li dora AKPê xwe dane hev. Kurdanên welatparêz jî di cebha duduyan de ne, lê îro hêzêke dereceya aktorek siyasî de ninin. Lê di eslê xwe de ew quwet û qudreta Kurdan heye, eger hêzên xwe bidin ser hevdû. Û karên bi bandor bikin ku rojeva siyasî de bikare cihê xwe bigre.Çarçoveya Kurdan bêguman divê ser bingehê xelkekî xweser, xwedî welatekî-cografyayekî netewîbûn û li ber ronahiya mafê çarenusî, destxistina mafê xwe bi xwe îderkirinê de, bihêzkirina civaka sivîl, cibecihkirina prensibên demokrasiyeke hevçax û fereh netewî (multinasyonal) be.    07.10.2008(Di Be?ê 3 de li gor demokrasiya multinasyonal, modela Ispanya û pê?ketina civaka sivîl û demokrat – Gelo Tirkiye dikare di sala 2008an de xwe nêzîkî vê armancê bike?)

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur