CivÓna HerÍmÓ a TEVKURDÍ, li StenbolÍ pÍkhat
Tarih: 09.10.2007 Saat: 15:05 Gnderen: Editor
|
|
Stenbol/ Civîna Herêmî a TEVKURDê, roja ?emîyê 6ê Çirîya Pê?în, li Stenbolê, di avahîya KURD-KAVê de çêbû. Nêzîkî 60 ?exsîyet û rêvebirên sazîyên Kurd di civînê de amadebûn. Civîn di saet 12.00an de bi rawestandina rêzgirtinê destpêkir. Pi?tî rawestandina rêzgirtinê ji bo ?ehîdên Kurd û Kurdistanê, dîwan hate hilbijartin. Sabahattîn Korkmazê berdevkê TEVKURDê ji bo serokatiya dîwanê, Ahmed Onal û Ferhad Saxniç jî ji bo endametiya dîwanê hatin hilbijartin.
Destpêka civînê de birêz Sabahattîn Korkmaz, di derhaq pêvajoya TEVKURDê de agahîyekî fireh da. Her usa Korkmaz dîyar kir ku TEVKURD, îtîrazekî reelpolîtîkê Kurda ye û pêwîstîya wî bi Unîteyên Herêmî re jî heye. Bo vê yekê jî ew girîngîyê didin ku di gelek dewerên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê de Unîteyên Herêmî sazbikin û ev unîteyana bikaribin bi rêk û pêkî, bi gor bername û destûra TEVKURDê kar û xebatê xwe bidomînin.
Pi?tî Korkmazê, Sekreterê TEVKURDê birêz Îbrahîm Guçlu, di derhaq kar û barên TEVKURDê û her weha di derhaq rêxistinbûnê de agahdarî da. Guçlu dîyar kir ku ji bo Unîteyan, hem huquqekî ?exsî û hem jî huquqekî grubî heye. Her weha ev huquqa ji bo tevayîya TEVKURDê jî heye. Guçlu, di derhaq hevdîtîn û çalakîyên TEVKURDê jî hin agahîyan da.
Pi?tî axaftinên berdevk û sekreterê TEVKURDê, be?darvan dest bi axaftinên xwe kirin. Di vê be?ê de gelek be?darvan ray û ramanên xwe gotin û her weha hin pirsên xwe yên derhaq TEVKURDê, ji rêvebiran pirskirin. Hin axaftvan jî ray û ramanên xwe yên li derhaq bername û destûra TEVKURDê gotin. Di vê be?ê de ji be?darvanan Mehmed Dortyaman, Muzaffer Okçuoxlu, ?eyhmus Erol, Berken Baran, Ezîz Gulmu?, ?ukrî Aslan, Tahsîn Dîken, Fehîm I?ik, Fuad Onen, Xalîde Dundar, Nesîmî Karîkutal û Îbrahîm Guçlu axivîn. Pi?tî axaftinan biryar hate dayîn ku li Stenbolê jî Unîteyê Herêmî bê damezrandin. Pi?tî biryarê 15 kes navê xwe dîyar kirin ku di Unîteyê Herêmî a Stenbolê de cîh bigrin. Lê dûra ji bo unîteyekî çalakdar bê damezrandin, hin biryarên din hatin girtin. Bi gor vê biryarê yên ji bo unîteyê navên wan hatine dîyar kirin, wê di 20ê Çirîya Pê?în de carekî din bicivin û pi?tî genge?îyekî navxweyî wê endamên Unîteyê Herêmî di nav xwe de hilbijêrin û kar û barên li ber Unîteyê Herêmî bi gor bernameyekî dîyar bikin.
|