PÍla N?
Tarih: 07.10.2007 Saat: 18:43 Gnderen: Editor
|
|
Mahir Kaynak Li ser pirsa destpêka pêlek e nû a terorî ?ik/xemginiyên me zêde dibin. Li aliyekî, raya gi?tî li ser çalakiyên nû yê El Kaîde, bi rêya nûçeyên îstibaratê tê ronî kirin û li aliyê din, di tv an de dîmenên perwerdekirina tîmen anti-terorê tê nî?andan.
Ez ji mêj ve nûçeyên "dezgehên istixbaratê hayê xwe ji çalakiyek e terorî heye, lê istixbarat, li ser cî û awayê çalakiya terorî, zaniyariyên xwe tune ye" nikarim fêm bikim. Di demên wisa de nûçeyên bi vî rengî têne belav kirin û îdîa dikin ku, bi firehî çi zaniyarî nehatiye bi dest xistin. Di van rojan tê zanîn ku, li kolanên Stenbolê mînûbûsek digere û tê de 4 ton daringên teqîniyê (bombe) heye. Dezgeha polîsan, ji bo girtina mînîbûsê bi tevayî kar û xebatê dikin. Dihête zanin ku, daringên teqîniyê ji ser sînorê bakurê Iraqê (Ba?ûrê Kurdistanê) derbasî welêt (Tirkiyê) kirine. Li aliyê din, bi tona daringên teqîniyê li Iraqê heye/derdikeve holê. Lê kes nizane bê kaniya xwe çi deverê tê. Zaniyariya li ser hêza terorî ku wan bombeyan li Iraqê diteqîne, navên rêvebirên hêza terorî û cihê domana jiyanê a terorîstan, bi teferûat tuneye, çi kes li ser wan ti?tekî nizane. Mirov dikare ji du awiran nêzî pirsê bibe: Metoda yekem ku niha tê dîtin, diyarkirina cîhê kesê terorîst û girtina wî ye. Dema çalakî pêk anî be, cezekirina wî ye. ?îniya ji bo qûrbanên terorê tê girtin, dibe navgînek ku bi rêya/saya wê xizmên kesê qûrbanbûyî ji terorê nefretê bikin û xelk li dijî terorîzmê yekîtiya xwe li dora rêvebirên xwe pêk bînin. Dema mirov ji awira duwê li pirsê binêre, dikare bîne zimên ku, terorîzm ?iklek ?erkirinê ye û mîna alternatîfa hêza le?kerî hatiye pê?xistin. Kesên teko?îna xwe bi rêya terorê dikin, mîna ?erê le?kerî, armancên xwe yên polîtîk hene. Rêvebirên wan bê sedem derneketine holê û ne amator in. Terorîzm, mîna ?êweyê ?erê din, qarargehên xwe, plançêker û aqilmendên xwe, ji bo kata ?erî jî ?ervanên xwe hene. ?erê wan jî, mîna ?erê din ji aliyê dewletan ve tê îdare kirinê. Hedefa arte?a di ?er de ne ew tenê ye ku, xesarek e mezin bighêjîne hêza le?kerî a reqîbê xwe. Serle?keriya artê?ê, di çarçoveya plan û stratejiya dewletê de ?er dike û tedbîrê ji bo têkbirina neyarê xwe û rê li ber armancên wan digire. Xesara dijminî bi vê rêyê bi wate dibe. Her wisa mirov zane ku, di dema ?er de dikare kes bêne kû?tin û pêwîst e ev yek jî li ber çava bê girtin. Dema mirov terorîzmê weke awayekî ?er bipejirîne, berî hemû karan avakirina navendek e biryardayînê pêwîst e. Destpêka ?a? a yekem ew e ku, mirov bi hêza artê?ê ?erekî wisan bike. Terorîzm, ?êweyê ?erê xwe cewaz e û ?erê wê bi hêza artê?ê û metodên eskerî nabe. Bêtesîrkirina teroristan jî nikare weke î?areta serkevtina ?erî bê pejirandin. Di teko?înek e wisan de armanca mirovî, pa?xistin û têkbirina projeya kesên li dijî xwe ye. Teko?înek e wisan pir berên xwe heye û pêwîstiya xwe bi gavên aborî, civakî, çandî, polîtîk heye. Ez dê nivîsa xwe bi nimûneyekê bi dawî bihênim. Weke mîsal, em wisan hizir dikin û gelek caran li deveran dihênin zimên ku, Emerîka pi?tgiriya PKK ê dike. PKK li welatê me çalakiyan dike û dema baweriya me rast be, kesên ku le?kerên me ?ehîd dike, mirovên bêsuc dikûje, pi?tgiriyê ji Emerîka distîne. Anku li pi?t wan hêza Emerîak heye. Lê dema mirov ji awirek e din li pirsê binêre û senaryokî nû binîvisîne dê rew? bê guhertin: Welatekî din zane ku DYE pi?tgiriya PKK ê dike. Ji bo ku di navbêra Tirkiyê û DYE de nexwe?î/nakokî/?erekî pêk bîne an derxîne, di bin navê PKK ê de çalakiyan bi dizî pêk tîne. Û navê PKK ê ji bo armancê xwe bikar tîne. Ev tenê mîsalek e ji dorê ye û ev aliyê ?erê terorîzmê jî heye. Mahir KaynakMahir Kaynak pisporê pirsên"ewlekarî" û "terorîzm"ê ye. Di 1934 an li Entabê hatiye dinyê. Dibistana bilind a ?erkirinê (le?keriyê) di sala 1953 an de bi dawî anî. Demekê serle?kerî kir. Li zanîngeha Stenbolê dersên aboriyê da. Di Dezgeha Îstixbaratê a Netewî-MIT ê de kar kir. Pi?tre teqawît bû. Niha di rojnameya Starê de qûncika xwe heye. Me, ji ber giringiya pirsa terorîzmê li Kurdistanê nivîsa Kaynakî wergerand kurdî (Zarathustra News).
|