|
u an sitede, 35 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Mesaja SersaxiyÍ ya Komiteya Elmanya ya PDK-Bakur
Tarih: 02.10.2007 Saat: 14:49 Gnderen: Editor
|
|
Li xeribiyê nivîskarekî me din çû ser dilovaniya xwe SERSAXÎ JI BO MALBAT Û NAS Û DOSTÊN NAZIF TELEK Doh serê sibê nivîskarê Kurd Nazif Telek ji nav me koç kir, çû ser dilovaniya xwe. Dostê hêja Nazif Telek ev çand sal bû ku nexwe?iya ?êrpençe misaletî wî bûbû. Di vê nabeynê de hem li ber xwe dida û hem jî xebatên xwe nivîskariyê dime?and.
Kek Nazîf xelkê Bedlisê ye. Ji malbatekî welatparêz e. Hê demên berî darbeya 12 îlonê 1980 di nav sefên Rizgarî û pi?tre Ala Rizgarî de dest bi karê xwe welatparêziyê kiribû. Ji sedemên siyasî derbasê Ewrûpayê bû û li Elmanya cîhwar bû. Li Elmanya jî bi hevalên xwe dorberê Ala Rizgarî re kar û xizmetên xwe siyasî domand. Sala 1992 pi?tî Kongreya yekitiyê demekî di nav sefê PDK-Bakur de jî xebatên xwe siyasî domand. Pi?tre berê xwe zêdetir da xebatên nivîskarî û bi hemî dorberên welatparêzên Kurd re jî bi dilsozî peywendiyên xwe domand. Kek Nazîf bi kurteçîrokan dest bi nîvîsandinê kir. Pirtûka wî yekem ser efsaneya Newrozê bû. Bi Elmanî û Kurdî dinivîsî. Kurteçîrokên xwe di radyoyên Elmanî de jî pê?kê? dikir. Rêxistinên Elman û biyaniyan yên ku bi taybetî bi mijarên koçberî û jiyana li xeribiyê mijûl dibin, bi Nazif Telek re civînan çekirin. Ew wek gotarbêj tevlê civînan bû. Dilovan Nazîf li “hêlînên” zarokan û dibistanan jî çîrokên xwe ji zarokan re dixwend. Ji wan re bahsa Kurdan dikir. Xebatekî bêdeng lê manîdar dime?andin. Hêja Nazîf Telek bi hin xebatkarên medya Elmanî û nivîskarên Elman re jî peywendiyan danîbû. Bi nivîskarê navdar Gunter Wallraf re hevnasîneke ba? hebû. G. Wallraf ji pirtûka wî re pê?kê?î jî nivisîbû. Kek Nazîf, bi ?êweyekî bêdeng û mutewazî li gor derfet û kanîna xwe wek êlçiyekî danasîna ziman û çanda Kurdî xebata xwe dikir.Mixabin nexwe?iya bê derman li xeribiyê nivîskarekî me din ji nav me girt bir. Nazif Telek doh roja 30ê îlonê 2007 çû ser dilovaniya xwe. Em wî bi rêzdarî bi bîrtînin û ji malbata wî re ji nas û dostên wî re sersaxiyê û sebir û sebatê dixwazin. Komiteya PDK-Bakur li Elmanya01.10.2007
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|