|
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
SerokkomarÍ dewleta Tirk Ebdullah Gul wexta peyva Kurd dibihÓze bÍdeng dibe
Tarih: 18.09.2007 Saat: 14:18 Gnderen: Editor
|
|
DIYARBEKÎR, bakurê Kurdistanê (HAWAR) -- Serkomarê Tirk Abdullah Gul gera xwe ya li bakurê Kurdistanê qedand. Serokkomarê dewleta Tirk Abdullah Gul di çarçoweya serdana xwe ya li bajarê Kurdistanê çû Wan, Colermeg, Sêrt, ?irnex û Amedê.
Gul berî were hilbijartin diyarkiribû ku wê bi her be?ên civakê re bikeve nav danûstandinan, lê belê di serdanê de li hin deveran cihekarî hate kirin.
Gul bi helîkopterên eskerî çû Sêrtê û di serdana Walîtiyê de bi hin saziyên civaka sivîl re ji çapameniyê re girtî hevdîtinek pêk anî. Lê belê balkê? bû ku Gul saziyên Komeleya Mafê Mirovan, Egîtîm Sen û KESKê ku ji pirsgirêkên bingehîn agahdar in, dawet nekir. Her weha ji bo serdana Gul, ji hemû ?aredarên bajêr, navçe û beldeyan re dawetnameyên protokolê hatin ?andin.
Lê ji ?aredarên Misrice û Gokçebaxê yên DTPyî re vexwendname nehate ?andin. ?aredarê Misrice Murat Ceylan li dijî vê nerazîbûn nî?an da û got, "Ji me re dawetname ne?andine, wisa xuya dike ku Abdullah Gul serokkomarê me nabînin." Gul wexta peyva kurd dibihîze rûyê wî tir? dibeNûnerên DTP yî û gelek saziyên sivîl di civînên bi Gul re hate pêk anîn pirsgirêka Kurd anîn ziman û dosyeyan pê?ke?î Gul kirin.Lê balkê? bu ku Gul her wextê Kurd peyva "Kurd" dibihîst qet bersiv neda û neaxifÎ, bêdeng bû û bi hereketên xwe eciz bûna xwe nî?an dikir.
Li Amedê jî behsa pirsgirêka kurd hate kirin Pi?tî civîna ku Serokomar Abdullah Gul li Amedê bi nûnerên 35 saziyên civakî yên sivîl re pêk anî, agahiyên li ser averoka civînê jî hatin. Serokê Koma DTP'ê û Parlementerê Amedê Selahattîn Demîrta?, pi?tî civînê pirsên rojnamegeran bersivand. Demîrta?, da zanîn ku be?darî brîfînga (civîna agahdarkirinê) ji aliyê Walîtî û ?aredariya Bajarê Mezin a Amedê ve têkildarî pirsgirêkên bajêr hatiye lidarxistin bûne. Demîrta?, anî ziman ku Serokomar eleqeyek mezin nî?anî projeyên ji alilyê Baydemîr ve hatine nî?andan daye û wiha got: "Têkildarî projeyên amade yên li benda pi?tgiriya fînansê ne, nî?e girtin û di vê mijarê de pê?niyar kirin."
Demîrta? anî ziman ku di civînê de hemû nûnerên saziyan mijarên têkildarî demokratîkbûn, mafên mirovan, pê?ketina aborî anîne rojevê û daxwazên xwe yên ji bo çareseriyê bilêv kirine. Demîrta?, wiha got: "Di vê civînê de mijarên wekî a?tî, çareseriya pirsgirêka kurd û gelekên din hatin ziman. "
Demîrta? diyar kir ku di civînê de nûnerên saziyên civakî yên sivîl pê?niyarên xwe yên têkildarî makezagona sivîl jî pê?kê? kirine û wiha dom kir: "Hat destnî?ankirin ku di hêla çareseriya pirsgirêka kurd de makezagona sivîl, fersendek e û ger ku ev fersend ba? bê nirxandin, pirsgirêk wê bi vê makezagonê bersiv bibînin. Ev yek bi bîra birêz Serokomar hat xistin. Ji ber ku zêde dem tunebû, nirxandinên gi?tî hatin kirin."
Demîrta? li ser pirsa "Çima Serokomar Abdullah Gul nehat pê?wazîkirin?" bersiva "AKP'ê digot 'em ê li Amedê rayek zêde bigirin.' Ez bawer im muxatabên pirsgirêkê em nînin. Lê hûn dikarin bi gel re hevpeyvîn bikin û sedemên vêya bipirsin."Derdikeve holê ku AKP li ?ûna êrî?î Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake Hikumeta AKP ku ji ber gelek sedemên cuda di serî ji qelsiya politikayên DTP û bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li bakurê Kurdistanê dengên xwe zêde kir û pi?tî hilbijartinan di meseleyên wek xirabkirina Hesenkêyf, qebul kirina perwerdeya bi Kurdî û di hin mijarên din de li dijî daxwazên kurdan helwest vergirt. Pi?tî zêde bûna dengên AKP serokê AKP Tayyip Erdogan jî gort pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê pirsgirêka aborî ye..
Niha Serokomarê Tirk Abdullah Gul ji bo mesaja "Em girîngîyê didin we" yekem gera xwe bo bakurê Kurdistanê pêk anî.Tê xwestin ku di hilbijartinên li pê?iya me de jî dengên AKP li Kurdistanê zêde bibe û Kurd zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li ?ûna çareser kirin û pêkanîna daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqayan Kurd bêne xapandin.Lê hêzên siyasî yên Kurd dikarin vê rew?e gor berjewendiyên Kurdan bikarbînin û riya pûç kirina stratejiya AKP ya engere kirina Kurdan bênavber anîna rojavê ya daxwaza Kurdan e û xebat kirina bo vê yekê ye..(HAWAR DENGÛBAS / ajansan)
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|