Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 14 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


DI DOZA KONFERANSA KERK€K  DE: MAF N NETEWEYA KURD € KERK€K HAT PARASTINÖ
Tarih: 14.09.2007 Saat: 21:01 Gnderen: Editor

Îbrahîm GUCLUSekreterê TEVKURDê(ibrahimgclu21@gmail.com)    Doza Konferansa Kerkûkê di 13. 9. 2007, seet 10.00 de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 6-emîn a Diyarbekirê dest pê kir.

Berdevikê TEVKURDê parêzer Sabahattîn KORKMAZ bi serbilindî di dadgehê de ciyê xwe girt, ji bona siyaseta komara Tirkiyeyê di derheqê neteweya kurd û herêma federa ya Kurdistanê de rexne, te?hîr û  mehkûm bike, doza neteweya kurd û Kerkûkê bi dil û can biparêze li benda dora xwe ya axiftinê ma. Parêzer Mehmet Rauf ÇÎÇEK, Emîn AKTAR, Muhammed AKAR, Sitki ZÎLAN, Semîre NERGÎZ, Sabahattin ACAR, Îsmaîl Hakki I?IK, Abdurrahîm AY, Halid ADVAN, Hasan DAGTEKÎN be?darî dadgehê bûn. Gelek rew?enbîr û siyasetvanên kurd, berpirsiyarên rêxistinên sivîl û siyasî jî, serokê HAKPARê ?axa Diyarbekirê Umît TEKTA? û hevalên xwe, Serokê KADEPê ya ?axa Diyarbekirê Cîwanroj CEYHAN, berpirsê Platforma Demokrasiyê Alî Oncû û hevalên xwe, Hevalbendên TEVKURDê ji bona pi?tgirî salon tijî kirin. Parêzer û pi?tgir li dadgehê demekî dirêj û heta dawiya dadgehîkirinê li ser piyan rawestiyan.    Berdevikê TEVKURDê Sabahattîn KORMAZ di destpêkê de bi devkî, ji pêvajoya lêpirsîn û dozvekirina dozgerê komarê behs kir, di merhela lêpirsînê de serîlêdana endamên Meclîsa Gruba Xebatê (TEVKURDê) diyar ku wan jî bi niviskî daxwaz kiriye ku di derheqê wan de jî doz vebe, lê dozgerê komarî ev daxwaza nedaye berçav, bes di derheqê wî de doz vekiriye. Nûha jî bi niviskî bi hevalên xwe parêzer Îbrahîm GUCLU, parêzer Sitki ZÎLAN, Fuad ONEN, Ebdulcebbar BÎLÎR, Arîf SEVÎNÇ re, li ser navê hemû endamên Meclîsa Gruba Xebatê (TEVKURDê) bi niviskî daxwaz dikin ku ev lêpirsîna fireh bibe, ji bona vê doz pa?ve bê xistin û ji bo doznameya nû, dosya ji dozgerê komarê re bê ?andin. Dozgerê komarî li dijî ev daxwazê derket. Got ku “di vê merheleyê de ev yeka ne pêw?st e.” Qadi jî biryar da ku “dozgerê komarî her demê dikare lêpirsîn bike, lê di vê merhelê de rawestandina dadgehê ne pêwîst e.”    Berdevikê TEVKURDê Sabahattin KORKMAZ, di parastina xwe de ji pêvajoya tevgera ba?urê Kurdistanê, di sala 1975-an de felaketa ji bo Kerkûkê û tevayî Kurdistanê hatibû holê, ji mudaxelaya Emerîkayê û hevalbendên wê li Iraqê, ji rûxandina rêjima Seddam û Baasê, ji pêvajoya pejirandina qanûna esasî ya federal, ji federalîzebûna Iraqê, federbûna Kurdistanê, ji hilbijartina serokê Kurdistanê, ji avabûna hukûmet û meclîsa Herêma Federe ya Kurdistanê behs kir. Rew?a Kerkûkê, ji aliyê siyasî, dîrokî, cografî (erdnîgarî), demografiya nûfusê de diyar kir û got ku “Kerkûk, bê minaqe?e bajarekî Kurdistanê ye. Helbet li Kerkûkê turkmen, ereb, keldanî, a?urî, kurdên êzîdî jî dijîn. Kerkûkê di bin desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê de ji aliyan van kêmneteweyan de jî bê îdare kirin.” Ji pêvajo û statûya referanduma Kerkûkê behs kir. Got ku “di hilbijartina gi?tî de derket holê ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye. Dema ku normalîzekirina Kerkûkê bê holê û malbatên kurd vegerin Kerkûkê, di referandûmê de sedî-sed Kerkûkê ji bo desthilatdariya Kurdistanê re bibe erê.”  Ji bona siyaset û dijminitiya komara Tirkiyeyê li hemberî federalîzêbûna Iraqê, federebûna Kurdistanê, referandûma Kerkûkê jî bîr û reyên xwe anî ser zimên. Êri?ên nîjadperest yên berpirsiyarên dewleta tirk jî anîn ser zimên û di derbarê vê pirsê de gelek mînak jî nî?an dan.     Gelek a?kere diyar kir ku ew û TEVKURD, xwe bi huquqa Tirkiyeyê ya heyî re girêdayî nabînin, ew û TEVKURD xwe girêdayî hiqûqa xwezayî û navneteweyî dibînin.    Pi?t re jî ji bona pêvajoya Konferansa KEKÛKê û sedema amadekirina konferansê, qedexebûna konferansê ji aliyê parêzerê Diyarbakirê de, bîr û reyên xwe anî ser zimên.    Di dawî de got ku: “ez, nûha jî, bi naveroka daxuyaniya çapemenî ya Gruba Xebatê (TEVKURDê) re me. Ez wan nerînan bi tevayî diparêzim.”    Bi kurtî dikarim bibêjim ku Berdevikê TEVKURDê, mafên neteweya kurd û doza Kerkûkê bi serbilindî û bi lêhengî parast.    Parêzer Sitki ZÎLAN jî, her çiqas di pozîsyona parêzer de bû jî, wek endamekî Meclîsa TEVKURDê parastineke siyasî kir. Wî jî mafên neteweya kurd û doza Kerkûkê parast. Got ku “nûha di dadgehê de statûya hevalê me Sabahattîn KORKMAZ diyar e. (Yanî terefekî kurd e-ÎG)  Dozger îdeolojiya fermî temsîl dike. Ji bona vê yekê em daxwaz dikin ku divê qadî (hakîm) bê teref be. Lê li vir pirsgirêkek heye. Di biryarên dadgehan de tê nivîsandin ku biryar li ser navê neteweya tirk tên girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Lewra kurd, miletekî cihê ye. Miletên dadgehan jî nabe.”    Parêzer Emîn AKTAR jî ji aliyê huqûqî de parastin kir. Parêzerên din jî ji parastina  herdu parêzêran re pi?tgir bûn û be?darî wan bûn..      Dirû?meya bê, dê di 20. 09. 2007, seet 14. 00-an de pêk bê. Amed, 14. 09. 2007

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur