CIVŒNA MECLŒSA TEVKURD YA 2-EMŒN P K HAT…
Tarih: 14.08.2007 Saat: 12:59 Gnderen: Editor
|
|
Meclîsa TEVKURDê di 12. 08. 2007-an de civîneke çapemenî pêk anî, bi kurdî û tirkî daxuyaniya li jêr pê?kê? kir.
CIVÎNA MECLÎSA TEVKURDÊ YA 2-EMÎN PÊK HAT… Civîna Meclîsa TEVKURDê ya 2-emîn di 10-11. 08. 2007-an de pêk hat û li ser gelek mijarên siyasî û rêxistinî yên girîng rawestiya. Meclîsa TEVKURDê biryar girt ku ev bîr û rayên li jêr pê?kê?î raya gi?tî û çapemenî bike. TEVKURDê, di îlona 2005-an de dest bi xebatê kir û di 26-27. 05. 2007-an de Kongreya 1-emîn bi dar xist. Di kongreyê de bername û destûra ku di nav demeke dûr û dirêj, bi be?dariyeke pirrengî hatibû amade kirin, pejirand û endamên Meclîsê hilbijart. Nûha endamên Meclîsa TEVKURDê: Azîz Mehmud Akî, Azîz Ali?î, Arîf Sevînçî, Alî?an Mercanî, Bayram Bozyelî, Bedran Acarî, Barzanî Alpergînî, Eyûp Karakeçîlîyî, Fehmî Demîrî, Fehîm I?ikî, Ferhad Sagniçî, Fuad Onenî, Alî Gokkayayî, Halis Nezanî, Hasan Buranî, Hasan Çakirî, Hasan Barakî, Îbrahîm Guçluyî, Mahmud Agamollayî, Remezan Pertew I?ikî, Sabahaddîn Korkmazî, Saîd Aydogmu?î, Seyda Alp?enî, Sema Çetînkayayî, Sitki Zîlanî, Sînan Çîftyurekî, Suphî Orakî, ?eyhmûs Ulekî, ?emseddîn I?ikliyî, ?iyar Bozhanî, Umît Tekta?î, Zûlkûf Ozelî, Îlhamî Tani?î ye. Di Meclîsa TEVKURDê ya 1-emîn de Komîteya Birêvebir hat hilbijartin, ji bona kar û xebatên rêxistinî li welêt û li derveyî welêt, ji bona bi rêxistinên siyasî û sivîl yên kurd re yekîtî pêk bê, ji bona rew?a aborî, ji bona kar û xebatên çapamenî komîsyon ava bibin, ji Komîteya Rêvebir re pê?niyaz hat kirin. Komîteya Rêvebir ya ku ji Sabahaddîn Korkmazî (berdevik), Îbrahîm Guçluyî (Sekreter), Sitki Zîlanî (Sayman), Saîd Aydogmu?î, Fuad Onenî, Bayram Bozyelî, ?eyhmûs Ulekî, Eyûp Karakeçîlî, Sînan Çiftyurekî, Hasan Çakirî, Remezan Pertew I??kî pêk tê; wezîfe di nav xwe de parve kir û ev komîsyonan ava kirin. Komîteya Birêvebir biryar girt kû di destpêkê de li 11 bajarên Kurdistanê civînê gi?tî bi dar bixe û Ûnîteyên Herêmî yên TEVKURDê ava bike. Meclîsa TEVKURDê, ji bona ku TEVKURD bi Yekîtiya Ewrupayê û dewletên cihanî û Dewleta Federe ya Kurdistanê û be?ên din yên Kurdistanê û terefa tirk re pêwendî pêk bîne, bîryar da. Ji bona van pêwendiyan Komîteya Rêvebir desthilatdar kir û projeyên di derbarê van mijaran de hatibûn amade kirin bi gi?tî erê kir. Meclîsa TEVKURDê, li ser encamên hilbijartina gi?tî rawestiya û di vê mijarê de gelek endamên meclîsê bîr û rayên xwe anîn zimên. Di van bîr û rayan de xalên hevbe? û ne hevbe? hebûn. Gor Meclîsa TEVKURDê, ev hilbijartina, encama krîza sîstema Tirkiyeyê bû. Encamên hilbijartinê, ji krîza sîstemê re tu çareserî ne aniye. TEVKURD, “pirsgirêka kurd wek pirsgirêka miletekî dibîne û gor vê tespîtê li çareseriyê digere.” Hilbijartinên tevayî jî tê de, sîstema Tirkiyeyê li ser înkarkirin û îmhaya gelê kurd dime?e. Gelê me bi nasname û rêxistinên xwe be?darî hilbijartinan nabe. Ji ber vê yekê jî, partiyên ku ketine parlamentoyê nikarin temsîla gelê kurd bikin. Em bang li derûdorên siyasî yên kurd dikin ku bona be?dariya pêvajoyên siyasî bibin, divê rasteqîniya neteweya kurd û welatê kurd ?ert bibînin. Bi temamî karên xwe yên siyasî li gor van rastaqîniyan bime?înin. Dîsa Meclîsa TEVKURDê diyar kir ku encamên hilbijartinê ji bona pê?eroj nî?an dide ku divê Tirkiye hîn zêdetir ber bi demokrasiya plûral gav bavêje, di qanûna esasî ya nû de “hebûna neteweya kurd û ekaliyet û kêmneteweyan bê pejirandin û mafên wan yên neteweyî garantî bibe.” Meclîsa TEVKURDê, li ser êri?a Komara Tirkiyeyê li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê jî rawestiya. Ev siyaseta Tirkiyeyê xeter nirxand û ?ermazar kir. Destnî?an hat kirin ku ev siyaseta li dijî hiquqa navneteweyî û mafên gelan e. Dîyarbekîr, 12. 08. 2007 MECLÎSA TEVKURDÊ
|