Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 12 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


DTP KET PARLEMAN, L  H VŒY N NETEWA KURD «IYE?
Tarih: 27.07.2007 Saat: 20:25 Gnderen: Editor

PHP-Nuke M. ?erif MÜ?TAK / serif.muestak@gmx.de     Hilbijartinên 22 yê Tîrmehê 2007 encam da. Hilbijartin di dîroka sîstema parlementer a Tirkîye de taybetîyek xweya giring heye û di qonaxek balkê?de bû.

    Li ser vê hilbijartinê gelek çîrok, mamik hatin gotin, nîqa? çêbûn û hilbijartin ketibûn tehlokê de. Sersebeb herêma  azad a Kurdistana bû, lê ji bo dewleta Tirk bi karibê bi kevê ba?ûr, PKK dikirin mihan e û hêjî mihanên wan berdewam in.    Lê rew?a cihanê û herêma rojhilata navîn rê neda Artê?a Tirk êrî?ê bibê ser Ba?ûrê azad, hilbijartin hatin kirin û rew?ek e balkê? ji hilbijartinan derket.     Li gor hilbijartinên sala 2002 yan Partîya Erdo?an ji %12.6 zêde kir û bi gelenperî ji %46.6 hemwelatîyên Tirkîyê dengên xwe dane partîya Erdo?an AKP yê. 340 parlementer bi dest xist. Li gor hilbijartinên borî 22 parlementer kêm derxistin. Jiber ko MHP bend derbas kir û 71 parlementer bi dest xist. Lê partîya CHP û DSP çendî tifaq çêkirin jî lê bi serneketin û 111 parlementer bi dest xistin. Hilbijartinên vê salê ji bo CHP-DSP û Deniz Baykal bûne jehra mirinê.    AKP ji bo avakirina hikomatê pêwistî bi 276 parlementeran heye. Lê bi serê xwe nikarin serok komarê Tirkîye hilbijêrin an destûrê bi gûherin, pêwiste ko 367 parlementer hebin.    CHP, DSP, SHP….. û MHP pi?ta xwe dan pi?ta Le?ker, bûne alîgirê muxtira Erkanê Herb û bi mihana ko „*****hurrîyet, laîklik, rejîm û qet kirina dewlet“ ê ji tengasîya islamê û tevgera Kurd xilas bikin, bi navê „Mitingên *****hurrîyet“ ê daketin kolanan û e?kere ketin nav dijminatîya gelê Kurd. Lê ji bo wan nebû çareserî, CHP+DSP ji %20.9 deng girtin û hejmara Parlemanên wan ji 178 dakete 112 parlementeran.  Lê karên wan bi tevayî bi kêr partîya Bahçeli (Turke?) hat û berej derbas kir dengên wan zêde bûn û ji %14.3 ê dengan bi dest xistin. Jiber ko MHP ji xwe nîjadperest bû û nîjadperestîya wan partîyên dî zererek mezin da sîyaseta wan.    DTP jî bi namzetên serbixwe 22 parlamenter bi dest xist û jibo parleman grûba xwe pêk anî. Bi taybet di parlemana Tirk de 20 Parlement hebin dikarê grûba xwe ava bikê.    Di xwîyê ko ji niha û pêde wê di Parlementoya Tirkan de partîyek Kurd û 6 partîyên nîjadperest ê Tirk hebin. AKP, CHP, MHP, DTP, DSP, BTP û ihtimale ko Mesut Yilmaz bibê serokê DP yê. Kamer Gênc jî ket parleman, em binêrin vê carê wê çi rew?ê bidê xwe.    Dil di xwest ko Baskin Oran li herêma 2-yê a Stenbol derketiba ye. Lê DTP kir ko herdû alî winda bikin. Pêwistbû ko Baskin têketa Parleman, entelektûel û demokratekê Tirk bû insanek Kurd nasbû. Dostê Kurdabû. Di karîbû bandore xwe li hin hînbûnên Tirkan bike.    Li welat û derveyî welat hemû derdorên sîyasî  bawerbûne ko AKP serketineke ba? bi dest xistîye. Hemû partîyên ji serketina AKP yê mat mayî man e. Ahmet Türk dibêjê „Serkeftina AKP yê hemû hesabên me serûbin kir, em li benda 35-40 parlementeran bûn” û Deniz Baykal temar ketîye çavên wî nikarê bi axivê. MHP dibêjê „AKP gelek ?a?î kiribûn çawa halo bi serket?“  Her kes hem fikire ko di 4 sal û nîvên borîde AKP rew?a aborî ba? kirîye û istiqrar pozitîf gûherand. Hinek reform çêkirin û hinekî rêya azadîyê vekir. Sedema herî giring ewe ko serê xwe ji mûxtira 27 ê nîsanê a Le?ker re ne danî. Serketina hilbijartinan de, ne hilbijartina serok komarîya Abdullah Gul gelek çêbû. Gelê Tirkîye bi dengên xwe bersiveke gelek tûnd û tûj da Le?ker û alîgirên rejîma statûkoker…..    Hilbijartinên 22 ê Tîrmehê ji bo bakûrê Kurdistan hezîmet eKo miho li ser hilbijartinan rawestê AKP di hilbijartinê 2002 de li Kurdistanê ji % 12 deng girtibûn. Lê niha di 23 wilayetên Kurdistanê de bûwe partîya yekemîn û dengên xwe di qat kirin e. Wê wextê DAHAP ji % 42 deng ji bajarên Kurdistanê girtibûn. Niha ji sedî sed dengên wê daketin xwar. DTP li 2 Bajarên Kurdistanê bûwe partiya yekemîn. AKP li paytexta Kurdistan Amedê li gor hilbijartinên 2002 ji %16 deng girtibûn, lê niha ji %41 deng girtin û bûwe partîya yekemîn. 3 qat deng girtin e.     Ev jî ji bo hemû rêxistinên legal û illegal li bakûrê Kurdistan bûwe sersebeba xwe rexnekirin û xwe nûkirinê ye……. Ji bo sedeman miho derxê navhalê divê lêkolîn ba? bênekirin. Sersedem herêmîbûn, globalbûn dive derkevin ber çavan.     Lê ezê li gor bawerîya xwe li Kurdistanê nivz ketina DTP yê û bilindbûna AKP yê bi çend sedeman bidim xwîya kirin.    Midaxeleya leskeran a 27-ê nîsanê û tehdîda ku le?ker dikarin darbeyekî bikin, ji hilbijêrên tirk bêhtir hilbijêrên kurd ber bi wê yekê ve kê?an ku dengê xwe bidin AKP yê. Hi?kbûna DTP jî arîkarî da AKP yê û gelek deng girtin. Bi Kurtayî….  1-Nîjadperestîya CHP, DSP, SHP ko xwe nêzîkî MHP kirin ji bo êrî?ê bibin ser herêma Kurdistan a azad.2-Eynî partîyan ko pi?ta xwe dan Le?ker û bûn e pi?tgirê muxtira 27 ê nîsanê AKP dijminê rejîmê nî?andan û mitîngên bi na navê „Mitîngên *****hûrrîyetê“ bi kar anîn3-Bi navê „Rejîm di kevê tehlokê“ rê lê girtina hilbijartina ji bo serok komarîya dewletê a Abdullah Gül girtin.4-Iktidara AKP ko di 4 sal û nîvan de aborî pozitîf kirîye û karger zêdetir kirin e.5-Hindik jî bê reformên ko çêkirin e û li serxwe sekinandina ji bo ko bibin endamê YE 6-Bê istiqrarîya sîyaseta PKK projeya „*****hurrîyeta demoqratîk“ bê hêvîya gelê Kurd e7-Ji bo hilbijartinên 22 Tîrmehê jî bê ko tifaqek Kurdistanî nebû. Ev jî PKK jê berpirsîyar e8-Hin gotin û gotar ne têde AKP bi propaxande li Kurdistanê nîjadperestî li dij Kurda nekir 9-PKK û DTP bawerî nedan gel ko di karin di herêmêde rê li ber ?er bigrin û istiqrara hêrêmê bê ba?tirkirin. Ji aborîyan kesan careke dî nekevê nav xeterê dengên xwe dan AKP yê asayî? û istikrara herêmê bê serastkirin û PKK bi ?er jî gavên balkê? ne avêtin 10-Di xwîya ko AKP na xwazê le?ker bi kevê ba?ûr û hêncet dertêxistin…………………………………………………………………….Sedemin ji bo ?ehredarîyên di destê DTP de û naqokîyên di nav DTP de    Niha ji %50 bêhtir ?ehredarîyên bakûrê Kurdistan di dest DTP dene. Gelek kes hene ji xizmet û karên tên kirin nerazîn e. Ko kêmasîyên hene, ne ji alîyê wan vebê jî lê xelk sarbûn e û dengên xwe dan e AKP    PKK û DTP bi tevgera neteweyî a Kurdistanî re li hev nakin. Ketîye di himbêza çepên Tirk de. Namzetên Tirka anîn di Kurdistanê de kirin parlementer. Ev jî bûwe cihê dil sarîya gel ko dengên xwe nedan DTP yê.      Li hev nekirina di nav DTP de û midaxeleyên Imralî jî bandora xwe li hindik deng girtinê kir. Aysel Tu?luk û Ahmet Türk deklerasyona Kemalizmê pejirandin û sond xwarin ko „Deyndarên Tirkîye“ne û Leyla Zana bi kiryara wê a sala 1992 ko di parlemana Tirkande sond xwaribû rexne kirin. Xrûpa DEP ê gelek xemgînb bû. Leyla Zana li Ixdirê behsa Federasyonê ji bo bakûrê Kurdistan kir. Lê xûrûba Ahmet Türk û Aysel Tu?luk li dij derketin. Hemû dengdêran zanîn ko naqokî di nav DTP de hene ji bo wan jî bû dilsarî û gelek kesan deng nedan.Vê dewrê Parleman wê ne hesanî bê.    Pi?tî hilbijartinan encama ko derket AKP gelek pozitîf bi ser ketî ye. Niha di karê hikomata xwe ava bikê. Beyanên ko dan çapemenîyê Tayîp Erdo?an got „Nîqa? hemû man bi ?ûnde, me rûpeleke sipî daye vekirin û bi serokê CHP Deniz Baykal re bi telefonê axivîm e“ Lê ez ticaran ne bawerim alîyên ko sitatokokerin û Le?ker bi AKP yê bi taybet Recep Tayib Erdo?an re li hev werin. Jiber ko cara yekemîne le?ker di sîyasetê de Li hember AKP yê de bi serneketî ye û di navbera wande bû kîn û bûxs. Bi rihetî ew nikarin bi hev bikin û bi hev bawer bibin. Le?ker zû bi zû nikarê li ser xwe bi pejirînê. CHP, DSP, SHP, MHP…. Û Le?ker nikarin vê daqûrtinin. Wê heroj li mihanan bi gerin û êrî?ên xirab berdin ser DTP yê bi navê „Bölücî“ tiyê. Ji bo xwe di çapemenîyê de xwirt bikin û karibin bandora xwe deynin ser gel. Wê leyîstokan li dûv leyîstokan bi kar bînin. Hilbijartina serok komar di karê hê ji niha de dîsa bibê sersebeba naqokîyên dijwar.  Rejîm niha bûwe 2 qet. 1-Alîyê statûkoker. Ev xwe xwedîyê dewletê û rejîmê dibînin, bawer dikin ko dewlet tapûwa wa ye û kes nikarê midaxele bikê. Bi taybet le?ker tikesî di ser xwere napejirînê. 2-Alîyê nûbûn kirina rejîmê. Niha weke hikomat û Parleman AKP bi vê nûbûnê radibê. Erdo?an li hember derketina  mûxtira 27 ê nîsanê de ispat kir. Çavên hemû derdorên nîjadperest, statükoker û Le?ker gelek zehmete ko liber hikomata AKP yê rabin.    Di pirsa endametiya YE de ko AKP reforman berdewam bike û desthilata siyasî bi xwaze xwirt bikê û bandora Le?ker kêmtir bikê wê naqokî zêdetir bibin, eger sernivzîyê ji le?keran re bikê, wê Le?ker hukumetê û reform xwazan hilwe?înin.    Vê carê di parlementoya Tirk de pirsgirêka Kurd wê ji her wextê bêhtir bê nîqa? kirin. Nîqa?ên tûnd û tûj wê hebin, CHP û MHP wê ji bo qetnekirina Tirkîye wê bi hevre êrî?an berdin ser DTP yê. Di warê sîyaseta sifîl de li ser gelê Kurd nîqa? wê bilindtir bibin.    Daxwîyanîya CHP û MHP  a ji bo encama hilbijartinan didê zanîn ko roja Parleman vebê wê bi xwazin ko Le?ker bi kevê Kurdistana azad ji bo Kerkukê dagirbikin. Teyîb Erdo?an jî gotibû „Pi?tî hilbijartinan midaxeleyek Le?kerî di karê li ser bakûrê Iraq bê bi karanîn“.     Erdoxan ko bi kevê nav  leyîstokek halo de wê li herêmê istiqrar xirabtir bibê û bawerim Tirkîye wê di derbarê pirsgirêka Neteweya Kurd û Kurdistan de bi kevê tengasîyek mezin    Tevlîhevî di xwîyê û bi bawerîya mi berbi çav e. Ko hikomata AKP bi xwazê bi serkevê divê nehêlê Le?ker têkilî sîyaseta sifîl bibin û destên Le?ker ji sîyaseta sifîl bê ki?andin. ?ansê AKP yê heye ko di li hemberî sîyaseta statukoker, nîjadperest û Le?kerî bi serkevê    Divê AKP li dijî  sîyaseta statukoker, derbdar, nîjadperest û ?erxwaz  bê û teslîmî wan nebê. Reforman, demoqratîzekirinê, karûbarên ji bo endametîya YE berdewam bikê. Bi taybet Kurdistana Federe cîran bibînê, têkilîyên cîrantî û aborî xwirt bikê û statûya wê bi pejirînê.    Ez di xwazim bêjim ko PCD karibê bersiva hest û xeyalên neteweyî bidê, divê ne bi îrada Imralîbê. Divê sîyasetek neteweyî û Kurdistanî bidin domandin. Nebêjin em her ti?tî dizanîn, Bi kêmasî jî bê divê di pisrsgirêka Kurd a mafên çarenûsîde, mafên coxrafya Kurdistan de bê tawîz û bê tirs xweparastin hebê û gruba DTP a Parlementer rastîya gelê Kurd berevajî û beravêtî nekin kêmayî newê kirin.27.07.2006 M. ?erif  MÜ?TAK / serif.muestak@gmx.de 

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur