|
u an sitede, 17 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
TaybetÓyÍn helbijartina 23.ya Meclisa TirkiyÍ
Tarih: 20.07.2007 Saat: 18:22 Gnderen: Editor
|
|
Vê yek?emê, 22 ê temmuzê li Turkîyê helbijartina Meclisê ya 23.tê kirin. Di vê helbijartinê de ji xendî rekabetên klasîk yên di navbera partî û nerînên siyasî de rekabetek taybet heye ku ew jî be?darbûna le?ker ya di prosessa helbijartinê de ye.
Ordîya Tirk di prosessa berî helbijartinê de bi beyanên xwe, bi taybetî jî bi e-darbeya xwe û bi xwepê?andanên li Ankara,Istanbul û Izmir û hinek bajarên din, be?darîya/mudaxeleya xwe ya di vê helbijartinê de ispat kir. Xwedîyê van xwpê?andanan wekî di hinek medya Tirk de hate nivîsandin, ne partîyên mîna CHP, MHP û rêxistinokên din bun. Xwedîyên van plana le?ker bi xwe bu. CHP û MHP bi tena xwe nikarîbun planên wisa pêkbînin. Belavajî vê yekê, hêza ku CHP û MHP (di gotinê de ne ji xwe ve du hêzên li dij hev) nêzî hev dikê, cardin hêza le?kerî ye. Êrî?ên le?ker li dij Kurdistana Azad û xurtkirina ?erî li Bakurê Kurdistanê be?ekî herî giringe ji pêkanîna planên le?kerî yên helbijartinê. Di heman wext de, di prosessa helbijartinê de aktuelkirina helbijartina Serokdewletê Tirkîyê jî be?ek bu, ji vî planê le?kerî yên helbijartinê. Bi kurtî; Dema ku le?ker bi awayek he?kere be?darîyê dikê di prosessa helbijartinê de, helbijartina vê salê rolek taybet distînê di dîroka Tirkîyê de. Pirsa çareserkirina pirsgirêkên heyî di sistema Turkîyê de wê bi rêgeyek demokratîk an jî wekî berê (ku serê her 10 sala bi zora le?kerî ) hatin çareserkirin tênê bîra meriv. Bersiva vê pirsê di hefteya pê?î yên pi?tî helbijartinê de, wê xwe he?kerebikê.Taybetîyek din ya vê helbijartinê jî eweye ku namzetên serbixwe bi hejmarek zêde ( 558 namzet) be?darî helbijartinê dibin.Helwesta DTP di zêdebuna hejmara namzetên serbixwe de rolekî serekî distînê. Ji xendî va her du taybetîyên sereke, ez pêwistî nabînim ku bi ?êweyek fireh li ser ne demakratbuna sistema helbijartinê-ku 10% deng anîn wek ?ertekî hatîye qebulkirin bo cihgirtin li Meclisê û bê goman bê adaletîya qanûna dewleta Turk ku maf nadê damezrandina partîyên siyasî ji xendî parastina berjewendîya neteweya Turk. Eve taybetîyên helbijartina 23. ya Meclisa Tirkiyê ye.Li hember namzetên Meclisa Tirkîyê pirsgirêkên pir giring û zehmet henin. Li Turkîyê pirsên mîna xizanî, a?betalî, nexwe?î, mafê jinê, mafê mirovî, azadîya ramanî, demokratî û desttêwerdana le?kerî di jîyana civakî û siyasî de û bi taybetî jî Anayasa 82 yê ku divê werê guhertin û pirsa endametîya Yekîtîya Ewrupa henin. Eve pirsên herî giringin li Turkîyê. Heman pirs li Kurdistanê jî henin. Lê li Kurdistanê ev pirs zehmettirin, kurtirin, girantirin û zêdetirin.Li Kurdistanê xizantî bêtirê, tendurustîyê belavtire, a?betalî zêdetire… û w.d. Ji xendî van pirsan, pirsa herî giring li Kurdistanê; Pirsa nasnameya kurdî û mafê jîyanek neteweyî û azad ya kurdewarî heye. Pirsa mafê demokratî, civakî, neteweyî û siyasî yên kurdî û bi ?êweyek tevayî yê gelê Kurdistanê heye. Ev jî pirsek bê goman taybete bo xelkê Kurdistanê.Bi vî awayî pirsgirêkên li pê? namzetên îro û endamên Meclisê yên du?emba li pê? me pirin û nehasanin. Namzêtên werin helbijartin divê taqeta / kompetansa / daxwaza wan ya xebatê hebê û cêgeyê bawerîyê bin bo xebatê. Her çiqasî li Turkiyê sistema helbijartinê nedemokratîk û nerast û qanunên helbijartinê jî bê adalet bin, pêwiste meriv helwesta xwe bidê xuyanîkirin di vê helbijartinê de.Wekî kesayet, pêwiste her mirov keda xwe bidê xuyanîkirin di vê helbijartinê de. Eger ê?a me hebê pêwiste em herin nik pizi?kan û pirsa xwe ya tendurustîyê ji wan re bêjin. Bila bê zanîn ku merivê tu zanyarîya wî di derheqa pirsên tendurustîyê de nebê, nikarê pirsên tendurustîyê di civakê de jî çareser bikê. Bi heman ?êweyê merivê ku ne demokrat bê û bawerîya wî bi sistema demokrasîyê nebê nikarê xebatê bikê bo bi cihanîna sistema demokrasîyê li welatê xwe. Bi kurdî û bi kurtî;Li Kurdistanê û li Turkiyê di nav namzetên serbixwe de bê goman merivên pir hêja henin. Piraniya namzêten serbixwe yên kurd dikarin xebatek hêjatir bikin bo parastina berjewendîya neteweya kurdî. Pêwiste em cudatîya di navbera namzêtên kurd yên welatparêz û demokrat û namzetên hêza le?ker an jî namzetên CHP, MHP û DP bibînin û he?kere bikin. Bê goman em nikarin bi yek çavî li hemî namzet an jî endamên Meclisa Tirkiyê tema?a bikin.Bi heman ?êweye, xeletîyek pir mezine ku em li xebata kurdewarî mîna an re? an jî sipî binerin. Helwestek wisa korbunîya siyasî ye di xebata kurdayetîyê de. Kurdewarî eweye ku meriv bikaribê ji xelekên kurdewarîyê zincîra kurdewarîyê tewaw bikê. Pêwiste em dawîyekê bînin bo siyaseta birçî ku nikarê xelkê têr bikê di jîyana wan ya rojane de. Di dawîya nivîsa xwe de dixwazim pirsa xwe ji xwendevanên xwe yên hêja bikim.Dema ku tu pi?tgirîya merivê kurd, welatparêz û demokrat yên ku sînorê misakî milli neparêzê û daxwazê rêzgirtinê bo Ataturk ji me nekê, tê çawa bikaribê helwesta xwe ?irove bikê? Û di praktikê de tu pi?tgirîya kê dikê ? Dema ku namzetên Meclisê kurd bin, welatparêzbin û demokratbin, wê ev namzêt ji kê û ji kîjan bawerîyê pi?tgirîyê bistînin? Serhanê Torî, 19.07.2007
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|