Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


NamzetÍ MÍrdÓnÍ Dr. KamÓran Yildirim:DivÍ TirkiyÍ bibe mÓna MÍrdÓnÍ
Tarih: 14.07.2007 Saat: 11:25 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Gabar Çiyan   Hilbijartinênli Tirkiyê nêzîk dibe. Namzeten kurd jî bi girseyî bi ?êweyekî serbixwe be?darî hilbijartinê dibin. Li Mêrdîn ê atmosferek guhertî heye. DTP ê di destpêkê de navê Dr. Kamîran Yildirim di lîsteya xwe de bi cî kiribû. Pa?ê ji Yildirim hate xwestin ku xwe bik?îne. Lê Yildirim biryara berdewambûnê da. Ew wek namzetek serbixwe tevlî hilbijartinan dibe.

Ew wek namzetek serbixwe tevlî hilbijartinan dibe. Lêkolînên di nav xelkê tên kirin nî?an dide ku ?ensê DTP ê mezin e ku li Mêrdînê sê parlementeran bi dest bixîne û dema xebatek xurtir bê kirin, dikare kesê çaran jî bê hilbijartin. Lê DTP a Mêrdînê berendamên xwe bi du (2) kesan sînor kir. Her wisan keseka ku bi kurdî ba? nizane û ji derveyî Mêrdînê ye kire berendam. Ev yek bû sedema xemgîniyê. Ji aliyê din tê qalkirin ku gelek kes li aliyê Midyadê, Dêrika Çiyayê Mazî, Kabala û Mêrdînê dê dengê xwe bidin partiya AKP ê û muxalefeta wê. Tê gotin ku Dr. Yildirim ew kes e ku dê rê li ber belavbûna dengên DTP ê bigire û her wisan dengên li cihên Midyadê, Dêrika Çiyayê Mazî, Kabala û Mêrdînê li dora xwe bicîvîne. Anketên hilbijartinan ku tên kirin bi erênî qala kampanya Dr. Yildirim dikin. Dr.Kamîran Yildirim ji bo destpêkirina kampanya hilbijartinê li Nisêbînê, çû bajêr. Trafîka Nisêbînê bi saetan rawestiya û xelk bi hezaran be?darî kampanyayê bûn. Dr. Yildirim li Mêrdînê ji bo organîzekirina xebatkarên bijijkî xebatên hêja kir. Ji bo ku rola ciwanan di xebatên polîtîk de girantir bibe kirinên xwe yê erênî hene. Bi rola xwe ya bêteref û mirovhez gelek dengên a?îretên cewaz dê wergire û bi vê yekê wan e?îretan bi ?êweyek erênî nêzî hevûdu dike...Dr. Kamîran Yildirim bi dîtînên xwe yên balkê? û rengîn tê nasîn. Em pê re axifînin û li ser pirsa DTP ê, planên wî yê pê?erojê ji bo Mêrdînê, nêzîkbûna wî li pirsên ziman, çand û edebiyatê bersiva pirsên me da. Fermo hevpeyvîna bi Dr. yildirim re... - Ji kerema xwe re xwe bide nasîn, Dr. Kamîran Yildirim kî ye?Ez di sala 1965 da li Gundê Çalê ku bi Nisêbînê ve girêdayî ye hatime dinyê. Min, pi?tî dibistana bingehîn û navîn li Nisêbînê, li Zankoya Çukurovayê dest bi xwendina mûhendistiya jeolojiyê kir. Zordestiya li ser min bû sedem ku pi?tî sê salan ez dibistanê bidim guhertin. Min ji nû ve li Zankoya Dîcleyê dest bi xwendina bijîjkiyê kir. 1994 de xwendina min ya tibê bi dawî hat û min di heman salê li Navenda Tendurustiya Mêrdînê wek serek doktor (serbijijk) dest bi kar kir. Doktoriya min hetanî roja serlêdana berendamtiyê li "Servîsa Nexwe?iyên Jin û Zarokan li Nexwe?xaneya Mêrdînê" didomiya. Ji bilî karê nexwe?xanê, ev 7 sal in ku ez di belediyan da li ser pirsa "tendurustiya lokal" ?êwirdariyê dikim. Xebata min ji bo demokrasiyê di dema xwendinê de dest pê kir. Di 1985 an de, di avakirina komeleyên xwendevanên zankoyên Çukurova û Sivasê de rola min mezin bû. Ez, ji ber çalakiyên wê demê di sala 1991 î de ji aliyê Dadgeha Ewlakariya Dewletê-DGM ê hatim dadgehkirin û du (2) mehan bê sedem hatim zîndanîkirin. Ji ber zordestiyê, di sala 1992 an de mecalên min û xwendinê li Çukurovayê nema. Ez mecbûr bûm ku li zankoya Dîcleyê dest bi xwendina tibê bikim.  Li Mêrdînê ji awira meslekî ve pêwîstiya bijîjkan bi organîzekirinê hebû. Me di 1998 an de Odeya Tabîban ya Mêrdîn-?irnexê ava kir. Pi?tî serokatiya sazgêr ya odeya doktoran, min, di salên 1998-2000 û 2002-2004 an de jî serokatiya odeyê kir. Min di axafitinek xwe de qala çareseriya Pirsa Kurd kir û ji ber wê ez di DGM ê de hatim dadgehkirin. Pa?ê têkiliyên min bi dezgehên bijîjkîyê yên Almanya re çêbû. Ji ber wê Wezareta Bijikiyê lêpirsinek li dijî min da destpêkirin.  Ez bi awayek aktîf tevlî xebatên Paltforma Demokrasiyê bûm. Min demekê niwêneriya wê kir û ez be?darî civînên wê bûm. Sendîqeya Kedkarên tendurustî û Civakî-SES ê li Mêrdînê di sala 2005 an de kongreya xwe pêk anî û di kongrê de ez wek serok hatim hilbijartin. Serokatiya min li wir didome. Her wisan niwêneriya min ya Konfederasyona Sendîqeyên Kedkarên Fermî-KESK ê li Mêrdînê jî didome...  - Hûn ji lîsteya DTP ê hatin derxistin. Medya ji bo te sernivîsa "xetera li hemberî DTP ê ya herî mezin" bikar tîne. Li aliyê din xelk bi xurtî pi?tgiriya te dike. Li ser pirsan dîtina te çi ye?Rast e, ez ji lîsteya DTP ê hatim derxistin û ew pi?tgiriya min nakin. Lê biryar a wan bû û karê partiyê ye ku li ser vê helwesta xwe mirovan ronî bike. Hêviya min ew e ku dema daxuyaniyek wisan bê kirin, ew ê argumentên bi wijdan û bi edalet bi kar bînin û etîka polîtîk ya ?ore?geriya demokratîk û welatperweriyê birîndar nekin. Partiyek ku bingeha xwe li ser pê?xistina siyasetek e tevlîbûna tevahî ava kiribe, tevlîbûna reng û çînên cewaz ji xwe re kiribe rêbaz û ji bo ku ew ji siyaseta kurdî para xwe werbigirin têdiko?e û diparêze, dîsa partiyeke ku huquqa gel û ferdan esas digire ku ew ê di nava xwe de jî, rêzê ji vê huquqê re bigire û dê xwe ji van argumentên ku huquqa ferd/cemaweran biderizîne dûr bigire. Ez di vê baweriyê de me. Ger em bên ser tabîra ku medya ji bo min bikar tîne; berî herti?tî ez ne li dijî DTP ê bûme berendam û ne jî li dijî rêbaz û polîtîkayên wê yên bingehîn im. Di vê çarçoveyê de ez nikarim vê argumenta medyayê bipejirînim. Ev dê bibe neheqiyek hem li min, hem li gelê me û hem jî li DTP ê. Heger di wateya ferdî de paxav an go kaygiyek hebe, teqez ev a gelê me û ya derdorên demokratîk e. Belê, destek û pi?tgiriyeke xurt a ku ji derdorên berfireh ên gel û têko?îna kedê û derdorên demokrat tê heye. Ez bi van pi?tgiriyan û bi dengê ji wijdanê xwe rêya xwe didomînim. Ev teqez ne parastina kesayetiya ferdî ye, ev teqez ne serîrakirineke li ser bingeha e?îrî ye, ev teqez ne hesabpirsîneke li ser esasê ferdî ye. Ev bi temamî meseleyeke wijdanî ye. Pirsgirêka destnî?ankirinê ye. Ji ber ên ku tiliya wan a nî?anê ?ikestibe wijdanê wan jî ?ikestiye. Yên ku tiliya wan a nî?anê winda bûbe wijdanê wan jî winda ye. Min nûnertiya tiliya derdorên ku dixwazin destnî?an bikin, pejirandiye. Min ji ber vê yekê biryara berdewamkirina rê da. Heger em ji bo ?erefa (onura) gelekî têdiko?in, bi tenê em dikarin vê têko?înê bi rêya wan kesên ku dikarin li onura xwe ya ferdî xwedî derkevin bidin, min guh da xwediyê van dengan û ez me?iyam. Di nava siyaseta li Mêrdîn ê de li dijî sulteya zimreyeke teng a ku li pê?iya be?darkirina komelanên gel bo nava siyasetê bûne bend û kosteke pir giran, nerazîbûneke tund heye. Ji ber vê yekê jî min guh da wan kêsên ku dibêjin; divê ji bo pê?îlêgirtina vê grupa ku li pê?iya vê paradigma siyasî ya nû bûne bend û nahêlin ew di nava gel de ?ax û perên xwe berde, bêne asteng kirin. Min bi pi?tgiriya wan daye rê. Ji ber ku ez ji seheya kedê, sendîkayê, xizmetê têm pi?tgiriyeke pir mezin ji bo min heye. Ez ba? dizanim bê pi?girî tê maneya çi. Ev pi?tgiriya welatparêziyê ye. Ev pi?tgiriya demokratbûyinê ye. Ji ber ku ez ba? dizanim ku ez dikarim vê mesûliyetê hilgirim, min ev destek pa? de nezîvirand. Ji ber ku min îro ev destek bi pa? de nezîvirandiye, ez ê sibe jî vê pi?tgiriyê venegerînim, ji loma min rêya xwe domand.  - Di hilbijartinê de ?ansê wê yê serketinê çiqas e??ansê min ê biserketinê pir zêde ye. Em vê diyardeyê pir zelal û vekirî dibînin. Bêguman dema mirov di çarçoveya siyasetê de binêre hê demeke dirêj li pê?iya me heye. Hê jî, girseyeke mezin heye ku me xwe negihandiye wan. Derdorên pir fireh ên civatê li me digerin û pi?tgiriya xwe ji bo me diyar dikin. Di vê girêdanê de xebata me berdewam dike. Lê heta niha ew pi?tgiriya ji bo me tê dayin ba? diyar dike ku ?ansê me yê hilbijartinê pir zêde ye.  - Bi raya te dê li Mêrdînê dabe?kirina dengan çawa be?  Kîjan partî dê çend parlementeran bibe meclîsê?Ji bilî hindek derdorên rantcî ez ba? dizanim ku tu alternatîfeke din a gelê me ji bilî endamên serbixwe pêve tune ye. Bi baweriya min ew kesên ku dê demokrasiyê, a?tiyê, reng û rengîniyê bi kurtahî dengê Mêrdînê biparêzin dê bêne hilbijartin. Meyla gelê Mêrdînê ber bi vê de ye. Bi raya min bi zimanekî rast û bi argumenteke rast dê ev yek pir xurtir pêk were. Bi vê girêdanê di van hilbijartinê li pê?iya me de dê Mêrdîn bi dengê xwe yekîtiya kurdan, ereban, suryaniyan ava bike û wan li hevdu nêzîktir bike. Wek serencam jî berendamên serbixwe yên hezar hêviyan, ez û du (2) ji AKPê û yek (1) ji CHPê dê bêne hilbijartin.  - Di nava wan de pirsgirêka kurd, hemû mijarên ku li Tirkiyeyê qedexe ne, ji bo ku mirov li zemîneke nerm karibe wan bigire dest û li ser wan di nava atmosfereke azad de karibe giftûgoyan li ser wan bike, divê çi were kirin?Bi raya min pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê sivilîzasosyon û pêve girêdayî sivîlkirina siyasetê ye. Ji ber vê sedemê jî, berî herti?tî divê parlemento ji bin desthilatdariya hêzên milîter û paramilîter a her cureyî derkeve. Wek pêwistiya nûnertiya demokrasiyê parlemento divê bibe navenda nûnertî/birêvebirinê. Girêdana gel a bi siyasetê divê were xurtkirin, dengê gel divê ji heremê bêgihandin bo parlementoyê. Ji bo ku mirov karibe vê pêkbîne pêwistiyeke bingehîn a bi derdorên gelek cuda, saziyên rêxistinên civakî, derdorên demokrat, rêxistinên kedê heye. Li ?ûna neteweperestiya ku li Tirkiyeyê tê xurtkirin gelperwerî, li ?ûna zimanê neteweperestiyê divê zimanê a?tiyê yê gelperweriyê bê xurtkirin. Hemû komikên ku di hêla siyasî, cinsî, çandî, aborî û civakî de bi navê yêndin têne bi navkirin hene ku ew jî, di nava xwe de hevdu bi navê yêndin binav dikin, divê mirov vê siyaseta dewletê bibîne û vê yekî nepejirîne, red bike. Ji vir jî, divê mirov zimanê nû yê berhimbêzkar yê siyasetê bibîne û be?dariya van komikan pêk bîne. Çawa ku bi qasî turkan kurd jî xwediyên eslî yên vî welatîne, bi qasî turk û kurdan suryanî, ereb, laz, çerkez, ermenî û terekeme jî xwedî heman mafa ne. Yanî hemû gelên ku li vî welatî dijîn divê bi rengên xwe yên xas, bi qasî mêran jin, di radeya wan de ciwan û zarok jî unsurên eslî yên vî welatîne.  - Herî zêde kîjan mijaran hûn ê bînin rojeva parlementoyê?Helbet pirsgirêka herî sereke li vî welatî ya nasnameyê ye. Mirov ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, bawerî, cinsî û siyasî têne çewisandin, zor û zehmetiyan diki?înin. ?owenîzma ku tê bilind kirin û êdî pir zehmet e ku pê?î lê bê girtin formeke hîsteriya yekkirinê girtiye. Bi navê pêkanîna vê ew ?îdeta fa?îst ku li ser civakê tê bikar anîn, dîsa rade û çarçoveya wê di bûyera Hrant Dink û mêrkujiya li Meletyeyê de û di qetlîamên lînckirinê de ba? hatin dîtin. Ew kesên ku berê qatlîama li Sêwas/Madimakê pêkanîne bi me ba? didin zanîn ku ew çiqasî nêzîkî qatlîamên ku dê di pê?erojê de pêk bînin in. Dîsa êrî? û hewldanên lînckirinê yên beramberî kurdan li holê ne. Her ku diçe kesên ?ore?ker, demokrat, kurd, kedkar û yên ku cuda ne ji nava civatê têne avêtin (dibin yêndin). Bêguman ez ê li hemberî van kirinan rawestim. Ev dê bibe watinaya min a sereke. Ez ê hewl bidim dengê Mêrdîniyan, kurdan û wan hemû kesên tê xwestin bibin yên mayin (yêndin). Ez ê bi hi?mendiya ku Mêrdînê bi nasname û avahiya xwe, pir çandî û pir zimanî, dewlendiya gelan a ku hevdu pêktînin û wan li hevdu nêzîk dike, di heman demê de jî, rastiya herî rastîn a turkiyeyê ye tevbigerim û ez ê bibim pencereya Mêrdînê ya li parlementoyê. Ez ê hewl bidim ku Tirkiye di vê pencereyê re binere.         Divê Turkiye bibe Mêrdîn…!        Bê guman ev deng dê ne tenê dengê min be. Ez ê bibim dengê rêxistinên sivîl û ez ê bibim berdevkê dengê xel.         Li kêleka vê pirsgirêkên Mêrdînê yên xas hene. Tendurîstî, di serî de perwerde problemên aborî, ez ê ji nêzîk de pirsgirêkên çandinî û ajalvaniyê bi?opînim û ez ê ji bo çareserkirinê hewl bidim. Rastiya ku çavkaniya van di çaresernekirina pirsgirêka kurdî de ve?artîye, dîsa jî destdêr e ku mirov van pirsgirêkan di demeke kurt de çareser bike. Wek tê zanîn ev bi salan e ku li heremê digel çewisandin û ?îdeteke tund ablûkaya aborî jî tê pêkanîn.  - Hûn rew?a tenduristiyê ya herêmê ba? dizanin. Gelo tu di derbarê vê pirsgirêkê de karin çi bikî?Dema mirov li diyardeyên tenduristiyê yên Mêrdînê tema?e dike, mîna bajarên din ên herêmê pir kêmî standardên Tirkiyê ye. Sedema herî sereke ya vê ev e ku; li ?ûna xizmetên parastinê yê tendirûstiyê, wek serencama polîtîkayên neolîberal ên ku tedawiyê esas digire derdixin pê?. Ev hem buha û hem jî, dibe sedema windakirina hêza karî û wekî din jî, tê wateya hebakirina çavkaniyên xas. Lê heger ev çavkanî bi awayekî rast û rasyonel bêne bi karanîn, dê bi awayekî gi?tî rê li pê?iya nexwe?ketina mirovan bigire û wekî din jî, dê standarta jiyanî ya mirovên herêmê bilindtir bike. Dîsa wek serencama valakirina gundan koçberiyeke ji ni?kê û bê amadekarî ya ber bi bajaran de, van deveran vediguhêze jîngehên ku ji binesaziyê mehrûm. Girseyeke ku hê ne ji aliyê aborî û ne jî ji aliyê çandî ve amadeye, neçarî koçkirina van deran bûye û ji mecbûrî li van deran dijî. Li van deran rîskên nexwe?iyên jêveketinê pir zêde ye. Ji ber ku birêvebiriyên me yên herêmî ne ji aliyê aborî ne jî potansiyel ji bo vê amadene, nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber vê sedemê jî divê ev dever wekî herêmên afetê bêne beyan kirin. Çavkaniyên zêde bo van herêman bêne veqetandin. Incax mirov bi vî awayî dikare jîngehên ku bûne kaniya nexwe?iyên veketinî sererast bike. Mirov dikare çavkaniyên xas ên xwe bi awayekî rasyonal bikar bine û bihêle ku her kes ji xizmetên tendiristiyê wekhev, bela? û wek pêwist e, sûdê werbigire. Wekî din jî ji ber pirsa zimanî gelê me yê herêmê wek pêwist e, ji xizmetên tenduristiyê sûd wernagire, heger em ji rastiya pirzimaniya herêma xwe hereket bikin, divê xebatkarên ku bi kurdî dizanin di dezgehên tendirustiyê de bêne xebitandin û wekî din jî, ez ê hewl bidim ku ji bo wan kesên ku ji derveyî herêmê tên û bi kurdî nizanin kursên zimanî bêne dayin. Wek kesekî ku bi salan e li herêmê xebitîye, gundê wî hatiye vala kirin û ?ewitandin, di rêxistinên pî?eyî de û di warê sendîkayî de jî birêvebirî kiriye, di birêvebiriya herêmî de di seheya tenduristiya xelkê de xebitiye û dîsa wekî kesekî ku pî?eya xwe di gelek warên cuda de pêk aniye, ez ê van mijarên ku min li jor rêz kirine bi xurtî bînim rojeva welêt û di derbarê çareseriya wan de hewl bidim.  - Li herêmê çewisandineke pir tund li ser jinan heye. Dîtina te li ser vê pirsê çi ye? Çi dikare bê kirin?Em di nava civateke ku desthilatdarî û huquqa toreyî ya mêran serdeste de dijîn, ev jî, li pê?iya ferdîbûyinê bend û pirsgirêkeke esasî ye. Di vê girêdanê de li ser jin û zarokan çewisandineke tund heye. Lê bi taybetî jî, li ser jinan çewisandineke giran heye. Jinên ku ji bo namûs û edetê têne ku?tin jî, vê yekê dirastînin. Li kêleka vê jî, di meseleya perwerde û civakî de jî, kêmasiyên mezin hene. Ji bo pê?îgirtina vê pêwist e ku jin di meydana siyasî de xwe birêxistinî bikin. Lê digel vê yekê jî, divê jin di seheya civakî û aborî de hebin. Bi taybetî jî divê dewlet di seheya perwerde û aboriyê de polîtaka bipê? bixe û pê?iya jinê veke. Bi raya min rêxistinên civakî di serî de DIVES û sendîka divê rola xwe bileyizin.  - Tê gotin ku nêzîkatiya we ji bo çand û hunerê heye? Çima çand û huner?Çand û huner yek ji wan faktorên herî sereke û bingehîn e ku hem civakê û hem jî gelan nêzîkî hevdu dikin, nasnameyan pêktînin, civakê ji hevdu vedire?înin û ji nû ve wê ava dikin. Ez ji vê awirê ve buhayekî gelekî giran didim wan. Ji bo pê?ketina zimanê kurdî, rola wêjeyê gelekî girîng û esasî ye. Ji ber vê sedemê jî dema min kar û xebata birêvebiriya herêmî dikir, min gelekî xwe diwestand da ku ez karibim di serî de wêjevanên kurd û gelek wêjevanên din bînim cem xwendevanên wan. Wek kes jî ez bawer dikim, ji bo takekes xwe pê? bixin Wêje roleke gelek girîng dileyize. Bi raya min bi qasî ku wêje û huner ji bo kesan roleke pir perspektîfî diafirîne, heman dewrê ji bo siyasetmedaran jî pêk tîne. Dîsa bi baweriya min wêje û çand mê ne û li ?ûna zimanê ?îdetê, ew zimanê a?tiyê ne (Werger: Serkan Brûsk & Zarathustra News).

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur