SimÓnara ?anda PerlemanÍ KurdistanÍ li BilÓfÍld Í (Elmanya)
Tarih: 08.07.2007 Saat: 14:10 Gnderen: Editor
|
|
Mahir Berwarîbarwari@web.de Ji bu pi?girtin û zelal kirna madê 140 ê destorî yê Êraqa Fîdral û rê girtin li ber wan pîlanên dagîrkerên Kurdistanê (taybet Dewleta Kemalîst) pê radibin, li Ewropa û Emrîka, ji bu pa?êxistina bicihînana vî madey û nekirna rapirsiyê (Rifrandomê) li deverên veqetandî ji tuxwîbê Kurdistanê, ji Xaneqîn, Kerkûk, heta di gihîte ?ingalê, Perlemanê Kurdistanê ?andek bi serokatiya (Dr. Kemal Kerkukî), cêgirê serokê Perlemanî û endamiya perlementar ji lîstên zer, kesk, Turkuman, komela Îslamî û Kurdên Êzidî
Li Belcîka, li Perlemanî, konfranseka êk rojî bu sandê Perlemanê Kurdistanê amadekirin, bi harîkariya Enistityota Kurdî û komela çanda Kurdî li Belcîka, herwesan li roja 05.07.2007 li Emistirdam (Holenda) bi harikariya Melbendê Ro?inbîrî û Mîdyayên Kurdî ve, simînarek bu hate amadekirin. Li roja 06.07.2007 ê da, li bajêrê Bîlîfêld yê Elmanî, siminarek berfireh bu Dr.Kemal Kerkûkî, cêgirê Perlemanê Kurdistanê û Pîr Xidir Silêman, endamê Perlemanê Kurdistanê (Kurdê Êzidî), hate rêkxistin.Vê simînarê ji seet êkî pa?nîvro destpê kir û çend seeta vekê?a.Hijmareka zur ya Kurdistaniya amade bibun.Pi?tî deqiqek rawestan, rêz ji bo giyan û xebata ?ehîdên Kurdistanê, û peyva bi xêrhatinê ji layê rêkxerêt vê simînarê (Lîjna Nawça Hanover ya PDK) ve hate xandin, bu gera birêz Dr. Kemalî. Li destpêka axaftina xwe da, sopasîya rêkxerêt vê simînarê û amadeboya kir û amadeyiya xwe diyar kir bu bersifdana her pisyarekê.Pa?î hate ser sohbeta Kurdistanî buna Kerkûkê ji layê Dîkomêntî ve, qala nex?ekê gelekê kevnê dewleta Osmanî kir ko Emrikiya bi xwe li Lobnanî çapkirîye, herwesa nexsekê dî yê Osmanîya yê sala 1893, Emrikiya ew jî li Lobnanî çapkirîye, di van herdu nex?a da bi a?kirayî Kerkûk di keve nav tûxîbê Kurdistanê û Êraq bo sê parça ker diket, Êraqa Erebî, Ecemî û Kurdistan.Kerkûkî dirêjî da simînara xwe, nîvi?kê axaftina wî, wê bi kurtî di van çend rêzan da zelal keyn:. Kerkûk çevenga (simbula) bierebkirna Kurdistanê ye, Helebçe simbula kîmya baranê ye û Germîyan simbula Enfalkirna Kurdistanîya ye.. Seddamî di got: Divêt Hê?tir (Deve) li Hacîomran avê vexon, anko heta Hacîomran Erebbiken.. Kerkûk di kevîte di navbera Behe?t û Cehnemê (Dojê) da.. Turkiman dijî (qar?î) madê 140 ê nînin, wekî Turk di bêjin. Piranîya li gel bicih înana madê 140 ê ne, tenê hindek nebin ewên xwefirotîne Turka ko bi navê Cebhê Turkomanî ne.. Cebhê Turkomanî hilwe?aye, ji 80 endama 12 mirin û 29 a dest jê berdaye (îstiqale dane) û Cebhê Turkimanî lî Teleiferê ji wan veqetanê û li pi?ta Hevpeymana Kurdistanê ne, dixazin li gel Kurdistanê da bin.. Probagenda Cebhê Turkomanî ya xorte û xirabiyê di gehînîte Kurdistanê ji ber ku li derve, li perlemanê Ewropî û li Emrîka bi bizavin bi harîkarîya Dewleta Turkî..Turkiya di vêt rewsa Êraqê û ya Kurdistanê aloz biket, bi harikariya xwefirosêt we Cebhê Turkmanî, da Kurdistanî negehin mafên xwe.. Ya ji hemya xeter tir rêkxistina navdewletî ye, bi navê (Înternationel kreis groap), ko dojminên Kurdistanê ne û propagindeka dijwar diken dijî Kurda û cihê bawerîya Ewropa û Emrîkane, ji ver ko ya nav dewletî ye, ji sê endama pêkdihê, êk ?ofonistekê Erebe li Ordinê ye , do yên dî Turkên nif?perêsin (resistin). Lew daxazê ji Kurdistaniya di kem ko bi E.Mail a bo hemî ciha bi?înin û wan rûre?ken, da kesê bawerî pê nemînît. Daxaz kir ko Kurdên ji derve wek turka zarokên xwe fêrî perwerda netewî biken. Pojê Bêker-Hêmilton, gelek bendên dijî berjewendîyên Kurda ji raportên vê rêkxistîyê.. Hijmareka zor ji Erebêt (Teirîbê) vegerayne ve, gelek jî xwe amadekirne vegerin, li hîviya alikarîyê ne. Li dûv da rê da perlemanar (Pîr xidir silêman) da, hinde ronkirna bidete ser rew?a deverên piraniya Êzidî lê xwecihin.Perlementarê fireksyona zer ji Kurdên Êzidî, qala rew?a kurdên Êzidî kir li ser demê rijêmên berê yê Êraqê, ko Êzidî ji kêmtirîn maf bê behir bon û çareserîya wan alozî û kêmasîyên heyn , di vegerana wan devera bo ser herêma Kurdistanê ye. Rew?a kurdên Êzidî ne li astê pêtvîye, lê em bi hîvî ne ko bi encamdana madê 140 û vegerana wan wê piraniya wan kêmasiya çareser bin.Li domahiyê rê dane amadeboya, bo gênge?ê û pisyara, gelek pisyar û têbînî li cem xwe not kirin yên ji amadeyîya ve jê hatine kirin. Wan bi vekirî û bi dilfirehî ve gênge?e û bersiva wan dan .
|