Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 35 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


SwÍd ? zmanÍ zikmakÓ
Tarih: 04.07.2007 Saat: 19:33 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Maruf YILMAZ    Divê em ji bîr ve nekin ku demokrasîya Swêdê evqas  mirovhez bû, lê dîsan jî, heta sala 1970î mafê samên swêdê ên neteweyî, kulturî û zimanî qedexe bû û Swêdê bi domana  endambûna xwe ya bi Yekitîya Ewropayê re,  mafê 30 hezar samên Swêdê nas kir û zimanê wan bi hawayekî fermî pejirand û di dosya û sazgehên xwe yên fermî de da bi cîhkirin û pejirandin.

    Ez gotina xwe dihînim ser domana demokrasîyê li Tirkiyê. Bi bawerîya min dê Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê hîkarîya xwe li ser Tirkiyê bike û hinek wê bigihîrîne, lê niha nikare wê bike wekî xwe. Endambûna Tirkiyê bi Yekitîya Ewropayê re dê  bibe çirûskekê,  ji bo  bidestxistina mafên kurdan ên neteweyî, kulturî,  zimanî û civakî. Em niha dibînin ku samerên Swêdê, xwedîyê parlamantoya xwe, mar?a neteweyî, ala xwe, axa xwe û roja neteweyî ne. Ew 30 hezar kes in, em kurd 40 mîlyon in. Daxwaz û mafên sameran, di organên Yekitîya Miletan û Yekitîya Ewropayê  de cihê xwe yê taybet digire, jîyana wan ya kulturî, siyasî, civakî û olî didome û ew zimanê xwe yê ?êrîn  bikartînin.  Li ser axa wan, alaya wan bilind dibe. Demokrasîya Swêdê ev e, azadî ev e, biratî ev e, mirovahî ev e û ev daxwaz, xizmeteka mezin dike ji bo mirovahîyê. Divê em giranîya xwe bidin ser sîstema Swêdê û jê sûd werbigirin, çimkî Swêd mirovahî bi xwe ye û em bibin xwi?k û birayê  wê. Ez vedigerim ser perwerdeya xwendegeha Swêdê. Plana perwerdeya xwendegeha Swêdê  li ser bawerîya Basîl Bernteînî avabûye. Perwerdeya sala 1994an ji ya salên  berî bi radîkaltir û nûjentir e. Planên hîndekarîya perwerdeya 1962, 1969 û  1980î  bi qeyde û ?ertên hi?k ve girêdayî bûn. Lê ev ti?t ji bo plana perwerdeya  xwendegeha sala 1994an  derbas nabe. Li gorî plana hîndekarîya 1994an, divê ?agird, dêûbav û mamoste bi hevre bikevine ”dîyalogê” û plana hîndekarîyê bi hev re amade bikin.  Di  hîndekarîya perwerdeya xwendegeha Swêdê ya salên 1962 - 1977an  de  hîkarîya kultureka teng hebû  ku  jê re digot ”monokultur”, lê di sala 1977an de reforma zimanê zikmakî li Swêdê çêbû. Polîtîka Swêdê di derbara kêmneteweyan de hat guhartin. Pê?veçûna îdeolojîyê di perwerdeya xwendegeha Swêdê de bi çend guhartin û bûyerên dîrokî ve pêkhat, çawan?: Sala 1950îZimanê Samerî, hindiknetewyên dî û zaravayên cuda qedexe bûn (SOU 1992: 94, 1992). Sala 1960îPolîtîkaya asîmîlasyonê hebû. Di sala 1962an de plana perwerdeya wekhevîyê(1962 läroplan) tune bû. Zimanê zikmakî  bi hawayekî fermî cîh ne girt. Sala 1970î Polîtîkaya întegrasyonê dest pê kir . Sîyaseta xwendegeha Swêdê ji asîmîlasyona sala 1970î derbasî întegrasyonê bû. Yanî ji swêdbûnê derbasî întegrasyonê bû.Nimûne: dersxaneya duzimanî, zimanê zikmakî û zimanê duyemîn vebûn. Sala 1980îPolîtîka întegrasyonê li Swêdê belav dibe û  di dosyayên fermî yên dewletê de tê bicîhkirin. Kultura înterê ya perwerdeya xwendegeha Swêdê. ”Lgr 80” giranîya xwe dide ser agahdarîyê di derbara wekhevîya jin û mêran de. Sala 1990î Di salên 1980-1990 de kvalîteya zimanê zikmakî hat minaqe?ekirin û ji bilî wê jî ”qerar” li ser van xalên jêrîn hat girtin: 
  1. Neheqî li kesekî/ê neyê kirin.
  2. Azadîya  ”îndîvîdan”.
  3. Hemû mirov  wekî hevûdu bi qiymet in.
  4. Alîkarîya kesên hejar û sêwîyan bê kirin.
  5. Kes berpirsyarîya xwe bizanibe.
  6. Wekhevîya jin û mêran.
  7. Hurmet ji  hawîrdora me re  (Läroplan för Grundskolan, Lpo 94)
 Wollros (1998)  dibêje ku kultura neteweyekî  norm, zanebûn, serborî, hawayê hizira wî ye. Ji ber vê yekê jî, hawayê jîyana mirovî,  nasnameya(îdentîtet) mirovî ye. Ew xwe berdide nav zaroktî, xortanî û heta mezinahîya mirovî. Obondo (2003) giranîya xwe dide ziman û kultura neteweyekî û li gorî bawerîya wê, ziman û kultur  cêwî ne û  hevûdu ”temam” dikin.  Gava mirov bala xwe dide Tirkiyê  kêmneteweyên wê, bawerîyekî wisan  li meriv peyda dibe ku Tirkiye di pirsa kêmnetewe û neweteyê mezin kurd de ji cîhê xwe naleqe, kevir dileqe, lê ew naleqe wekî xwe maye.  Tirkiye bi hemû birîn, ê?, kul û pirsgirêkên xwe yên çaresernekirî ve, bi hemû qirêj û tawanbarîyên xwe ve jî, ji  mirovahîyê dûr e.  LITERATUR Û ÇAVKANΠObondo, M. (2003) Lyssna och lär eller prata själv, Invandrare & Minoriteter: Stockholm.Läroplan för Grundskolan, Lpo 94 (1993) Utbildningsdepartementet: Stockholm. Läroplanskommittén SOU 1992: 94, 1992), Skola för bildning, Allmänna Förlaget: Stockholm. Werollros, S. (1998). Språk, kultur och social identitet, studentlitteratur: Lund

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur