SŒSTEMA ZMAN KURDÓ
Tarih: 30.06.2007 Saat: 13:52 Gnderen: Editor
|
|
Maruf YILMAZ: Magisterandê pedagojî@ Fîl.Kand, mamoste Ferdinand de Saussure, jidayîkbûn 1857-1913 Îswîçrî lîngvîst Wekî hîmdarê strukturalîzmê tê nasîn. Kovara wî ya bi navê “Cours de lingustique” (1916) bû. Strukturalîzm di nav semîyotîkê de 2 hindav e û di nav xwe de dibe du(2) be?. Zimanek wekî sîstem û bikarhanînê ye. Nî?anek(sembol, nî?an) ji perçeyan, yek jê peyv /wêne û yek jê dîtin/hizr e.
Nimûne peyva darê, gava ku tu peyva darê dixwînî, hingê ew dar sombolekê çêdike, tu çi dibînî. Saussure dibêje, ziman di nav xwe de dike 2 be?: - Be?a yekemîn rêzman(grammatîk), qaîde û kodên zimanî ne, divê ev hebin ji bo danûstandinên civakî û zanyarî. Li gorî zanyarîya zimanî navê vê be?ê ”langue.” e Langue be?a zimanî ya sosyal û zanyarîyê ye.
- Be?a duyemîn ”parole”ye, axaftin ango nivîsîn e, rûberî û ferehîya zimanî ye.
Ziman wekî sîstemekê ye û li ser kesê (over individual) ye. Ziman di ser kesî re ye û li her cîhî jê zêdetir rola xwe dileyîze. Aristoteles civakê wekî organîzmekê dibîne, li wir ferd (îndîvîd) bi tevahîyê re girêdayî ye. Elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, bêje û ferheng e. Tîp(herf) perçeyên herî piçûk, atomên zimanî ne (Molander, B. (1983,1988). Zimanên neteweyî yên Ewropayê rola xwe leyîstin û bûn zimanên felsefeyî. Spînoza bi îspanî dipeyvî, lê yahûdîyê Holandayê bû, bi latînî nivîsî, Leîznîz almanî bû, bi latînî û fransizî nivîsî. Descartes û Hobbes ji hevûdu re name bi latînî û zimanê zikmakî dinivîsîn. Hobbes dixwest ku empîrîzm û rasyonalîzmê bi hevûdu ve girê bide. Ew mirovekî monarþîst bû, lê xwedîyê kultureke berfireh bû û di eynî demê de materyalîst bû jî û helwesteke radîkal digirt. Di sala 1700î de zimanên neteweyî yên ewropî hîkarîya xwe li ser hevûdu dikirin. Montesquîeu, Voltaîre, Rousseau û Dîderot bi fransî nivîsîn. Berkeley û Hume jî bi îngilîzî. Wolff, Kant, Richte û Schellîng bi almanî nivîsîn. Ziman bi xwe re tradîsyona neteweyî, temperamenta neteweyî afirand û wî roleke sereke leyîst. Voltaireyekî almanî, Humeyekî fransî û Kantekî îngîlîsî, di dema xwe de Ewropayê hejandin û mohra xwe li dîrokê xistin. Kultura ku di bin hîkarîya zimanê fransizî de mabû jê azad bû û her neteweyek, giranîya xwe dida ser zimanê xwe. Neteweperestî(nasyonalîzm) wekî hindavekî hizrê û îdeolojîk afirî û ew li Ewropayê belav bû (Nordin, Svante, rûpel 344-345, 1995). Teza ku ziman bîryara rasttêgihîþtinê dide, jê re dibêjin ”hîpoteza Sapir-Whorfî”. Lêkolînên Sapir – Whorfî li ser zimanê reþîkan e. Ew hizr, kultur û hawayên jîyana wan bi zimanê wan girêdide. Li gorî strukturalîstên Fransî, strukturên ferdî(serîndîvîdî) di ser hertiþtî de ne û ew struktur, tesîra xwe li ser hizrên ferdî(îndîvîdî) dike û ev strukturên ku di ser hertiþtî de ne bi tenê ziman e. Zimanê kurdî her tiþt e. Ew laþ, hizr, hawayê civakî, kulturî û jîyana kurd e. Shakespeare ne Gilgamêþ bû û ne jî Homeros bû û ne jî Dante bû. Her kes di dema xwe de mohra xwe li dîrokê dixe ango lê naxe. Felsefeya zimanî girîng e. Ziman ji bo min, ne înstrumenteke neutral e. Ziman ji bo yekitîya xelqê û serborîyên wî xelqî ye, da ku ew xelq bi çavekî mirovane li dinyayê mêze bike(Nordin, Svante(1995). Ziman dilê neteweyê kurd, ruh, can û xwîna wî ye. Zimanê kurdî bi xwe kurd û Kurdistan e. Ew netewe, kultur, ax, mêjû, laþ, dil, xwîn, stran, çîrok, helbest û karektera kurd e. Zimanê kurdî wekî hukumdarîyekê ye”. Ez zimanê kurdî wekî strukturekê dibînim û ji ber hingê jî, bi çavekî neutralê lê mêze nakim. Em vegerin ser bawerîyên Vygotskijî. Ew dibêje, ziman hizrê (fikirê) diafirîne, lê herwisan jî, hizr zimanî diafirîne. Li gorî Pîagetî, hizr zimanî diwelidîne (diafirîne). Dijminê kurd, bi zimanê kurdî dihêþe. Em vebigerin ser zanyarîya Comteyî. Ew bavê sosyolojîyê ye. Comte di felsefeya xwe de qala sê xalan dike, ew jî ev Gava qala zimanê tê kirin, ev kategorîyên jêrê tê bîra mirovî:1. Dîyalektolojî2. Pragmatîk3. Prosodî4. Sosyolojîya zimanî5. Teknolojîya zimanî6. Nivîsîna zanyarî7. Etîmolojî8. Fonolojî9. Teorîyên rêzmanî10. ?emîyotîk11. Sîstema rastnivîsînê12. Dengê zmanî yê rast13. Nî?ane / sembola nivîsînê14. Teorîya wergerê û faktorên dî… Di vê dema me ya ”postmodern” de ya girîng ew e ku zman bi rastîyê ve were girêdan. Rastî çi ye, ne hêsan ku em e?kere bikin. Niha em ser girîngbûna zmanê edebî radiwestin. Di navbera salên 1970 û 2000î de berpirs û xwedîyên zimanê kurdî hene. Zman “fikira netewebûnê” diafirîne û ew hîkarîya xwe ya ba? li civaka xwe dike. Teorî: Peyv û lêvandin navê ti?tekî ye. Peyvên wisan bi armanc in. Bi armanca ti?tekî tê nivîsîn, nimûne: “gul” bi gelekî armanca gulan e.- Zanyarîya teorîyê (teorîya epistemolojî). Ev teorî bi pirsa çi zanyarî ye, ”em çawan zanyarî fêr dibin?" û em çawan dizanin ku ti?tekî rast ango çewt e? Em bi çi hawayî dikarin lêkolînan çêbikin û rastîyê fêr bibin?
- Argumentasîyona logîkê (Formalîzm)
- Felsefeya zmanî di derbara xwezayîya zmanî de ye. Ev tê wateya ku her peyvek ti?tekî ye.
- Zman çawan û bi hawayî rasteqînîyê ?irove dike.
|