Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 24 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


RejÓma Ankara pozÍ xwe dike nava bijartinÍn li BeljÓka
Tarih: 09.06.2007 Saat: 13:12 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Enstituya Kurdî ya Brukselê, Komela ermeniyên Demokrat li Beljîka, Komelên Asuriyêan Li Beljîka û Weqfa Info-Turkli ser hilbijartinên Beljîkayê û lîstikên Tirkiyê îro daxûyaniyek belav kirin. Daxûyanî wisan e: Di 10 Hezîranê de bijartinên Federal li Beljîka hene û bi vê minasebetê bi serkê?iya Balyozxaneya Tirkiyê çalakiyên nîjadparêz dest pêkiriye. Em çar rêxistinên ku ji aliyê penaberan hatine avakirin siyasetmedaran û raya gi?tî ji vê talûkê re agahdar dikin!


De dema sîmpozyumeke di navbera namzedên Tirk li ser lîsteyên Partiyên Beljîkî de, roja 3 Hezîran 2007 li Schaarbeek yekî ji wan, Ergün Top (CD&V) weha got: “Eger di navbera Turkiye û Beljîka de ?er bibe, di hemberê Beljîka de cî digrim…”

Dema axaftin li ser xizmeta le?kerî ya endamê parlementoya Beljîka Cemal Çavdarli (sp.a) di çapemeniya Flamanî de vebû ku wî ji bo le?kerê Tirkiyê xizmeta xwe kiriye dîsa Ergün Top weha got: “Dema ev mijar hate minaqe?ekirin min ew parast û got ku minê jî xizmeta le?kerî li Tirkiyê bikira. Ev xizmet ji min re weke mîsyonekê ye. Texmîn bikin ku ?errek di navbera Beljîka û Turkiye de derket… Bes di dema ku axa welatê Turkiye ji aliyê dewleteke din bikeve bin talûkê, emê xwe biparêzin. Emê ?errê her kesê êrî?î me dike bikin. Eger ew Beljîka be, emê serî di hember beljîka de hildin!”
Ev çawa mimkin dibe ku kesekî ji aliyê xelkê ji bo parlementoya wî welatî were bijartin û ew di hember wî welatî bi xwe de ?err bike?

Vî namzedî da zanîn ku wî serokwezîrê Flaman Yves Leterme, yek ji rêberên CD&V û di pa?erojê de namzedê serokwezîriya Beljîka ye, li ser mijara jenosîda Ermeniyan û A?ûriyan, di bin tesîra xwe de hi?tiye:
"Di qada neteweyî de cidabûnên me jî hene ku hin caran xuya dikin. Mîsala xwedîgiravî jenosîda Ermeniyan yan jî komikên terorîstan. Cara yekem ku min bi Yves Leterme re li ser pirsa xwedîgiravî jenosîda Ermeniyan axaft, di destpêka xebata min di kabîneya wî de, pê? salek û nîv bû. Di destpêkê de ew aciz bû û ji min re got ku meriv nikare dîrokê înkar bike. Îro, eynî meriv, belkî serokwezîrê pa?erojê li Beljîka, bi saya min, ji rojnameyeke Tirk re dibêje ku ev mijar ewê di dema hikûmeta werê a di bin serokwezîrtiya wî de, li parlemento neyê axaftin. Ew dibêje ku di dema ?err de bûyerên xirab bûne lê binavkirina “jenosîdê” sucdarkirineke mezin e. Heta ev pirs ji aliyê dîrokzanan neyê lêkolîn û neyê zelalkirin ewê ti zagonan nede çêkirin. Hun çî din ji min dixwazin? (Mehmet Köksal, allochtone.blogspot.com, 3 Hezîran 2007)

Ev gotin ne fantaziyên siyasetmedarekî ne ku hem li Beljîka û hem li Turkiyê, (welatê jê hatiye) reklamê dike. Ev operasyona lobiyekê ye ku ji aliyê rejîma Ankara hatiye destpêkirin ku parlementerên li Ewropa û bi eslê xwe Turk ba? bidin xebatê. Xebata wan jî ew e ku berjewendiyên dewleta Turk biparêzin.

Di roja 03 Adar 2007 de serkê?ê diplomasiya Turk, Abdullah Gül, li Turkiyê gelek parlementerên ji Ewropa û bi eslê xwe Turk li hev civandin. Armanc ew bû ku stratejiyeke lobiyê ji bo Turkiyê ya mi?eterek bibijêrin. Di nav wan de Emîr Kir, Wezîrê Dewletê ê Bruksel (PS), Fatma Pehlivan, senator (sp.a) û Cemal Cavdarli, parlementer (sp.a) hebûn.

Çend hefte pa? re bi qasî 20 parlementerên bi eslê xwe Turk ji Ewropa li Girne, xwedîgiravî ‘Komara Bakurê Kibrisa Turk’ civiyan. Di dawiya civînê de senatora Beljîka lê bi eslê xwe Turk Fatma Pehlivan (sp.a) bi navê be?daran soz da serokê vê ‘komara’ Turk, Mehmet Ali Talat ku ew hemberê her çalakiyeke dijî berjewendiyên xwedîgiravî ‘Komara Bakurê Kibrisa Turk’ rawestin.
Soza senatora bi eslê xwe Turk ji bo lobiya Turkiyê di rojnameya bi navê De Morgen de li Beljîka di roja 03.06.2007 de hate pejirandin. Wê rojnameyê dinivîsî ku rêberê partiya CD&V di hevpeyvînekê de di rojnameya Zaman de jenosîda Ermeniyan înkar dike.
Mîna rêberên din yên partiyên siyasî li Beljîka Leterme weha dibêje: ‘berê ku siyasetmedar li ser jenosîdê biaxivin divê saziyên navneteweyî vê mijarê zelal bikin. Weke siyasetmedar ne ti?tekî aqilane ye ku li se jenosîdê were axaftin eger pisporan zelalî nexistibe vê mijarê. Bi vê bîr û beweriyê ez tenha nînim û ji vê jî zêdetir naxwazim biaxivim.’

Di roja îro de em dibhîzin ku serokê sp.a (Partiya Sosyalîst) Johan Vande Lanotte gotinên Yves Leterme (Rêberê Partiya Xiristiyan Demokrat û serokwezîrê Flaman) dipejirîne. Ango ew jî jenosîda Ermeniyan qebûl nake. De Morgen dibêje ‘Eynî mîna CD&V, sp.a jî naxwaze rayên civaka Turk hunda bike. Siyasetmedarên sosyalîst, mîna Fatma Pehlîvan, bi salan e mîna Leterme durûtiyê dikin.

Di dema bijartinên berê niha jî ev înkar û durûtiya partiyên siyasî ji bo jenosîda Ermeniyan û Asûriyan gelekî zelal xuya dikir. Gelek namzedên Turk ku di me?ên dijî pejirandina jenosîdê (negationîsme) de cî digirtin ji ser lîsteyên partiyên cihê, mîna partiyên Frensiz PS, MR, Cdh hatin bijartin. Hin ji wan partiyên siyasî li ?ahredariyên mîna St Josse ten Noode, Schaarbeek û Parlementoya Bruksel temsîl dikin.

“Yek; çarçewa bijartinan înkarakirina ji aliyê setokwezîrê Flaman zelal dike. Gelek rayên civaka Turk ku meriv dikare bistîne hene. Rayên civaka Ermenî jî kêm in. Hesab li ba we. Laurette Onkelinx (Wezîra Dadmendiyê ) li ser vê mijare dikare biaxive. Dema wê dixwest bibe serokê ?ahredariya Schaarbeek zagoneke ku înkara jenosîda Ermeniyan sûcdarî bipejirîne qebûl nekir.” (Le Soir, 6 Hezîran 2007)

Di roja îro de kampanya hemû namzedên Turk di rojnameyên Turkan de û li nav ?ahredariyên ku Turk tê de dijîn bi Turkî dibe. Ew bi vê yekê li gora programa lobya Turk dime?in. Nîjadparêzî, înkara jenosîda Ermeniyan û Asûriyan, tohmetkirina têko?îna Kurdan ji bo mafên wan yên bingehîn û her kesê din ku muhalîfê rejîma Ankara ye, bicîanîna plana ku hin ?ahredariyên Beljîka ji Kurdan, Ermeniyan û Asûriyan paqij bikin da ew bi temamî bikevin bin destê Turkan.

Em carek din tînin bîra we ku berî niha avayiyên Kurdan û Asûriyan ji aliyê Bozkutçiyan bi amanca civakên Kurd, Ermenî û Asûrî ji ?ehredariya St. Josse birevin, hatine ?ewitandin.

Bijartina van namzedên Tukperest ku Lobystên Turkiye ne, bi alîkariya hin siyasetmedarên Beljîkî, ewê ne tenê jiyana civakî li paytextê Ewropa, Bruksel tevlîhev bike, lê civaka demokratîka Beljîka jî ser û bin bike.

Em bangî berpirsiyarên siyasî yên vî welatî dikin ku di hember vê xefkê de, ku ji derveyê welêt tê, hi?yar bin û ji normên demokratîk yên Ewropa re fedakar bimînin.

Em herweha bangî raya gi?tî dikin ku ew dengê xwe nedine kesên ku di ciyê ji bo civaka Beljîka kar bikin ji bo berjewendiyên rejîmên zordar dixebitin. Bruksel, 6 Hezîran 2007 (Zarathustra News).

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur