Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 17 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


HILBIJARTINA GI?TŒ € REW?A H Z N KURDISTANŒ
Tarih: 01.06.2007 Saat: 16:17 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Baran Hemze     Mijara hilbijartinê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi guhartinên balke? bi berdewamî tê muneqe?ekirin. Çend roj berê nivîseka hevseroka DTP di rojnama hurriyettê de derket û bala hemî Kurdên welatparêz ki?and. Aysel Tugluk xanim nerînên devleta Tirkiyê gelek vekiri ji raya gi?tî re e?kere kir.Çi bû ew nerînên balkê?? Xanim Tugluk wîsa dibêje: 'Divê Kurd devleta Tirk wek dagirker binav nekin û devleta Tirk jî divê Kurdan wek dijminên xwe nebîne'! Aysel xanim netewa Kurd wek mîya hisab dike, xwe u aqilmendê xwe jî gelek bi aqil û zîrek hisab dike.

     Hevserokê dtp Aysel Tugluk xwe berdide, dinivîse: 'Mistefe Kemal bê mirin e û ew ?ewqa me ye jî'! Belê. daxwazê devleta Tirk hêdi hêdî bi e?kere ji alîyê hevseroka dtp-ê tê ziman û digîje raya gi?tî. Ez dibêm belkî kemalistên tirk jî ?a? û metal dimînin û dibêj?n: Gelo van kemalistên nû ji ku derê derketin? Kî dibêje 'Kurd tehlûke ne, ka tema?e bikin ji me zêdetir Tirk in' ev jî têr nake Aysel xanim berdewam dike dibêje: 'Em misaki millîya devletê diparêzin, heger hûn heqîqetê bipirsin misaki milli heya ba?urê Kurdistanê ye'.     Niha Kurdê bi namus û xîret divê carek din kumê xwe bidin pê?îya xwe û biryara xwe bidin. Gelo mîrov dikare îrada xwe teslîmê kemalîstan bike? Ew kemalizma ku hebûna xwe li ser qîrkirin û tunekirina xelkên din tesîs kiriye. Welatperwer divê biryara xwe bidin, an dê di xizmeta kemalistan bikin, an jî li eslê xwe vegerin û xwedî li xireta xwe û li netawa xwe derbikevin.     Ba? e di vê mijarê de rew?a hêzên Kurdistanî çi ye? Dil dixwest ku mîrov bikariya bêje bi organîze ne û xwedî helvestek zelal û pê?hazirîyek ba? in! Mixabin hê jî bê teqet in, kêm organîze ne, ne xwedî bernameyek zelal in; bi kêmasî bernameyek hevbe? tune. Em dikarin bêjin d? warê siyasî de, -li benda rehma Xwedê ne-. Birîna herî kûr ya tevgera bakur ev e.     Tame?e bikin, ji xeynê DTPê ku îro li wê derê jî zêdetir dengê hevkarên kemalistan derdikeve, hêzên din yên yasayî li piyasa siyasetê dengê wan nayê bihîstin! Tu hêvîya wan jî tuneye. Partî û rêxistinên Kurdistanê ku ne yasayî ne, lê hêza xwe ji me?ruiyeta gel digrin, mixabin rew?a wan jî ne ba? e! Ew jî mîna partiyên yasayî bê deng in, ti hewldanek berçav tuneye! Ne ?êwra xwe ligel hev dikin, ne namzetek wan heye, ne jî helwestên wan derbarê hilbijartinê de dîyar e.     Bawer dikim di dilê hin rêxistinên Kurdistanê de nerînek wîsa heye ku difikirin paytextê dagirkera ji me ra nabe! Divê em berê xwe bidine welatê xwe û hewl bidin li ser axa xwe bibin desthilatdar. Bi wan nerînên xwe dem dem derdikevin platforma an genge?îyê. Lê di warê praktîkê de tucar bi helvestek e?kere û radîkal derneketin hemberê raya gi?tî.     Ev ti?t çawa dikare bibe bingehê xebata hevbe? li Kurdistanê, bi raya min kengî rêxistinên Kurdistanî dev ji peytextê dagirkera berda, hêvî u ramanê xwe ji wan qutkirin, wê demê pêngavek gelek xurt û anagorê berjewendîyê netawa Kurdistanê dê bê awêtin. Heqê tu rêxistin û sazîyek tuneye xelkê Kurdistanê bi ?irîkatiya sistema parlementerîya tirkan bixapîne! Gelê Kurd li ser axa xwe nebe hêz, parlementa Tirk hebûna Kurdan jî nayê bîra wan.       Parlemena tirka liser tunebuna netewa Kurdistan hatîye avakirin, bi kîjan sondê hunê netewa  xwe li parlemana ?owenîst dagirker de temsîl bikin? Eger em insanên xwe rêk?n parlementa Anqerê jî divê j? wî re jî qeyd û bend hebe. Ne ku evên herin Anqerê doza Amedê û birayetiya Kerkûk û Amedê ji bîr bikin!Gelo li gundekî Kurdistanê desthilatdar buyîn ji parlemena dagirkera ne bi rumettir e? Belê, divê em wek kes wek rêxistin û wek sazîyên Kurdistanê berê xwe bidine axa xwe, bidin paytaxtê Kurdstanê berê xwe bidine Ameda ?êrîn, heta gundekî herî biçuk wek Dêrkama bi dîroka tal û tir?.

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur