|
u an sitede, 36 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
BikaranÓna petrolÍ de,tu guhartin di nabeyna hik?meta HerÍmÍ KurdistanÍ ? hik?me
Tarih: 27.05.2007 Saat: 11:15 Gnderen: Editor
|
|
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Arîf Teyfur ragihand ku meseleya yasaya petrolê, madeya 140 û çend babeteke din yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê hêj wek xwe ne û tu encamek jî diyar nîne.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Arîf Teyfur ragihand ku civînên ?andeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi dirêjî û berfireh pêk hat , lê heta niha tu encamek diyar nebû û meseleyên girîng wek xwe di navbera her du alî de mane. Arîf Teyfur di pêwendiyeke de weha ragihand:"Meseleya yasaya petrolê, madeya 140 û çend babeteke din yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê wek xwe mane û tu encamek jî diyar nîne." Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê ronahî xiste ser xala nakokiyên yasaya neft û weha got:"Ewê cihê diltengiya Lîsteya Hevpeyman a Kurdistan e ku nikare biryarên Hikûmeta Iraqê di meseleya kêlgehên petrolên niha û derbasbû de redbike û divê qebûl bike." Di heman demê de tê çaverekirin, di demeke nêzik de serokê fraksiyon, lîste, serkirdeyên hêz û aliyên siyasî civînek bo gotûbêjkirina dosyeyên sipartî bikin bo karên Lîjneya Guhertina Destûrê û gehi?tina rêketineke yekgirtî di navbera hemû aliyek de. Arif Teyfur a?kere jî kir ku Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê 2 pê?niyara Lîjneya Revîzekirina Destûrê red kir ku taybet bûn Kerkûk û daxwaz hatiye kirin ku parêzgeha Kerkûkê bibe herêmeke serbixwe ya federal bi mercek ku ew deverên ku hatine xistin ser herêma Kurdistanê bên vegerandin ser îdareya bajêr û pi?tî derbasbûna 3 salan, referendum di derbarê qadera Kerkûkê bo ser Kurdistan an hikûmeta navend an jî mayîna wek herêmekî federal û serbixwe, bê sazkirin.pukmedia
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|