|
u an sitede, 39 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Kongreya PEN a SwÍd Í bi dawÓ hatFirat CewerÓ b? endamÍ komÓteya kargÍr
Tarih: 26.05.2007 Saat: 12:01 Gnderen: Editor
|
|
Gabar Çiyan Nivîskarê kurd Firat Cewerî ji aliyê komîteya amadekar ya hilbijartinê wek berendamê Komîteya gi?tî ya PENa Swêdê hatibû pê?niyazkirin. Kongreya PENa Swêdê do bi be?dariyeke mezin li Stockholmê li dar ket. Di kongrê de hejmarek nivîskarên navdar yên Swêdê be?dar bûn. Pi?tî diyarkirina rojevê û xwendina raporên xebatê, hilbijartina komîteya kargêr dest pêkir. Firat Cewerî bi yek dengî hat hilbijartin û cihê xwe di komîteya kargêr de girt. Me li ser hilbijartina wî û karê wî yê di PEN ê de jê pirsî:
– Çine ew ti?t ku Firat Cewerî gihand îro ku di komîteya karger ya PEN a Swêdê de cî bigire?F. Cewerî: Ev demeke dirêj e ez li Swêdê dijîm, ji mêj ve ye endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê me û di hin dezgehên kulturî de xebitî me. Bi xêra van xebat û têkiliyan der û doreke min çêbûye. Heta ji min hatiye min di têkilî û xebatên xwe de qisûr nekiriye, ez ji dil û dostane tevgeriyame, min qîmet daye wan têkiliyan. Min qîmet daye azadiya fikrê jî. Azadiya fikrê û ya takekes ji bo min pîroz e. Belkî vê yekê bala komîteya amadekar ya hilbijartinê ki?andibe û loma ez ji bo komîteya karger ya PENa Swêdê pê?niyaz kiribim. Gava komîteya amadekar ya hilbijartinê li min geriya û fikra xwe ji min re got, ez hebekî dudilî bûm, lê dû re min qebûl kir. Bi niyeta belkî ez bikaribim ji bo kurdan û nivîskarên dinyayê yên tadelêhatî ti?tekî bikim, min qebûl kir. Ji kerema xwe hîsên xwe yên vê kêliyê ji bo hilbijartina xwe bînine zimênF. Cewerî: Ji xwe ez do (24ê gulanê), di civîna PENê ya salê de hatim hilbijartin. Zêdeyî sed nivîskar û navdarên swêdî be?darî kongrê bûbûn. Komîteya amadekar ya hilbijartinê berê navê min pê?niyaz kiribû. Di kongrê de ez bi yek dengî hatim hilbijatin. Bêguman hiseke xwe? bû, ji bo min rûmetek bû. - Di xebeta xwe ya PEN a swêdê hûnê giraniya xwe bidin çi ?êwe xebatê? F. Cewerî: Me komîteya karger do, pi?tî kongrê civînek li dar xist û em ê pi?tî du hefteyên din dîsa bicivin. Em ê hingî, ji bilî serok, komîteyên din hilbijêrin. Ji ber ku serok di kongrê de hat hilbijartin. Di bin sîwana komîteya karger de berpirsiyariyên cihê, an jî komîteyên cihê hene. Ji cîgiriya serok bigire heta komîteya nivîskarên di hepsan de, komîteya a?tiyê, ya nivîskarên sirgûnê û hwd. hene. Ez aniha nizanim ka ez ê di kîjan komîteyê de bêtir bi kêr werim. Lê ez têkevim kîjan komîteyê jî ez ê bixwazim balê biki?înim ser binpêkirina mafên kurdan û rew?a zimanê kurdî li Tirkiyeyê. Di lêxwedîderketina mafên nivîskar, rojnamevan û entelektuelan de, ez ê li nasnava wan ya etnîkî an jî îdeolojî nenêrim û ji bo hemûyan bixebitim. Gotina PENa Swêdê li dinyayê derbas dibe. Gava PENa Swêdê hebekî aktîvtir bibe, wê bikaribe gelek ti?tan bike. Di vî warî de ti?tên ku ji min bên ez ê texsîr nekim. PENMîna komeleyek navnetewî ya nivîskaran rolê dilîze. PEN di 1921 î de li Londonê ji aliyê C. A. Dawson Scott hatibû avakirin. PEN a Swêd ê jî di sala 1922 an de hatiye avakirin. Bi qasî 600 endamên wê hene. Firat Cewerî1959 de li gundê Bavsê ku bi Dêrika Çiyayê Maziyê ve girêdayî ye hatiye dinyê. Lê zaroktî û xortaniya wî li Nisêbînê derbas bûye. Di salên 80 î de derket derveyî welat. Pirtûka wî ye yekem ``Êrî? dikin`` di 80 î de ji çapê derket. Hejmarek mezin pirtûk nivîsîne, be?ek ji wan wergerandine kurdî. Kovara Nûdemê derxist. Niha li Swêdê dijî. Ji sala1987 an û vir ve endamê PEN a Swêdê ye (Zarathustra News).
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|