|
u an sitede, 19 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Panela Civaka SivÓl ? Kurd de nÍrÓnÍn hevbe?:ëKurd ji layÍ civaka sivÓl ve berbi
Tarih: 21.05.2007 Saat: 11:08 Gnderen: Editor
|
|
Stenbol – Panela ku ji alî Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV) ve bi navê “Civaka Sivîl û Kurd” hatibû amadekirin, roja 20ê Gulanê, li avahiya KÜRT-KAVê hate çêkirin.
Panel, di saet 15.00an de bi be?dariya ›brahîm Gurbuzê ku ser navê Hewldana Komela Enstîtuya Zanistî; Dr. Kemal Parlakê ku ser navê DEMOSê, Samî Tanê ku ser navê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Fehîm I??kê ku ser navê Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî amade bûbûn destpêkir. Hewceyê gotinê ye ku gelek siyasetmedar û rew?enbîrên Kurd jî di panelê de amadebûn. Axaftvanê ewil ya panelê birêz Îbrahîm Gurbuz bû. Gurbuz di axaftina xwe de hem li ser dîroka saziyên civaka sivîl rawestiya û hem jî ezmonê xwe yê ku di nav saziyên Kurd de borandiye anî ziman. Pi?tî Gurbuz, birêz Kemal Parlak Axivî. Ew jî ji DDKOyan heta niha, Kurd ji çi merhaleyan derbasbuyî û divê Kurd îro bi çi rengî li civata sivîl binêrin, ?irove kir. Axaftvanê sêyemîn serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê birêz Samî Tan bû. Tan jî di axaftina xwe de hem li ser pêywendiyên saziyên civaka sivîl û hêzên siyasî rawestiya û hem jî bal ki?and girîngiya hevxabata saziyên sivîl. Axaftvanê dumahiyê yê panelê birêz Fehîm I?ik bû. I?ik jî di axaftina xwe de saziyên sivîl ya Kurda ji 65an heta roja me anî ziman û serboriyên wan ?irove kir.Pi?tî axaftinan, di be?a duyemîn de be?darvan hem raya xwe li derhaq mijarê anîn ziman û hem jî ji axaftvanan pirsan kirin. Di vê be?ê de jî ji be?darvanan Mehmet Denîz, Nurettîn Adem, Kamber Soypak, Uzeyîr Avci, Latîf Epozdemîr, ?eyhmus Erol, Ergun Essizoglu, Mecît Kapazan, Hiznî Çinar û Suphî Orak axivîn.Di panelê de raya herî balkê? ev bû ku hemû axaftvanan bi yekdengî anî ziman: ‘Kurd ji layê civaka sivîl ve berbipê? diçin... Divê ev pê?veçuyîn ji niha ?ûnda zêdetir di xizmeta gelê Kurd de be û Kurd bikaribin bi firehî jê istîfade bikin.’
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|