Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 30 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


TEVGERA YEKŒTŒYA NETEWEYŒ A KURD
Tarih: 15.05.2007 Saat: 11:12 Gnderen: Editor

PHP-Nuke      Tevgera Yekîtîya Neteweyî a Kurd (TEVYEK) li mîrata têko?îna azadîya Kurdan xwedî derdikeve; ew ê ji xwe re bike wezîfe û berpirsiyarî ku li ser hîmên rêya têko?îna demokratîk a netewî ya rizgarîya Kurdan xebatê bike; TEVYEK xebatên ji bo yekbûna demokratîk a netewî  yên di dîroka nêzîk a Bakurê Kurdistanê de bi alîyên xwe yên erênî-neyînî ve, wek lêgerîn û têko?înên di rêya azadîya neteweyî de dibîne.

      TEVYEK tespît dike ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ê têko?îna demokratîk a netewî ya rizgarîxwaz jî ew e ku hêzên netewî heta nuha yekbûneke mayînde pêk neanîne. Di serî de Ba?ûr, dînamîkên sîyasî yên li perçên Kurdistanê him di nav yek bi yek perçan de yekbûn pêk neanîne, him jî di navbera perçan de pi?tgirî, mekanîzmên yekîtîyê neafirandine; ji ber vê yekê pevketinên navxweyî û têkçûnên dijwar qewimîne û ji bo gelê me bûne sedema berdêlên giran.      Dema ku pêwîst dibe, rejîmên kolonyalîst ên Rojavayî û yên Rojhilatî ku welatê me parve kirine, li gel nakokî û pevketinên di navbera wan de, li dijî gelê Kurd pev re tevgerê dikin; li hemberî vê ji bo azadîya gelê Kurd ê bindest yekbûn pêk nehatiye; îzaha vê yekê bi zimanê sîyasetê gelek zehmet e.     Lê belê di van salên borî de tevgera netewî li Ba?ûr raber kir ku, bi pêkanîna yekbûnê meriv çewa dikare  serketin û serfirazîyan pê?de bibe.     Sîyaseta kolonyalîstan a “perçe bike û birêve bibe” jî bandor li vê perçebûna sîyasî kiriye û meriv dikare bi berpirsiyarî û hostetîya sîyasetê vê astengê rake.     Koma Xebatê li Bakurê Kurdistanê ji bo yekbûneke neteweyî lêgerîneke mi?terek a kom, partî, derdor û kesayetîyên welatparêz e; ber bi rakirina astenga perçebûna sîyasî ve gavek avêtiye. Em armanc dikin ku bi TEVYEK-ê vê gavê bikin me?eke biryardar û bi îstîkrar.     TEVYEK, balê diki?îne ser wê yekê ku di rojên pê? de yek ji pirsgirêkên me yên sereke dê pêkanîna îradeya netewî ya yekbûyî ya demokratîk be, û bang li gelê xwe dike ku, bi vê armancê yekbûnê pêk bîne.     Yek ji vatinîyên sereke yên TEVYEK-ê ew e ku, tecrubeyên berê yên yekbûnê ji xwe re bike ders; partî, rêxistin, kesayetî û sazîyên pî?eyî û sendîkayî yên li welatê me di bastûra xwe de bigihîne hev, û banîyekî sîyasî pêk bîne.      Di vê pêvajoyê de, li gel hemû hewldanên me dê hêzên welatparêz ên ku li derveyî TEVYEK-ê bimînin jî hebin. TEVYEK, armanc dike ku bi van hêzên welatparêz re wek dost bimîne, bi wan re xebat û çalakîyên mi?terek pêk bîne.     TEVYEK, dê wek prensîp, xwe him ji gelê me him jî ji dinyayê re li gora xeta pratîk-polîtîk a ku tê de birêve diçe tarîf bike. Têko?îna me ne li dijî gelan, lê li dijî wan rejîman e ku mafên gelê me xesp kirine. Em di serî de gelên herêmê, bang li hemû gelên dinyê dikin ku pi?tgirîya têko?îna gelê me ya me?rû û mafdar bikin.                   KURDISTAN, ROJHILATA NAVÎN Û DINYA      Kurd yek ji gelên ni?tecî û qedîm ên Rojhilata Navîn û Mezopotamya ne. Gelê Kurd yek ji gelên afirandar ên ?aristanîya Mezopotamya ye ku, yek ji ?aristanîyên kevntirîn ên dinyê ye.      Kurdistan, berê di navbera du hêzên sereke, împeratorîyên Osmanî û Îranê de bi Peymana Qesra ?îrîn a 1639-an bi dudan hat perçe û parvekirin. Dûre, pi?tî ?erê Dinyê yê Yekemîn ji alîyê Brîtanya, Fransa û dewletên herêmê ve bi çaran hat parvekirin. Di pêvajoya vê perçe û parvekirinê de, hemû serhildanên gelê me yên bo azadîyê ji alîyê van hêzan ve hatin tefandin. Komara Mahabadê ya Kurd ku di dema ?erê Dinyê yê Duyemîn de hat damezrandin, bi zordana bloka DYA-Brîtanya û veki?îna YKSS hat rûxandin.TEVYEK, nex?eya ku di van pêvajoyan de bêyî îradeya gelê Kurd û gelên herêmê hat xêzandin, wek yek ji çavkanîyên sereke yên pirsgirêkên herêmê dibîne; yekîtîya  welat û gelê Kurdistanê wek mafekî dîrokî dihesibîne.     Him navendên hêzên navneteweyî him jî dewletên kolonyalîst ên herêmê li ser Kurdistanê li gora berjewendîyên xwe hesaban dikin; hewl didin ku li gora van hesaban kontrol û rêberîya wê bikin. Lê belê pirsgirêka sereke ew e ku, gelê Kurd û dînamîkên wî yên sîyasî nikaribûne projeyeke neteweyî ku hesabên wan ên pê?edemê jî bihundirîne, pêk bînin. TEVYEK, xwe wek îfadeya yekgirtî ya sîyasî ya van hesaban tarîf dike û li wê gora tev digere.      TEVYEK, dipejirîne ku, dema ku li perçeyekî ?erê neteweyî pê?de bikeve, perçên din mil bidinê; di navbera perçên Kurdistanê de pi?tgirîya sîyasî bê pê?dexistin û wek prensîp, hevdu rexne bikin û pê?niyaran pê?kê? bikin.             BAKÛRÊ  KURD›STANÊKomara Tirkîyê projeya j? bermayén imperetoriya Osmanî, afirandina neteweya Tirk e. Ji ber vê sedemê ye ku, rejîma Tirkîyê ji damezrandina komarê û vir ve sîyaseteke li ser red û înkarkirina rasteqînîya Kurd û Kurdistanê pê?de biriye. Ev sîyaset bi çewsandin, ji holê rakirin û asîmîlasyonê hatiye bicîhkirin.      Van salên dawî, bi milyonan girseyê Kurd him wek encameke pê?veçûna ekonomîk û him jî bi pratîkên valakirina Kurdistanê ji alîyê rejîma kolonyalîst ve bi darê zorê bo bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê hatine koçkirin. Ev pê?veçûn ji alîyekî ve bûye sedem ku bajarên Kurdistanê çeloxwarî û bi lez mezin bibin, vehûnana bajarên me xerab bibe û bibin çolter, ji alîyekî din ve jî bûye sedema vecivîna nifûsa Kurd/Kurdistanî li metropolên Tirkîyê. Êdî li Kurdistanê navendên xwedî giranî yên nifûs û jîyana ekonomîk-sîyasî bajar in.     Ciwanên Kurdistanê bi sedemên ku di serî de perwerda zimanê dayikê ji hemû derfetên perwerdeyî bêpar in, yekser muxetabên tundkarîyê û girseya sereke ya bêkarîyê ne, bi pirsgirêkên girîng ên neteweyî, civakî, ekonomîk û akademîk rûbirû ne.     Jinên Kurdistanê her ku diçe li gel zîraetê, dibin hêmaneke girîng a girseya xebatkarên sektorên endustrî, ticaret û xizmetê jî. Ev pê?veçûn ji bo jinan li gel pirsgirêkên giran, di jîyana ekonomîk û civakî de derfetên azad û xwedî kesayetî bûyinê jî pê?kê? dike. Jin di heman demê de hêmanên sereke yên ragirtin û derbaskirina ziman û çandê ne; ji ber vê yekê, rûbirûyî sîyasetên kolonyalîstan ên kûrkirina asîmîlasyonê dibin.     Gelê me, her çiqas dewrên hilbûn û ?ûnveçûnê hebin jî, wek sekneke gelemperî di nav xwe de her tim potansîyeleke sîyasî ya dînamîk hewandiye ku li doza azadîya neteweyî xwedî derkeve; ev potansîyel îro jî heye.     TEVYEK, pêkanîn û pê?dexistina sîyaseteke neteweyî ya demokratîk ku van dîyarde û pê?veçûnên ekonomîk, civakî û sîyasî li pê? çav bigire armanc dike.     TEVYEK, di qada vekirî de têko?îna sîyasî di me?în e. Her çiqas di têko?înê de legalîteyê li pê? çav bigire jî, me?rûîyetê ji xwe re dike bingeh. Wek awayê têko?înê jî, bêîtaetîya sivîl û çalakîyên girseyî tercîh dike.                         ARMANCÊN SEREKE1) TEVYEK, pirsgirêka Kurd, wek pirsgirêka rasteqînîya welat û miletekî dibîne. Li gora vê tesbîtê li çareserîyê digere. Balê diki?îne ser wê yekê ku navika çareserîyê mafê çarenûsîya gelê Kurd e.      Pirsgirêka Kurd di nav bastûra unîter a Komara Tirkîyê de nayê çareserkirin. TEVYEK, ferzkirin û projeyên ku di vê çarçovê de bi domdarî dixin rojevê ji binî ve red dike.      TEVYEK, wek armanca sereke vê yekê diparêze û ji bo wê têko?înê dike: divê gelê Kurd li ser xaka xwe ji hêla hiqûqî, birêvebirî û sîyasî ve qedera xwe bi xwe tayîn bike û bi gelên dinyê re li ser bingeha bi gi?tî wekhevîya mafan têkilîyan pêk bîne; divê ji bo tesbîtkirina mafê çarenûsî û awayê bicîhkirina wê serî li îradeya azad a gelê Kurd bê dayin; TEVYEK vê yekê wek prensîpa sereke diparêze. TEVYEK li Kurdistanê bastûreke dewlet û civakeke weha dipejirîne ku xetên wekhevîxwazî, azadîxwazî, piralî û pirrengîtî û demokratîk bihundirîne, û normên wê yên civakî û hiqûqî xurt bin.2) TEVYEK, dîyar dike ku pê?edema hindikahîyên neteweyî yên Ermenî, Ereb, Asûrî, Çerkez û Tirk ên li Kurdistanê girêdayî qedera gelê Kurd e û mafên hindikahîyên neteweyî yên ji alîyê neteweyî û çandî ve bi azadî xwe îfadekirinê girîng dibîne. Bi heman nêzîkbûnê mafên hindikahîyên neteweyî yên Kurdên li Anatolya Navîn û metropolên Tirkîyê yên netweyî û çandî jî diparêze. Ew ji bo pê?debirina mafên neteweyî û çandî yên girseya Kurd ya li Ewropayê têdiko?e.     TEVYEK, wek nêzîkbûneke sereke ya derbarê hindikahîyên li Tirkîye û Kurdistanê dîyar dike ku pirsgirêk û daxwazên hindikahîyên neteweyî yên ku li cografyake taybetî (bajar, qeza, gund, hwd) piranîya nifûsê pêk tînin û yên hindikahîyên neteweyî yên li bajar û metropolan cuda ne û ji lew re çareserîyên wan jî dê cuda bin. TEVYEK, dê ji bo çareserîyeke li gora van cudatîyan lêgerînê bike. Ew ê ji bo çareserîya di vê derbarê de peymanên navneteweyî bike referans.3) Derbarê azadîya ol (dîn) û bawerîyê de prensîba sereke ya TEVYEK, nêzîkbûneke sekuler e. TEVYEK azadîya ol û bawerîyê ji mafên bingehîn ên mirovan dibîne; li gel azadîya bawerîyê ya kesan, garantîkirina azadîya îbadetê ya kes û koman diparêze û azadîya olî di heman demê de wek azadîya mafê nebûna mensûbê olekî jî dibîne. Li gora vê yekê, ew pê?dîtina pêkanîna rew?ên wisa dike ku hemû ol, hindikahîyên olî û bawermendên li welatê me tê de xwe bi azadî îfade bikin, û her wisa azadîyên bawerî û îbadetê ji bo hindikahîyên olî yên Elewî, Êzîdî, Cihûd û Mesîhî diparêze.4) TDNY wek armanceke sereke, parastina wê yekê dike ku çavkanîyên dewlemendîyên li welatê me li gora berjewendîya gelê Kurd û gelên Kurdistanê bên bikaranîn.5) Paralelî kûrbûna pêvajoya tevlêbûna Tirkîyê ya YE (Yekîtîya Ewropayê) ku ji dervê îradeya sîyasî ya gelê me pê?ve çûye/hatiye pê?vebirin, gelê Kurd û nûnerên wî yên sîyasî jî rûbirûyî encamên erênî-neyînî yên vê pêvajoyê dibin.     TEVYEK, Bang li YE dike ku rasteqînîya miletê Kurd û têko?îna azadîya wî nas bike, dema ku Kurdistan di pêvajoya guftûgoyan de tê rojevê, bibîne ku muxetabên wan gelê Kurd û nûnerên wî yên sîyasî ne û li gora wê têkilîyan pêk bîne. Her weha divê dînamîkên sîyasî û sazîyên sivîl ên Kurdistanê jî paralelî pê?veçûna guftûgoyan projeyeke neteweyî ya hevgirtî, berbiçav ji YE re pê?kê? bikin.6) TEVYEK dîyar dike ku têko?îna rizgarîya netewî ya gelê Kurd û têko?îna demokrasî û guherînê ya gelên Tirkîyê du dînamîkên sereke ne ku bandorê li hev dikin; her mewzîyeke ku gelê Kurd di rêya azadîya neteweyî de bidest bixe dê ji bo têko?îna demokratîk a gelên Tirkîyê qezencek be û di heman demê de her gaveke girîng a demokratîkbûnê di têko?îna demokratîkbûnê ya rejîm û civaka Tirkîyê de dê ji bo têko?îna gelê me qezencek be; û bang li dînamîkên azadîxwaz ên Tirkîyê dike ku mil bidin têko?îna azadîya neteweyî ya gelê Kurd.                           DAXWAZÊN ROJANETEVYEK, reforman wek mewzîyên destketî yên armanca xwe ya stratejîk dibîne û ji bo wan têko?înê dide. Di têko?îna rojane de, li gel daxwazên neteweyî yên dema kurt, daxwazên dema kurt ên ekonomîk, civakî jî tînê zimên. Ji van daxwazan yên sereke ev in:1) Qanûneke Bingehîn ku hebûna gelê Kurd û hindikahîyên netweyî nas bike, û mafên wan ên neteweyî ewle bike, bê amadekirin û ji raya gi?tî re bê pê?kê?kirin;2) Zimanê Kurdî û zimanên hindikahîyên neteweyî wek zimanê perwerdê bê qanûnîkirin û ?erd û mercên wê bên pêkanîn;3) Berdana hemû girtîyên sîyasî, rakirina qedexeya li ser sîyasetmedarên qedexekirî û bicîhkirina azadîya wan a xebata sîyasî; rakirina hemû astengên qanûnî û îdarî yên li ber raman, bawerî û sîyaseta Kurdistanî;4) Bidawîanîna sîyaseta înkar û ji holê rakirinê ya li ser gelê Kurd û ji holê rakirina hemû encamên vê sîyaseta ?er a ku bi salan li dijî gelê me hatiye bicîhanîn;5) Pê?debirina têko?îna mafên ekonomîk, civakî, pî?eyî yên karker, gundî, karmend û esnafan, û naskirina mafê sendîkayî yê grev û peymana gi?tî bo xebatkarên bi mûçe;6) Mayîn sûcekî li dijî mirovatîyê ne, divê welatê me ji her tewre mayînan bê paqijkirin;7) Divê vehûnana welatê me ya dîrokî û ekolojîk bê parastin, dawî li projeyên ku vê vehûnanê tehdît dikin bê anîn.8) Eskerîya mecbûrî li Kurdistanê zilm e, ambargoyeke li ser îradê ye. Divê dawî li ferzkirina eskerîya mecbûrî bê anîn û li dijî wê têko?în bê kirin. 10 Gulan 2007 -Dîyarbekir

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur