Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


BI TEQŒN N VAN DEM N DAWŒ REFERANDUMA KERK€K  DEST P  KIR!
Tarih: 13.05.2007 Saat: 19:36 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Bayram Ayaz     Îsal ji bo gelê Kurd saleka dîrokî ye. Sala vegera Kerkûkê, Mexmûrê, ?engalê, Zemarê û Xaneqînê ser bi Kurdistanê ye. Bi tevbûna van deveran dê sînurê coxrafiya ba?urê welatê me ji aliyê ba?ur de bigîhe xeta xwe dîrokî. Ev xet li bakur ji hêla Sincarê dest pê dike, di nav deverê Kurdên ?ebek re derbas dibe, di biniya Kerkûkê de digîhe çiyayê Hemirîn, herêma Babanan û heta bajarê Xaneqînê. Ev xet xeta sînurê Kurdan bi Ereban re ye, piranî bi Erebên  sunnî re.

     Li gor destûra Iraqa Federal divê Kerkûk û hemî deverên din îsal di prosesekî demokrat û yasayî de biryara xwe bidin, gelo dê bêne ser Herêmê Kurdistanê an raste rast  bi îdareya Hukumeta Merkezi Bexdê re bimînin. Li Kerkûkê dê meha yanzdehan referandum çêbibe.     Giringiya vê prosesê ji bo doza Kurd û Kurdistanê li ber çava ye. Derbarê vê babetê de ne hewce ye gotinên zêde were kirin. Di dîroka me ya van sed salên dawî de cara yekemîn be?ekî ji welatê me azad bû û gelê me bi Dewletek federe dikare xwe bi xwe îdare bike. Ev destkevtin û tecrûbe ji bo seranserê Kurdistanê û hemî Kurdan bûye hêviyek mezin. Dewleta Kurdistanê ji bo doza azadiya gelê Kurd bûye serçaviya bi xwe bawerbûnê. Her wisa sinerjiyeka politik û rêxistinî mezin ji bo tevgera azadîxwaz derxistiye holê.     Dewletên dagîrker ên dorber ji vê prosesa vejîna Kurdewar, ji ronesansa Kurdî û Kurdistanî ditirsin. Niyeta van dewletan tune ku xwe biguherin, berê xwe bidin hevdemiyê, rejimeke demokrat rasteqîn cîbecîh bikin û çareseriyek adilane ji bo doza Kurd û Kurdistanê qebûl bikin. Siyaseta van dewletan siyaseta înkar û tunekirina Kurdan e û berdewamiya dagîrkeriya Kurdistanê ye.     Eger mirov nexwaze xelkek bindest ji bin sîtemkariyê azad bibe, mafên xwe bi dest bîne, divê mirov bêguman berî her ti?tî pê?î li prosesa dewletbûna wî xelkî bigre. Destkevtiyên Kurdistana azad têk bide. Ji ber ku serçaviya hêviya Kurdistaniyan prosesa dewletbûnê ye. Dewletên dorber vê yekê dibînin. Û bi hemî hêza xwe di nav hewildanên dijminane de ne. Ji xwe Tirkiye vê dijminahiyê qet vena?êre. Bi taybetî generalên Tirk û hevalbendên wan ên  kemalist û tirkçiyên ?ovenist û nîjadperest bê perwa dijminahiya Kurdistanê dikin. Car caran di medya Tirkî de i?aret û delîlên vê dijminahiya tund derdikevin, xwe didin dest.     Rejima kemalist û militarist azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê xeniqîna xwe dipejirîne. Wisa lê kirine, siyaseta wan bûye, `Kurd hebin em dê tune bin!`. Ev nefsiyeta kemalistan û siyaseta ser vî bingehî tehlûkeyek mezin e. Ji bo Tirkan jî û ji bo Kurdan jî. Lê ev siyaseta dijminane û êrî?kar dê li Rojhilata navîn zerara herî mezin bide Tirkan. Ji vê yekê re qet ?ik û guman nîne. Evên eqilê xwe bigrin serê xwe kemalist in. Ev siyaset dê zerarek zêde bide Tirkiyeyê, lê heman demî dê dawiya kemalistan bîne. Oligar?iya kemalist nuha rola Milosevîç û hevalên wî dilîzin.     Em ji rola bi lanet ya kemalistan derbasê teqinên demên dawî li ba?urê Kurdistanê bibin.Ji dema ku teqwîma rapirsîna Kerkûkê û deverên din dest pêkiriye virde pê?î li Kerkûkê, Musilê û Xaneqînê teqîn çêbûn û teqînên Musilê û Kerkûkê her diçe zêde dibe. Di vê nabeynê de hinek fitneker û fêlbazan xwestin li ?êxanê Kurdên Êzdî û Musilman berdin hevdu. Bi vê birîna me ve xwêrnexwaz berdewam dilîzin. Rola Cebha Milli Tirkmanî diyar e. Wek gelek xu?k û birayên Tirkmen dibêjin, „ew ne ji bo mafên Tirkmenan kar dikin, aletekî siyaseta dewleta Tirk in.“!     Li derve jî dijminên Kurdan û Dewleta Kurdistanê çalak in. Xebata grûba lobistan ya bi navê Koma Krîzên Navnetewî balkê? e. Ev grûp bi taybetî propagandaya têzên Dewleta Tirk dike. Nuha dixwazin rojavayîyan bi taybetî Ewrûpiyan îqna bikin ku referanduma Kerkûkê bi pa?da bixin. Eger ti?tek wisa bibe, ev dê bibe darbeyek mezin ser prosesa rapirsînê û cîbecîhkirina madeya 140an. Amanca Tirkiyeyê û hêzên din ew e ku rapirsînê bi pa?xin û pi?tre jî li guherîna vê madeyê bigerin. Di vê nabeynê de jî hêviya xwe bi hilbijartinên li Amerikayê ve girêdane. Pa?xistina rapirsîna Kerkûkê bi hîç awayek ne ji berjewendiya gelê Kurdistanê ye.     Dewleta Tirk pê?îlêgirtina referandûma Kerkûkê û têkdana prosesa Dewleta Kurdistanê ji xwe re wek siyaset û stratejiyek netewî ya vê serdemê tespît kiriye. Ji ber ku bi a?kere dibêjin, damezirandina Dewleta Kurdistanê metirsiye li ser yekitiya dewletê û teritoriyoma Tirkiyeyê.     Dewletek xwedî vê siyasetê rehet nasekine û gelek ?ik û guman hene ku dema li ser kolanên Kurdistanê TNT diteqe, xwîna Kurdistaniyan dirije, hinek hêz li Enqereyê gelek keyfxwe? dibin. Belku hinek ji van li encamên siyaset û planên xwe qirêj dinêrin û kenên mazojîst bi rûyê wan dikeve. Mixabin di destê me de tu delîl tune, ku em raste rast hin navnî?anên dijminên Kurd û Kurdistanê a?kere bikin. Em tenê dikarin analizên siyasî-felsefî bikin û berê pêçiyên xwe bidin van „gunehbarên nediyar“.     Kamyoneta ku li  Hewlêrê teqiya bi qasî 800 kîlo TNT dagirtî bûye. Wasiteya ku îro li Mexmûrê jî teqiya, ekît ew jî bi madeyê teqemenîyên giran dagirtî bûye. TNT û madeyê kimyewî yên teqemenî din, tutûna kaçax an jî benzîna kaçax nine ku mirov bikare ji sûkê bikire. TNT kirîn û firotina wê qedexe ye. 800 Kîlo TNT tenê dewlet dikarin temîn bikin, bikirin û bifiro?in.     Em vê bêjin, kî çi dibêje bila bêje, bê alîkariya lojistîk ya dewletên dorber grûpên terorîst nikarin bi sed kîloyan TNT û teqemeniyên din peyda bikin. Li pi?ta van teqînên li Kurdistanê û Iraqê, alikariya lojistik ya dewletan heye. Kîjan dewlet van karan dikin? Bersiva vê pirsê di siyaseta dewletan de heye. Destê hin grûpên tirkçî-miltarîst û “pisporên sabotajan organize dikin” di xwîna Kurdistaniyan de heye.     Ev teqîn hemî bi mijara rapirsîna Kerkûkê ve aleqedar in. Derbarê van teqemeniyan de hewce ye serê me zelal be. Kurd û Kurdistanî jî divê tedbîrên xwe bigrin. Gotina Hilmi Aydogdu divê em bînin bîra xwe. Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr, Diyarbekir e. Eger li Kerkûkê çend hezar Tirkmenên bi Cebha Tirkmen ve girêdayî hene û hin kemalist dixwazin bi destê wan li Kerkûkê pirsgirêkan derbixin û Hewlêra paytext destabilize bikin, pêwist e ew jî hesabê xwe bikin. Hewlêr û Kerkûk aciz bibe, Kurdên bakurê welat dê dilê wan de birînên kûr vebe.      Baweriya min ew e, dijmin bi van teqînan dest bi referandûma Kerkûkê kir. Mixabin xetera van teqînan dê berdewam be. Her ku Referandûma Kerkûkê nêz be, dê dijminên Kurd û Kurdistanê zêdetir har bibin. Tevgera azadîxwaza bakurê Kurdistanê jî hewce ye xwe ji dema nû re amade bike. Dostanî, birayetî, hevxebat, mil bi mil berxwedan…     Xwîna ku li Hewlêrê, Kerkûkê û Mexmûrê dirije, dê dijminên Kurd û Kurdistanê bifetisîne.Ji ?ehîdên me re dilovanî û bihu?t, ji kes û karên ?ehidan re sersaxî û ji birîndarên me re silametiyê dixwazin.Lanet be li teroristan û hêzên li pi?ta wan.13.05.2007, Elmanya

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur