|
u an sitede, 21 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
WezÓrÍ Kar?barÍn Navxwe:''14 kes ?ehÓd ? 87 kes jÓ birÓndar b?n''
Tarih: 09.05.2007 Saat: 15:19 Gnderen: Editor
|
|
Îro sibê di demjimêr 07.55an de li pê? Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Ewlehiya Gi?tî ya Hewlerê ku teni?tî Wezareta Navxwe ye,terorîstekî xwekuj bi kamyoneke bombetêkirî ve êrî?ek pêk anî .Li gor encamên niha 14 kes ?ehîd û 87 kes jî birîndar e.
Wezîrê Karûbarên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî di daxuyaniyeke rojnemevaniyê de ragihand ku li gor encamên niha di encama teqînê de 14 kes ?ehîd û 87 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Karûbarên Navxwe ragihand jî terorîstên xwekuj bi kamyonekî TNT barkirî ve êrî? birin li ser Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Ewlehiya Gi?tî ya Hewlerê ku teni?tî Wezareta Navxwe ye.Kerîm Sîncarî got di nav kamyonê de ti?tên pakkirinê(deterjan hwd) hebû. Herweha ragihand jî derveyî ziyana canî, gelek zererên madî jî di avahiyên wezaret, ewlehî û malên dorûber de pêk hat.Heta niha jî hejmara kamyonê neyê zanîn û lekolînên berfireh berdewamin. Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr.Ziryan Osman jî di demên pê? de, di derbarê teqînê de bo PUKmedia ragihandibû ku hejmarê ?ehîd û birîndaran li gor zanyariyên destpêkê 19 ?ehîd û nêzikî 50 jî birîndar bûn.Lê Wezîrê Karûbarên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî di daxuyaniyeke rojnemevaniyê de ragihand ku di encama teqînê de 14 kes ?ehîd û 87 kes jî birîndar bûn. Birêvebirê Polîsê Hewlêrê Ebdûlxaliq Telat jî di daxuyaniyeke bo kanalên ragihandinê ragihand, ku tê texmînkirin ku di nav wê kamyonê de 800 kîlo TNT hebû.3 karmendên hêzên ewlehiyê jî di nav ?ehîdan de hene. ?ehîd û birîndaran de karmendên wezaret, hêzên ewlehî, welatiyên sivîl û zarok jî hene.pukmedia
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|