|
u an sitede, 13 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
SerokÍ KurdistanÍ: DÓroka bizava rizgarÓxwaza milletÍ Kurd paqij e
Tarih: 06.05.2007 Saat: 17:16 Gnderen: Editor
|
|
Rojnameya Elmedîne ya Si`ûdiyeyî ya ku li devera Cidde derdikeve, di hejmara xwe ya doh de dîdarek bi serokê kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî re saz kiriye.
Serokê kurdistanê di evê dîdarê de carek din dupat kir ku bajêrê Kerkûkê Iraqî ye û nasnameya wî Kurdistanî ye. Serok Barzanî da zanîn ku di maddeya 140 a destûra herdemî ya Iraqî jî de ev pirsa han hatiye çareserkirin û tenê divê ew madde bi cih bihê. Serok Barzanî got ku bi rê ya bi cihanîna evê maddeyê bajêrê Kerkûkê wek xwe û berê lê dihê û pa?ê dê referandumek cemawerî bihê çêkirin ji bo ku çarenivîsa evî bajêrî bihê xuyakirin. Serok Barzanî da nî?andan ku biryara xelkê kerkûkê çi jî be, ew dê bipejirînin û bi cih bihînin û ew dixwazin ku kerkûkê bajêrê biratîyê be, ku hemû pêkhatên evî bajêrî birayane bi hev re bijîn. Serokê kurdistanê di bareya pirsa terorizmê jî de da xuyakirin ku armanca evan kar û kirdarên terorane yên ku li deverên cuda yên Iraqê çê dibin, lêdana prosesa demokrasîyê ye.Serokê kurdistanê di dirêjîya dîdara xwe de ya di bareya pirsên nihayî de weha digot: terorîst pîkolê ji bo nehi?tina hêminî û aramîyê dikin û bajêrê kerkûkê jî kevtiye ber kirdarên wan de.. bajêrê kerkûkê li ber karên terorane hatiye vekirin.. ewa ku ez dikarim bi dilgermî bibêjim û tekezîyê li ser bikim ew e, ku heger kerkûkê bikeve çarçêweyê herêma kurdistanê de û li jêr çavdêrîya hukûmeta herêma kurdistanê be, em dê bikaribin wek bajêrên din biparêzin.. dîroka bizava rizgarîxwaza milletê kurd dîrokek paqij e û li ser dirêjîya dîroka evê bizavê kar û kirdarên neqanûnî NEHATINE encamdan.. em bi teqandina bomb û otomobîlan nerabûne.. bi tevî ku ?err bi ser me de hat sepandin jî, belê tenê me xwe parazt.. me peywendîyên xwe yên dîrokî, birayînî û dostanî parazt û me rê neda ku derz tê de çê bibe.. Kurd di Iraqek yekgirtî, komberî, demokratîk û federal de dijî û li dijî her destwerdanek herêmî û biyanî ye.. belê em dizanin jî ku veki?îneka ne di dema xwe de ya hêzên Amerîka ji Iraqê, dê bihêle ku mezintirîn sosret di dîroka me de çê bibe.. bi veki?îna evan hêzan re dê yekser ?errê xwînînê nêvxweyî çê bibe.. min daxwaz ji ?ahê Si`ûdiye ?ah Ebdullah Ebdulezîz kir û min ew daxwaz ji ?ahê Urdun ?ah Ebdullahê duyem jî kir ku alîkarîya hêzên nêvmend ên Iraqê bikin û bi ewan alîyan re bin, ewên ku bi gelê Iraqê, destûra Iraqê û jîyana bi hev re ya birayane ya Iraqîyan re ne.. me daxwaz ji evan herdu welatan jî kiriye ku ji Îranê re bibêjin û jê re bidin zanîn ku em qebûl nakin ew destwerdanê di kar û barên Iraqê de bike û alîkarîya ?î`eyan li dijî Sunneyan bike, herweha jî nabe ku Iraqê di nêvbera ?î`eyên ku pi?tevanîya xwe ji Îranê distînin û Sunneyên ku pi?tevanîya xwe ji welatên Ereban distînin de bihê dabe?kirin.. ev rew?ek bi tirs dihafirîne.. kurd jî nabe be?ekî arê?eyên nêvbera alîyên Iraqê, belê ew dê herdem ewê rolê bibîne, ewa ku hemû alîyan nêzîkî hev dike.. kurd dê herdem be?ekî çareserîyê be. PNA
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|