Di DerheqÍ Komara MehabadÍ ya KurdistanÍ ? Programa TEKÍ-TEK ya ATV’Í de D
Tarih: 06.05.2007 Saat: 17:12 Gnderen: Editor
|
|
Îbrahîm GUCLU/Berdevikê Komeleya Kurd a Diyarbekirê 1- Ez, di 15. 12. 2005-an de bi Dogu PERÎNÇEK û Mehmed GUL re be?darî programa TEKÊ-TEK ya ATVê bûm. Pi?tî programê, Dozgerê Komarî yê Stenbolê di derheqê min de ji xala 301’emîn ya Qanûna Cezayê de lêpirsîn dest pê kir.
Min li hemberî vê lêpirsîna dozgerê komarî, bîrûreyên xwe, bi 7 rûpel parêznameyeke biniviskî pê?kê? kir. Pi?tî parêznameya min, li Tirkiyeyê ji bona xala 301-emîn ya qanûna cezayê bê guhertin, an jî ji holê rabe minaqa?eyan dest pê kir û derfetên nû derketin holê. Vê demê dozgerê komarî bi mentalîteyeke ?eytanî ev car di xala 216/1’emîn de di derheqê min de li dadgeha cezayê ya asliyeyê ya Stenbolê doz vekir. Ezê Li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 8’emîn a Diyarbekirê di 09. 05. 2007’an de parêznameya xwe pê?kê? bikim. 2- Komeleya Kurd a Diyarbekirê di 03.04.2005’an de di derheqê Komara Mehabadê ya Kurdistanê û serokên komarê Qazî Mihemed, Seyfî Qazî, Sadrî Qazî de konferansek bi dar xist. Ji bona vê konferansê, di derheqê min, ?eyhmus AYKOL de wek berdevikê komeleyê, di derheqê Halîs NEZAN de wek serokê HAK-PARê yê ?axa Diyarbekirê doz vebû. Dirû?meya me, di 09. 05. 2007’an de li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7’emîn ya Diyarbekirê de dom bike. Emê, di dirû?meyê de parêznameyên xwe pê?kê? bikin. Parêznameya min dê kurdî bibe.Pi?tgiriya reya gi?tî û demokratan, ji bona ku fikir ji çarçeva tewanê derkeve û pîvanên demokrasiyê pê? bikevin pêwist e.
|