|
u an sitede, 19 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Dadgeha mafÍ mirovan ya EwropayÍ:Girtina DKP Í li dijÓ qan?na mafÍ organÓzekirin
Tarih: 04.05.2007 Saat: 11:06 Gnderen: Editor
|
|
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê îro li ser pirsa girtina Demokratik Kitle Partisi-DKP rawestiya. Weke tê zanîn hêza DKP ê ji aliyê ?erafettin Elçî ve hatibû avakirin. Partî di sala 1999 an de ji aliyê Dadgeha Yaseya Bingehîn-Anayasa Mahkemesi ve, bi sedema `` xesarê dighêjîne yekîtiya dewletê`` hatibû girtin. Elçî li hemberî girtinê dawe vekiribû.
Li gorî biryara dadgehê, girtina partiyê li dijî benda 11 an e. Benda 11 an mafê organîzekirinê diparêze. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê biryar da ku dewlet 16 hezar ewroyan ji bo xesara Elçî bide ?exsê wî. Elçî ji bo dadgehê dabû diyarkirin ku bendên 9, 10, 14 û 18 an jî ji aliyê dewletê hatiye nenaskirin. Lê dadgehê xwestina Elçî ji bo wan bendan li ber çavan negirt.Cezayên dinDi sala 1993 de hêzên ewlekariyê ji ber ?ika parçekirinê-bölücülük kesek kurd bi navê Mehmet Koçak li Stenbolê girtibû. Ew kes di bin çavan de hatibû î?kencekirin. Wî pirsa xwe biribû dadgehê. DMME biryara xwe da û Tirkiyê mehkûm kir ku 15 600 ewroyan bide Koçak. Her wisan kesek din ku nijadtirk e û çep e, ji ber dîtinên xwe 2001 de hatibû girtin. Li gorî ajansa HH yê Tirkiyê ji ber muamaleya xwe ya xirab bi 15 hezar ewroyan hate cezekirin (Zarathustra News).
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|