|
u an sitede, 11 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Dadgeh gor daxwaz ? tehdÓta Arte?a Tirk biryar da ? AKP biryara hilbijarinÍ ver
Tarih: 03.05.2007 Saat: 18:47 Gnderen: Editor
|
|
Tê payîn ku AKP bo hilbijatina serok komariyê de dîs Ebdullah Gulê wekî berendam nî?an bideAKP biryara hilbijratinê vergirt û tê payîn ku hilbijartin di meha Tîrmehê(temmuz)ê de pêk were.Her wiha AKP biryar da ku serkomarê jî ji alîyê gel ve bê hilbijartin.
Dadeha Makezagonê ya Tirk, tura yekemîn a hilbijartina serokomariyê, bi hinceta ku ji bo hilbijartinê 367 parlamenter ku ji bo hilbijartinê hejmara têrî civînê dike ye di meclîsê de nebûye, îptal kir. Wek tê zanîn çend roj berê Arte?a Tirk ku pi?tî serfemadariya Buyukanit bi daxuyaniyên tund êrî?î AKP û Kurdan dike 2 roj berê li himberî hikûmeta AKP "tehdîtnameyek" we?and û hikûmeta Erdogan tehdît kir.Hikumeta AKP berovajî bûyerên bi vî rengî li Tirkîye pa?ve gav neaveti bû. Dadgeha Destûra bingehîn a Tirkiyê, îtiraza CHP'ê ya ji bo hilbijartinên serokkomariyê qebûl kir. Di heman demê de biryara dadgehê tê maneya qebûl kirina tehdîtên arte?a Tirk jî. Serokwezîrê Tayyip Erdogan û serokên din ên AKP'ê di bin siya hi?iyarnmaeya serokatiya fermandariya gi?tî ya artê?a Tirk de, bi wezîran re rûni?t. AKP biryara hilbijratinê vergirt û tê payîn ku hilbijartin di meha Tîrmehê(temmuz)ê de pêk were.Her wiha AKP biryar da ku serkomarê jî ji alîyê gel ve bê hilbijartin. CHP her çiqas daxwaza xwe bicîh anî be jî pisporên sîyasî diyar dikin ku di nava gel de ser midaxelya arte?a Tirk nerazîbûnek çêbûye û bi vî avahî AKP dikare dengên xwe zêdetir bike.Li Tirkîye cara yekem hikumeta AKP li ser muxtireyeke arte?ê nerazîbûn nî?an da û berxwe da.Tê diyar kirin ku ev stratejî riya AKP zêdetir veke. Erdogan biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn weke gulleyek hatibe berdan demokrasiyê nirxand û xwest serokomar ji aliyê gel ve were hilbijartin, serokomar karibe du caran ji bo pênc salan wezîfeyê bike. Erdogan diyar kir, ku ew amadene, hilbijartinên parlementeran 4 salan carekê bikin. Erdogan wekî din, anî ziman ku ew alîgirin kesekî 25 salî jî karibe were hilbijartin û ji bo vê yekê jî dixwazin bi awayekî lezgîn guhertinên qanûnî bêne kirin. Der barê daxixistina benda ji sedî 10 a hilbijartinan de ti gotin ji devê Erdogan derneket, lê belê partiya ANAPê ya 20 parlementerên wê li Parlementê hene, destek da Erdogan. CHP kete tengasîyê Lê belê lîderê CHPê Denîz Baykal hilbijartina serokomar ji aliyê gel ve qebûl nekir. Mixafeleta Tirk di serî de partîya CHP ku her çiqas partiyeke "çepgir" be jî bi politikayên xwe yên fa?ist û kamlist û dijî Kurdan tên nasîn û heman demê de nûnerê ve?artî ya hêzên militarstin ku heta niha hilbijartina pê?wext dixwastin li ser biryara hilbijartina pê?wext ketin tengasîyê ji ber ku hemû planên CHP têk çû û CHP hemû politikayên xwe ser alozî derxistin,dijwarî û pevçûnê ava kiribû niha nerazîbûneke gi?tî hembe r HP derketîye holê.HP dê hilbijartinan de encax bikariba dengên ultra-kemalîstan verbigre.
Guftûgoyên hilbijartinê li Tirkiyê li welatên Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê jî deng veda. Endamê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê yê ji berfirehkirinê berpirsiyar Ollî Rehn jî diyar kir, ku ew biryara hilbijartinên pê?wext bi kêfxwe?î pê?wazî dikin. Divê Kurd bi avayekî yekgirtî têkevin parlemena TirkîyeDi vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û hi?mendîya Kurdeyatî bilind bikin.Ji bo têkdana polîtîkayên dagirkeran û standina mafan Kurd di gelek waran de berxwe didin. Li pê?îya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kê?eyên bingehîn wek perwerdeya bi zimanê kurdî,pê?xistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî serbest berdena we?anên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava ?erê dijî Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine. Divê Kurd bi çi avahî be bila bibe di hilbijartinên 2007'an ya Tirkîyeyê de bikevin parlemena Tirkan û derîyeke nû nav rêbazên têko?înê tevlî bikin. Derdorên ?oven û militarist û kemalist dijî AKP neDewleta kûr û derdorên ?oven yên tirkan niha kêm be jî gavên hikumeta AKP bo çareser kirina kê?eya Kurd nerazîne. AKP di bûyîna Buyukanitê di serokê fermandariya gi?tî ya artê?a Tirk asteng bike lê zext û zorên arte?a Tirk û dewleta kur hikumeta AKPyê têkbiri bû û Buyukanit bû bû serokê fermandariya gi?tî ya artê?a Tirk. Ya?ar Buyukanit him bi kiryarên xwe yên 10 salên dawîn,him bi têkîlîyên xwe yên tarî û him jî bi daxûyanîyên xwe yên tuj tundiya heyî ya li dijî gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê zêde bû bû. Demokratize bûna Tirkîye an jî pê?ketina bîr û baweriyên dervey kamlîzm û Tirkperestîyê an jî pê?ketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest,arte?a Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên fa?îst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava livûtevgerê. AKP her çiqas hê jî tevgera rizgarîya netweya Kurd napejire be jî ji hemû hikumetên Tirk ba?tir nêzî pirgirêka Kurd dibe.Erdogan ku gotibû “ez pirsgirêka Kurd nas dikim” bi hi?yarîya arte?a Tirk û bi nêzik bûna hilbijartinên gi?tî li Tirkîye niha bi her avahî peyama nijadperestîyê bilind dike.Niha ji ber lîstikên xwe yên sîyasî û nezikatiya ?a? a PKK Û bilind bûna pêla ?ovenizma li Tirkîye AKP di mesleya çareser kirina kê?aya kurd pa? ve gav avêt. Lê her çi bila be AKP di mesleya Kurd de gev navêje jî ji desthilat bûna CHP an jî MHP bi her avahî ba?tirin.Ji ber ku AKP jî dijî midaxaleya arte?a Tirk e.Kurd di desthilatiya AKP de dikarin ba?tirîn têko?îna xwe ser zemîneke guncaw parktize bikin.JI HAWAR DENGÛBAS / ajansan
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|