Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Di rew?enbÓriya modern de rol ? xizmeta Bedirxaniyan
Tarih: 03.05.2007 Saat: 19:13 Gnderen: Editor

PHP-Nuke BAYRAM AYAZ         Dema mirov navê Bedirxaniyan dibihîse yekser du ti?t tên bîra mirov. Yek jê, di sedsala nozdehan de dema Mîrîtiya Bedirxaniyan li Mezra Botan û ya duwem, di sedsala bîstan de xizmeta Bedirxaniyan ji bo rew?enbîriya Kurdî.


Di dîroka Kurdistanê de qirna dozdehan (1800-1900) li naverast û bakurê Kurdistanê mirov dikare wek serdema Mîrîtiya „Mezra Botan“ bi nav bike. Serkê?iya vê tevgerê Mîr Bedirxan Beg û kurên wî kirine.

Di belgenameyên Osmaniyan de Mîrîtiya Bedirxaniyan wek „Cizre Beyligi“ an jî „Mirlîk“ derbas dibe. Ev gotina Mîrîtiya Mezra Botan û Mîrê Botan Mîr Bedirxan Beg min di payiza sala 1981ê de li gundê Endîwerê ji kalemêrekî bihîst. Endîwer gundekî li jêrê qeza Cizîrê aliyê „binxetê“ ye, di demê Fransizan de nahiye bûye. Ew kalepîr koçer bû, ji deverên mala Mistefa Pa?ê bû, pezên xwe anîbû Endîwerê, ?ivantiyê dikir.
Naskirina min bi vî ?ivanî re çawa bû? Ez li Endîwerê mêvan bûm. Serê sibehê zû ji bo destavê ez daketim nav latên biniya malan. Ev lat cihekî bilind e, wek hevrazekî ye. Ji wê derê mirov dikare ji dur ve ava Diclê, riya Silopiya û Qereqola Tirkan bibîne. Pi?ta Qereqolê jî qûntara çiyayê Cûdî dest pê dike û bilind dibe. Ji nav kevira min dengekî bihîst. Min ba? goh lê kir, yekî hêdî hêdî kilaman digot. Min xwe li wê dengî girt, ez pê ve çûm. Min dît kalekî pi?ta xwe daye latekî, berê wî bi çiyayê Cûdî ve ye, dilûrîne. Min silavê lê kir, ez li rex wî rûni?tim. Dema min xwe pê da nas kirin û got ez Kurdê „serxetê“ me, çavên wî tije bû, rondik di hinarikên wî qurmiçî re hatin xwar. Axîn ki?and û got: „Xwezî nuha Mîr sax bûya, tew, ew wext çû, ji destê me çû!“. Ev gotinên wî ewil bala min ki?and. Lê ez wê demê xortekî xwîn germ bûm. Axîna kalemêrê me ji bo Mîrîtiya berî sed salî, zêde bi serê min neketibû. Lê dengê wî pirr xwe? bû û li kilamên klasîk gelek dihat. Ez jî zêde ji kilamên gelî hez dikim. Di xortaniya xwe de jî min ji kilaman hez dikir. Min êdî nedikarî terka wî kalemêrî bikim. Em ketine sohbetê, min pirsan jê kir û pi?tre em rabûn bi aliyê xerabeya qereqola dema Fransizan ve çûn. Xerabe jî li biniya gund li ser girêkî bilind bû. Ji wê derê mirov dikarî ji aliyê bakurê rojhilat ve çala ku bajarê Cizîrê lê ye, wê derê jî bibîne. Wî kalemêrî pêçiya xwe dirêj kir û Birca Belek nî?an da. Wî digot, demê Mîrîtiyê tê bîra min. Kalemêrê me çend salî bû nizanim, wî jî nizanibû.  Dibe ku wî hinek bîranînên xwe ji bav û kalê xwe bihîstibe. Pesnê ?ervanî û mêrxasiya Mîr dida. Di kelamên wî de jî derbas dibû. Hin agahiyên ku wî kalemêrê ne xwenda bahs dikir, pi?tre min gelekê wan di pirtûkan de xwend, lê rast hatim. Wek mînak: ?erê keleha Cizîrê min cara ewil ji wî kalemêrî bihîstibû. Ev ?er serhildana sala 1836an e û di nabeyna Bedirxan Beg û Pa?ayê Osmaniyan Mustafa Re?ît de derbas bûye. Ti?ta herî balkê?, wî kalemêrî Mîrîtiya Bedirxan Beg wek dewlet bi nav dikir! Carna jî wek i?areta bihêzbûnê çengên xwe ji hev dikir, digot: “Bi quwet bû, bi quwet. Mîrê Mezra Botan bi qasî împaratoriya Osmaniyan bi quwet bû!” Wê rojê wekî îro bala min neki?andibû, lê di van gotinên kalemêr de rastiyek girîng diyar dibe. Dewlet, desthilat, xwe bi xwe îdarekirin, û hemî jî bi Kurdî. Kalemêrê me hasreta dem û dewranek wisa diki?and. Dema digot xwezî bi dema Mîrekan, hesreta desthilatiyeka Kurdan dianît zîmên. Ji xwe gan û rihê doza Kurd û Kurdistanê jî ev e: Yanî, Gel/Netewe - Ax/Welat – Dewlet û desthilat – û Rêvebiriyeke ku zimanê wê fermî Kurdiya ?îrîn be… ?ivanê koçer bi axîn û zarîna xwe î?aretê nex?eya çareseriya doza gelê Kurd dikir. Dema navê Mîr Bedirxan dianiya, bi vê yekê jî rola vê Mîrîtiyê di prosesa netewetiya Kurd de teslîm dikir.
Xwezî eqilê min yê îro hebiya, min wî kalemêrî bi têr û tije guhdarî bikira, dengê wî qeyd bikira, wêneyê wî biki?iya, ji wê zanînên wî sûdê werbigirta. Mixabin, mirov nikare çerxa demê bi dûvre bizivirîne. Bila ev ji xort û keçên me îro re û ji nivîskar û lêkolînvanan re bibe xwerexneyekî min wekî tewsiye. Ji kerema xwe we li kû derê xezîneyeke wisa peyda kir, jê îstîfade bikin û gotinên wî yek bi yek qeyd bikin.
Belê, em carek din derbasê mijara xwe bibin. Li vê derê em dixwazin tespîtekî bikin û bi kurtî derbazî babeta sernivîsê bibin, yanî rola Bedirxaniyan di rew?enbîriya Kurdî de.
Sala 1812 Mîr Bedirxan di hijdeh saliya xwe de rêvebiriya Mîrîtiya Mezra Botan girtiye destê xwe û nêzîkî sed sal lê kar kiriye ku yekitiya navxweyî ya gelê Kurd pêkbîne û li seranserê Kurdistanê Dewletek û desthilatek netewî Kurdî ava bike. Pi?tre her du kurên Mîr Bedirxan Osman Pa?a û Huseyin Kenan Pa?a xwestin bidin ser rêça bavê xwe, vê dozê bidomînin. Wan hewl da ji ?erê nabeyna Rus û Osmaniyan îstîfade bikin. Ji bo vê amanca xwe bi hin zabitên Kurd yên din re bi hevra hatin li Cizîrê cîh bûn. Di sala 1879an de serxwebûna xwe îlan kirin. Osman Bedirxan Pa?a bû serok. Lê birêvebiriya Sultan Abdulhemîd bi fêlbazî, destpêkê xwe wek dost û hevalbendê wan nî?an da û pi?tre jî herdu birayan derdest kir û bir Istanbulê. Sala 1889an de hewldanekî herdu kurên Mîr Bedirxan yên din Emir Elî Beg û Mîthat Begê çêbû, lê ew jî hatin girtin. Sulta Osmanî Bedirxaniyan li Istanbûlê civandin, dest dan ser wan, wan qelebend kirin û hinek ji wan jî surgunê bakurê Afrîkayê, girava Girîtê û hin deverên din kirin. Bi vî rengî dawiya sedsalê serkê? û munewerên malbata Bedirxaniyan ji axa Kurdistanê hatin dûrxistin, piyên wan ji axa bav û kalan hat birîn.
Dawiya sedsala dozdehan de bi vî rengî êdî rola malbata Mîr Bedirxan ya birêvebiriya siyasî û îdarî di tevgera azadîxwaz û serxwebûna Kurdistanê de guherî. Bi raya min Bedirxaniyan dixwestin ji Mîrîtiyê derbasê dewletekî netewî bibin, lê bi wan re derneket. Pi?tî ?ikestê, ji bo wan qonaxekî nu dest pêkir. Ev dema nû, êdî qonaxa xebata rew?enbîrî ye. Qonaxa nû jî heta dilovaniya Mîr Kamuran Elî Bedirxan berdewam kir.
Îro çend yadîgarên bi rûmet yê vê malbatê li jiyanê ne. Yek ji wan keça Mîr Celadet Bedirxan, rêzdar Sînem Xan e. Ew li ba?urê Kurdistanê li Hewlêra paytext dijî. Di meha nîsanê de ?ansekî me çêbû, me -çend welatperweran li Hewlêrê serdana mala rêzdaran Sînem Xanê û Mamosta Salah kir. Di mezinahî û esaleta Sînem Xanê de mîratê du hîmdarên girîng yê rew?enbîriya Kurdî ku Sînem Xan li ber destê wan mezin bûye, diyar dibû. Di rêwitiya ji bo Konferansa Çaremîn ya Bedirxaniyan de û di demê Konferansê de li Berlînê jî em ji nêzîk ve bûn ?ahidê zanîn, ezîzî û kubariya yadîgara Mîr Celadet Bedirxan û ?agirta apê wê Mîr Kamuran Bedirxan. Mala rêzdar Sînem Xanê û mamosta li Hewlêrê ji mêvanan kêm nabe. Welatperwerên Kurd û Kurdistanî bi vî rengî qedir?înasiya xwe nî?an didin, yadîgara Mîr bi tenê nahêlin.
Bedirxanî, malbatekî arîstokrat û rew?enbîr bûne, gelek xizmetên wan ji ziman û çanda Kurdî re çêbûye. Mixabin pi?tî dilovaniya Mîr Kamuran Bedirxan, me êdî Abdurrezaqekî, Mikdatekî, Celadetekî an Kamuranekî nîne. Lê cihê kefxwe?iyê ye, tevgera azadîxwaza Kurdistanê bi çalakiyên bêrdar heqê Bedirxaniyan dide. Rola Bedirxaniyan divê her di bîra me de be û zindî bimîne. Dixwazim, rola hin ?exsiyetên vê malbatê di rew?enbîriya Kurdî de bi kurtî dest nî?an bikim, ku ev wek stûnên esasî ne.
Di dîroka hemî gelan de, efrandêrên ol û baweriyan û zanyariyên taybet, mucîdên teknîkên nû, danêrên elfabe û rêzimanan, damezirênêrên çapxane, rojname û pirtûkên yekemîn, fîlozof û edîbên navdar cihê xwe taybet heye. Xelk wan ji bîr nake, ew xezîne û milkê gel in. Ev kesayet di bîreweriya netewan de cîh digrin. Bedirxaniyên Kurdewar yên ku li ser rêça Mîr Bedirxanê nemir mane, xizmetên mezin kirine ji bo ziman û çanda Kurdî.
Rojnameya yekemîn (Kurdistan) Bedirxaniyekî derxistiye. Hîmê elfabe û rêzimana Kurdî (bi Latînî) Bedirxaniyekî daniye. Di Universiteyeke Ewrûpî de be?ê zimanê Kurdî (Paris-Sorbon) cara yekem bi xebata Bedirxaniyekî hatiye danîn. Bi we?ana Hawar ekolok peyda bû û kesên navdar wek Cegerxwîn, Osman Sebrî û gelek helbestvan û nivîskarên din di vê ekolê de gîhan. Ekola Kurdiya bi Latînî hîmdar û mamostayên wê Mîr Celadet û Mîr Kamuran Bedirxan in. Van çalakiyan em dikarin heman demî stûnên rew?enbîriya modern ya Kurdî bi nav bikin.
Di destpêka sedsala bîstan de, li bakurê Kurdistanê ji deverên ku Kurmancî, bi gotinek din Kurdiya jorîn lê tê axaftin, li vê derê Bedirxaniyan bi xebatên xwe hêja bûne hîmdarên rönesansa Kurdî ; bûne stûna rew?enbîriya Kurdî ya modern ku di bin tesîra bîr û hizirên rojavayê de pê?ketiye. Bi baweriya min Bedirxaniyan senteza bîreweriya rojavayî û bîreweriya dibistana Kurdî ya klasîk pêkanîne. Rojname û kovarên Kurdistan, Hawar, Ronahi, Roja Nu, û xebatên din delîlên vê nêrînê ne. Ev têz (thesis) û nirxandin hêja ne ku li ser were guftûgo kirin. Axaftvanên Konferansa Çaremîn ya Bedirxanan li Berlinê, bi taybetî Prof. Janet Klein, di nêrînên xwe de, analîzên hêja pê?kê? kirin, rola Bedirxaniyan di prosesa netewperwerî û pê?xistina rew?enbîriya Kurdî de bi zelalî nî?an dan.
Hêvîdar im ev nêrîn di demêke munasib de bigîhe destê xwendevanan.
Kes û hêzên ku dîroka xwe qenc nizanibin, nikarin ji gel û welatê xwe re pê?erojekî ronak û serfiraz amade bikin. Bi taybetî keç û xortên Kurd û Kurdistanî hewce ye ba? goh bidine dîroka Kurdistanê, wê ba? hîn bibin. Ji ber ku ew pê?eroja me ne. 

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur