Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 25 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


HevpeyivÓna NÍÁÓrvan BarzanÓ ya ji bo CNN T¸rk-Í
Tarih: 23.04.2007 Saat: 12:13 Gnderen: Editor

PHP-Nuke
TEMAMIYA HEVPEYIVÎNÊ: Cîbicîkirina maddeya 140-ê di berjewendiyên me, Tirkiyeyê û hemû aliyan de ye. Baweriya me bi çareserkirina eskerî nîne ji bo pirsa PKK, çimkî pirs siyasî ye.

Birêz Barzanî, rast e ku hûn esker yan pê?merge di?înin ser sînor? Rew? li ser sînorê Tirkiyeyê çawa ye? Serokwezîr: Ew bizavên eskerî yên ku Tirkiye li hundurê welat, li nav sînorê xwe dike asayî ne. Lê li alî sînorê me bi xwe, ?andina hêzên pê?merge nehatiye bahskirin. Çimkî em pêdivê nabînin. Normal e ku em çavdêriya rew?a sînor bikin, lê ?andina hêz û esker ne rast e. Ew rew? li alî sînorê Tirkiyeyê çawa ye? Nûçeyên bi wî awayî belav bûne ku goya orduya tirk ji sînor derbas bûye gelek operasyonên eskerî kirine û dîsa vegeriyane nav axa Tirkiyeyê. Gelo ev rast e? Serokwezîr: Ya rast heta nuha Tirkiyeyê hîç karekî eskerî di nav axa Iraqê de nekiriye û ji sînor derbas nebûye. Çalakiyên bazirganî li sînorên Îbrahîm Xelîl (Xabûrê) berdewam in. Ji vî aliyî de tu pirsgirêkeka me tuneye. Ew nûçeyên ku medya belav dikin ne rast in. Mafê eskerên Tirkiyeyê ye ku li ser axa xwe çalakiyên xwe bikin. Wek sînorderbaskirin heta nuha Tirkiyeyê sînorên Kurdistana Iraqê derbas nebûye. Gelo we his kiriye ku Tirkiye xwe ji bo operasyoneka eskerî amade dike? Gelo xeberên bi vî awayî gihî?tine we, ku Tirkiye dixwaze operasyona eskerî li dijî PKK-ê lidarbixe.? Serokwezîr: Me tu agahî di vî warî de nîne. Serokerkanê orduya Tirkiyeyê general Ya?ar Buyukanit gelek bi e?kereyî behsa kirina operasyoneka eskerî li dijî PKK kir. Di vî warî de ê mewqifê we çi be? Serokwezîr: Bêguman Ya?ar Buyukanit yek ji wan kesan e ku me salên 1996, 1997-ê li gel wî kar kiriye, wî gelek ba? hay ji navçeyê, ji rew?ê heye. Me bi hev re kar kiriye ji bo çareserkirina pirsgirêka PKK-ê. Lê ne me û ne jî tirkan karibuye bi riya eskerî pirsê çareser bike, yanî fêda riya çareseriya eskerî nebû. Bi dîtina Tirkiyeyê PKK axa we li dijî Tirkiyeyê bikartîne. Her di axa we de PKK planên xwe amade dike. Eger Tirkiye li dijî wan li ser axa we operasyonekê bike hûn ê çi bikin? Serokwezîr: Em berî her ti?tî li dijî wê ne ku axa me di çalakiyên eskerî de bê bikaranîn li dijî heryek welatên cîran û yên dorûbera me û bi taybetî li dijî Tirkiyeyê. Em divê rastiyê bêjin, PKK tevgereka piçûk e û biryareka wan a merkezî nîne. PKK-ê nuha biryara agirbestê daye. Bi baweriya me dive ev pirsgirêk bi awayê siyasî bê çareserkirin. Riya eskerî fêde nade çareserkirina vê meseleyê û em qebûl jî nakin ku dest di nav karûbarê hundurê welat bê werdan. Tirkye pêdivê ye bîr li çareseriyeka siyasî bike. Belê, lê pirsa PKK-ê li nav Tirkiyeyê her berdewam dibe. Di rojên derbasbûyî de me bihîst ku çend pevçûnan di navbera esker û çekdarên PKK de rû dane. Tirkiye gelo bîra avêtina gavên din dike, hûn çi dibêjin? Hukumeta Iraqê li hember PKK-ê tu ti?tî nake. Hûn çima tu ti?tî nakin ji bo derxistina PKK-ê ji bakurê Iraqê? Serokwezîr: Ev pirs nabê bi wî awayî bê ?irovekirin ku ya PKK dike em pi?tgiriya wê dikin. Peywendiyeka kevn a me li gel Tirkiyeyê heye. Di 15 16 salên buhurî de me ji bo vî welatî îsbat kiriye ku em faktorekî îstîqrarê ne di peywendiyên li gel wan de. PKK-ê pirsgirêk tenê ji bo Tirkiyeyê durust nekirine, ji bo me jî kirine. Ya ku em dibêjin çareserîya riya eskerî nikare cewaba vê meseleyê bide. Gelek caran ev pirs hatiye kirin, hûn PKK-ê çawa dibînin? Gelo bi dîtina we PKK rêxistineka terorîst e, yan nunera xelkê kurd e? Çi maneya PKK ji bo we heye? Serokwezîr: Ez bawer nakim bi peydakirina naznavan (leqeban) tu pirs çareser bibe. Me, wek min got diyardeyeka zêde dîtiye bi ku?tin û î?kencedana xelkê. PKK tevgerek e û ev rastiyek e, heye. Lêbelê Tirkiye fikra wê yekê bike ku çareseriyeka siyasî ji bo pirsa kurdî bibîne jî ew her musir dimîne li ser çareseriya eskerî ji  o pirsgirêka PKK. Tirkiye bawerî dike ku bi ?er ê PKK-ê xelas ke, hûn çima ji bo vê mebestê alîkariya Tirkiyeyê nakin? Serokwezîr: Ez dibêjim em li dijî wê ne ku welatê me bê bikaranîn ji bo êrî?kirina ser welatên cîran û dorûberê, bi taybetî jî Tirkiyeyê. Divê em fikra çarseriya eskerî bikin. Geva ez dibêjim çarseriya siyasî mebesta min ne ew e ku ez li dijî Tirkiyeyê me,  Tirkiye divê bi dilfirehiyeka mezin vê yekê qebûl bike. Me divê em alîkarîder bin di çareserkirina vê meseleyê de, ne ku em pirsgirêkê zêdetir tevlihev bikin. We di vî warî de amadeyiya xwe ji bo sazkirina gotûbêjan nî?anî Tirkiyeyê da. Bi raya we pêdivê ye Tirkiye çi bike? Hûn dikarin bi çi awayî alîkariya Tirkiyeyê bikin? Serokwezîr: Tirkiye ji bo me welatekî giring e. Ji bo me dergehek e. Di demên buhurî de Tirkiyeyê gelek alîkariya me kiriye. Me divê peywendiyên me berdewam bin. Bi ya min divê Tirkiye biryareka efuyê derxe da ew ên ku li çiya ne karibin careka din vegerin Tirkiyeyê. Em cudayiyê di nav helwestan de dibînin. Hûn PKK-ê wek rêxistineka terorîst nabînin. Ev ji bo Tirkiyeyê nî?ana pirsê durust dike. Wê demê Anqere ji bakurê Iraqê hissa aramiyê nake. Ev jî pirsgirêkeka ciddî ye ji bo Tirkiyeyê. Serokwezîr: Me û orduya tirk çendîn operasyon bi hev re li dijî PKK-ê kir. Me 3500 ?ehîd û birîndar dan. Lê PKK her berdewam bû. Maneya wê em gihî?tine wê encamê ku riya eskerî çareseriyê ji meseleyê re nayne. Loma divê em pena bibin ber çareseriyên siyasî. Ez dibêjim peydakirina leqeban ji bo PKK-ê tu fêde nade. Baweriya me bi çareseriya eskerî nîne ji bo vê meselê, çimkî mesele siyasî ye. Em bawerî bi çareserkirina siyasî dikin. Tirkiye dikare peywendiyên gelek ba? li gel kurdan deyne. Ev jî firsendeka mêjûyî ye ji bo Tirkiyeyê. Danîna ti nazanavan ji bo PKK-ê meseleyê çareser nake.  Ji bo ku em zêdetir di rew?a çiyan bigihên, we li gel Tirkiyeyê gelek karên hevbe? kirine. We li gel general Ya?ar Buyukanit kar kiriye. We çima nekarî hûn PKK-ê rabigirin. Hun dibêjin ku PKK gelek zerar daye we. Ew nuha çi dikin ji bo xistina taqoz ber tekerên we, rew?a wan çi ye? Serokwezîr: Grûpên piçûk ên PKK-ê hene, li hemû deveran hene û li tu deveran nînin. Ew li deverên cihê cihê digerin û amacên wan ên diyarkirî nînin. Di derheq PKK-ê de pirsa dawîn… Niha ev rêxistin li ku ye? Ku cihî kontrol dikin? Gelo dikarin kontrola van cihan di destên xwe de bihêlin? Serokwezîr: Ez careka din tekrar dikim, pirs ne eskerî ye, siyasî ye. Divê hûn dilniya bin ku çarseriyeka eskerî ji bo vê meselê tu feyde nade. Ev take rê ye. Eger em wiha kar bikin û hemû alî alîkarî û pi?tgiriya me bikin mesele ê bê çareserkirin. Ez bawer nakim awayên eskerî vê mesleyê çareser bikin. Lê eger hat û we sînor kontrol kirin wê gave çalakiyên wan ê bên sînorkirin… Serokwezîr: Gava em bala xwe bidin cografyaya herêmê wê gave em ê ba? nas bikin. Gelek zehmet e kontrolkirina van navçeyan, navçeyeka sînorî ye û zehmet e. Ne mimkin e. Em herin babeteka din. Mesûd Barzanî got: Rojek tê û kurd dewleta xwe ya serbixwe radigihîn in û lazim e Tirkiye xwe fêrî vê meseleyê bike. Kartêkiriyên cidî yên van daxwiyaniyan li ser Tirkiyeyê bûn. Çimkî Tirkiye kurdên Iraqê be?eka ji Iraqê qebûl dike û dewleta serbixwe qebûl nake. Riya dawîn a vê pirsê ê çawa be? Serokwezîr:. Bi ya min medyata tirk ji hedê wê zêdetir behsa vê meseleyê kir. Mesûd Barzanî got kurd miletek e û wek her miletekî din mefê wî yê dewleteka xwe heye. Lê belê em realîst in û di çerçeweya rastiyan de kar dikin. Siyaseta me bi vî awayî ye: Iraq, Îran û Tirkiye çi pirsgirêkên wan hebin ew di nav sînorên xwe de çareser dikin. Belê ew rastiya ku îro em tê de, ne li gor daxwaz û hêvîyên me bi xwe ne. Di hevdîtinekê de li gel El Erebiye, Mesûd Barzanî çend peyamên  tûj di derbarê meseleya Kerkûkê de dan. Eger Tirkiye dest di karûbarên Kerkûkê werde em ê jî dest di karûbarê Diyarbekirê werbidin. Vê ya tesîreka mezin li Tirkiyeyê kir. Bi raya we armanc bi van qiseyan çi ye? Serokwezîr: Vê hevpeyivîna El Erebiye du meh û nîv berî vêya hatibû kirin. Di meha ?ubatê de. Wê demê rew?a navbera her du aliyan ne ba? bû. Mixabin medyayan ev mesele mezin jî kir.  Her du alî jî bes di riya medyayê re peyaman ji hev re di?înin. Hem medyaya kurd hem ya tirk. Tirkiye ji bo çi teduxulî Kerkûkê dike? Kerkûk bajarekî Iraqî ye û tenê kurd tê de najî., kurd, tirkman, kildan, asurî û ereb tê de ne û hemû bi hev re dijîn. Kerkûk berê jî her wiha bû. Pi?tî hilwe?iyana rejim destûra Iraqê xerîteya riya çareseriya vê meseleyê danî. Li gor vê meseleyê jî hevwelatî di riya referandumê re ê biryara xwe bidin. Ev madde tenê ne ji bo kurdan e, ji bo hemû Iraqê ye. Maddeya 140-ê ya destûra Iraqê riya çareseriya vê pirsgirêkê daniye. Tirkiye bi vî awayî dixwaze tedaxula îradeya iraqiyan bike. Tirkiye dikare alîkar û pi?tgirê vê meseleyê be. Em jî amade ne ku Tirkiye ba?darî di çareseriya pirsgirêkan de bike. Em li gel Tirkiyeyê kar dikin ji bo gihî?tina çarseriyake maqûl, diyalog jî her berdewam e, meseleya tedexulkirina Tirkiyeyê a Kerkukê ji bal me ve nayê qebûlkirin. Kekuk bajarekî iraqî ye û kurd, tirkman, kildan, a?ûrî û ereb tê de bi hev re dijîn. Hun di meseleyên Kerkûk û PKK-ê de wek te bi xwe jî got tenê di riya medyayê re qise dikin. Gelo riyek ji bo diyaloga rasterast nîne? We dixwest hûn li Îstanbûlê li gel Abdullah Gul bicivin, çi bi serê vê hevdîtinê hat? Serokwezîr: Bi ya min divê ev pirs ji cenabê Abdullah Gul bê kirin. Peyama durustkirina civînekê ji bal wezareta derve ya Tirkiyeyê gihî?t me û em amade bûn ji bo vê hevdîtinê. Lê ji ni?ka ve ev civîn hat ragirtin û li serê bêdangî peyda bû Ji alî me de tu rêgirî tuneye ku em peywendiyên rasterast li gel berpirsên Tirkiyeyê deynin, lê heta niha peywendiyên me tenê di riya medyayan re bûye û me tu peywendiyeka rasterast saz nekiriye her çendî em amade jî bûne. Di seeta dawîn de mixabin ku wan civîn ”cansel” kir. Nebûna kenalekî havbe? ji bo civandina herdu aliyan buye sedemê pirsgirêkê li ser rew?a Kerkukê. Hûn dibêjin Mela Mistefa gotiye ’Kerkûk paytexta Kurdistanê ye’ ev  Tirkiyeyê ?erpeze dike, û gelek pirsgirêk liv ê derê dertên. Tirkiye jî li hember van axaftinan behsa xistina hundur a eskerên xwe dike. Ev pirs divê bigihê çi derê? Serokwezîr: Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi baweriya min, pêwist e Anqere vê rastiyê qebûl bike, Rastiya herêma Kurdistanê ya ku sala pi?tî 1991-ê û nemana rejim li herêmê hat meydanê. Me ji sala 1991-ê ve kar kiriye ku me ba?tirîn peywendî li gel welatên cîran hebin, bi taybetî jî li gel Tirkiyeyê. Min divê ez careka din sipasiyên xwe arasteyî Tirkiyeyê bikim, çimkî di wê demê de wê gelek alîkariya me kir. Hîç ji wan gotinên ku dibêjin  kurdan dewleta serbixwe divê ne rast in. Pi?tî hilwe?iyana rejima  Sadam em careka din vegeriyan Bexdayê, me be?darî di prosesa siyasî û veavakirina Iraqê de kir. Rola kurdan a di vî warî de gelek pozîtîf hat dîtin û hîn jî tê dîtin. Me destûrek heye ku referandum li serê hatiye kirin, pirraniya xelkê deng daye wê.  Vê destûrê mafên kurdan û hemû pêkhateyên din ên Iraqê parastiye Peyama min ji bo Tirkiyeyê ew e ku divê ew li rastiya vê derê têbigihê. Çimkî em li vê derê ne û jiyana me li ser axa me ê berdewam be. Em destê dostayetiyê ji bo Tirkiyeyê dirêj dikin, daxwaza sazkirina diyalogê dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe. Kes ji berdewamkirina vê rew?ê ne razî ye. Eger Tirkiyeyê ev rastî qebûl kir wê gavê rew? ê gelek ba?tir bibe. Destûrê mafê Iraqiyan parastiye.  Di mesleya mefên çavkaniyên suru?tî de jî qanûna petrolê mafê herkesî li ber çav girtiye. Her wiha lazim ku ew ên ku ji Kerkûkê hatibûn qewirandin vegerin ciyên xwe yên berê. Pirraniya kurdên Kerkûkê di dema Sadam de hatibûn qewirandin û malên wan ji wan hatibû sitendin. Ev pirs jî tenê ne li Kerkukê ye, li Sincar û Mexmûr û heta li Bexdayê jî heye. Me divê erebên hinartî vegerin cihên xwe yên berê. Cîbicîkirina madeya 140-ê li berjewendiyên me, Tirkiyeyê û hemû  aliyan e û Tirkye divê alîkariya me bike ji bo çareserkirina vê meseleyê bi vî awayî. Gelo hûn dikarin bi hejmar ji me re bêjin çend kompanyayên Tirkiyeyê li Hewlêrê û li bakurê Iraqê kar dikin? Serokwezîr: Bêtirî 400 kompanyayên Tirkiyeyê li Kurdistanê hene. Em gelek kêfxwe? in bi hebûna van kompanyayan. Nêzîkî milyar û nîv dolar kontraktên van ?irketan hene. Kompanyayên Tirkiyeyê gelek bi tecrube ne û em jî pi?tgiriya wan dikin.  Li gor qanûna veberhênanê (sermiyanrazandinê) em serekgaviyê (ewlewiyetê) didin sermiyanê tirk. Dergehê Îbrahîm Xelîl vekirî ye. Di riya vî dergehî re hatin û çûna bazirganî heye, salane nêzîkî yek milyar dolar çalakiyên bazirganî bi rê ve diçin. Em sermiyangêrên Tirkiyeyê te?wîq dikin, çimkî veberhênerî di berjewendiyên me herdu aliyan de ye. Gelo derbaskirina sînor ji alî orduyê ji bo ?erê li dijî PKK-ê û pêkhatina operasyoneka eskerî ê tu zerarê bide van peywendiyan yan peywendî ê berdewam bibin? Serokwezîr: Bi baweriya min a ?exsî, Tirkiye gelek ba? berjewendiyên xwe dizane, ez bawer nakim Tirkiye serî li operasyoneka eskerî bide li Kurdistanê. Nefikirandina bi vî awayî di berjewendiyên herdu aliyan de ye. Çalakiyên bazirganî li Tirkiyeyê gelek ba? birêve diçin. Ez dibêjim divê em her du alî mihawele bikin nakokiyan kêm bikin û nehêlin. Divê em rê bidin diyalog û bizinis(karê ekonomî), bi hev re biaxivin.Amadekar:mc/NetKurd
Çavkanî :xebat

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur