Însîyatîfên Kurd li Ewrûpa - ÎKE / Ji destpêka pêvajoya deskeftîyên li Ba?ûrê Kurdistanê heta îro, dewletên dagirker yên Kurdistanê, nemaze Komara Turkîyeyê bêtir har bûne û her dem bi bahaneyên “PKK ê an jî Tirkmenan” tevlihevîyê dikin û dixwazin ku wan destkeftîyên me yên li Ba?ûrê Kurdistanê têk bibin.
Di her firsendê de berpirsên ›raqa Federal û Herêma Kurdistanê gotine ku; “ Pirsa Kerkûkê, pirseke navxweyî ye û çareserîya wê jî bi destê iraqiyan dibe. Herweha awayê çareserîyê jî di madeya 140 ê de hatîye nivîsandin û pejirandin.”
Ji bilî dagirkerên Kurdistanê û hin pi?tgirên wan, tu hêz û dewlet li dijî nasnameya Kerkûkê ya Kurdistanîyê dernakevin û ew rêz li îradeya gelê ›raqê û destûra wê digrin.
Lê mixabin di van demên dawî de Komara Tirkîyeyê xwe amade dike ku êrî?î Ba?ûrê Kurdistanê bike. Di van rojên dawî de êdî ew e?kere dibêjin ku derdê wan ne PKK an jî mafê tirkmenan e, ew li dijî destkeftîyên milletê kurd in û dizanin ku destkeftîyên li Ba?ûr, azadîya perçeyên din yên Kurdistanê jî nêzîktir dike.
Loma jî ev siyaseta wan yan nijadperest û gefên wan ji bo me ne xerîb e û divê em ji vê dewleta kemalîst hêvîya exlaqê siyasî û pîvanên çanda siyasî nekin.!
Ji bo me kurdan ya girîng ewe ku, em hemû kes û dezgeh û rêxistinên Kurdistanî bi yek dengî, dengê neteweyî û bi rengê Kurdistanî bi zimanê kurdî û îngilizî Daxuyeneke hevbe? derxînin û vê daxuyanîyê ji YN, YE, ji serokomarên DYA, England, Fransa, Almanya , Îtalya û bi taybetî ji serokkomar û serokwezîr serokerkanê Komara Tirkîyeyê re bi?înin.
Bêguman em xwedî li gotinên serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî “...ême dû rêga man le pê? e; yan yekêtiyekî arezûmendane, yan ciyabûnewe”derdikevin.
Em her dem dibêjin ku emê destkeftîyên xwe yên li Ba?ûrê welatê xwe biparêzin. Lê îro rew? hatîye guhertin û divê em xwe amadeyî hin çalakîyan bikin.
Divê em ji hemû cihanê re bidine dîyar kirin ku, Azadî û Serxwebûn mafê milletê kurd e jî.
Em wek ›nsîyatîfên Kurd li Ewrûpa – ÎKE, bangî hemû kes û dezgeh û rêxistin û avahîyan dikin û dibêjin; werin em li hemû deverên ku kurd lê dijîn, Komîteyên Hevbe? amade bikin û careka din bi yek dengî û yek rengî li Ba?ûrê Kurdistana xwe xwedî derkevin û em bi hev re bêjin:
” Weka hemû milletan, mafê milletê kurd e jî ku li ser axa xwe Azad û Serbixwe bijîn!”
- Yan Kurdistan, yan neman...
2007.04.11
Însîyatîfên Kurd li Ewrûpa - ÎKE