 |
u an sitede, 20 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
|  |
QedafÓ: Dewletb?n mafÍ gelÍ kurd e
Tarih: 14.12.2007 Saat: 16:26 Gnderen: Editor
|
|
Serokê Komara Lîbyayê Muammer Qedafî ku ji hevdîtinên fermî li Fransayê ye, di nava wan de nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Almanyayê Dil?ad Barzanî jî tê de , ?andeyek ji Kurdistana azad qebûl kir.
Qedafî di hevdîtinê de careka din pi?tgirîya xwe bi gelê kurd re diyar kir û got; Li ser meseleya pi?tgiriya min a ji bo avabûna dewleteke kurd, gelek rexne li min tên girtin, heta ji min re dibêjin tu ji kurdan zêdetir daxwaza dewlete kurd dikî, tu daxwaza dewlete kurd dikî lê partiyên kurdistanî daxwaza federaliyê dikin. Serokê Lîbyayê bi berdewamî got; Qenaeta min bi edaleta kurd heye lewma hertim û dema ?ore?a Lîbyayê heta îro helwesta ne neguheriye li hember kurd û gelê Kurdistanê.Min her pi?tgiriya we kiriye. Qedafî dewletên rexne lê digrin jî bianv kir û got; Tirkiye, Suriye û dewletên din bi dijwarî rexne li me girtine li ser helwesta me ya li hember kurdan lê min gotiye û dibêjim gelê kurd ku li ser axa xwe dijî, wek gelê din Mafê Diyarîkirina Çarenivîsa xwe heye. Berevajiya xelkê ku tirsa wan ji avabûna dewleteke kurd heye û wek xeter bi nav dikin, bi ya min avabûna dewleta kurd qet ne xeter e û mafê gelê kurd e çimkî li ser erd û ava bav û bapîrên xwe dijîn, axa kesî jî dagîr nekirine. Weka tê zanîn Qedafî di salên 1970-1980yî de jî e?kere pi?tgirî dida tevgera azadîxwaz ya kurd û li her derê jî digot; mafê kurda jî heye ku dewleta xwe ava bikin. Qedafî li gelek nerazîbûna welatên ereb, gelek caran serokên kurdan yên wê demê vexwand Lîbyayê.Puk/NetKurd
|
|  |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|