Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
Tarih: 02.12.2007 Saat: 21:56 Gnderen: Editor
|
|
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdo?an, bi beyanekê diyar kir ku, arte?a Tirkiyê, ji bo pêkanîna oparasyonên li derveyî welêt, berpirsiyar e. Daxuyaniya Erdo?an ji bo çapemeniyê wisa ye:
"Hêzên Çekdar yên Tirk-TSK ji 28 ê mijdarê pêve hatiye wezîfedarkirin. Weke tê zanîn, ji bo pêkanîna oparasyonên li derveyî Tirkiyê, di 17 ê cotmehê de, meclîsê-TBMM teskereyek pejirand. Pi?tî wê biryarê, ji aliyê min, nivîsek ji fermandariya arte?ê re-GKB hate ?andin. Di 1 ê mijdarê de, fermandarî, pê?niyar û dîtinên xwe ji min re nivîsî. Pi?tre, di 28 mijdarê de, Wazûma Wezaretên Tirkiyê-Bakanlar Kurulu biryara xwe da. Biryar, ji aliyê serokomar ve jî hate pejirandin. Li gorî biryarê, Hêzên Çekdar yên Tirk-TSK ji pirsa pêkanîna operasyonên li derveyî welêt berpirsiyar e. " Pisporên pirsê dihênin zimên ku, îradeya polîtîk li Tirkiyê û artê? li ser pirsê bi hev re dixebitin, dema ew biryara oparasyonekê di cî de bibînin, di çarçoveya biryara meclîsê a 17 ê cotmehê, dê arte?a Tirkiyê operasyonê bide destpêkirin. Zarathustra News, biryara fermî a meclîsa Tirkiyê ji bo kirina oparasyonê, bi dest xist. Em wê werdigerînin kurdî û pê?kê?î xwendevanên xwe dikin: Biryara TBMM RG. hejmar: 26675 hejmara biryarê. 903 Roja biryarê: 17/10/2007 Tirkiyê, ji ber PKK yî yên terorîst ku, li bakurê Iraqê bi cî bûne, ji awira hizura gel, ewlekariya welêt û yekîtiya netewî û xaka xwe, bi êrî?eke ciddî a terorîstî û tehdîdek e e?kere hatiye hemberî hev. Parastina erd û yekîtiya Iraqa dost û bira û îstiqrarbûna wê, ji bo Tirkiyê pir giring e. Tirkiyê demek dirêj e, ji aliyê polîtîk û dîplomatîk xebatek mezin kir ku, dawiya PKK yî yên terorîst li Iraqê bîne û çalakiyên wan bi dawî bîne. Lê kirinên me, heta nuha çi encam bi dest nexistiye. Li hemberî erî? û tehdîtên terorî ku berê xwe li Tirkiyê ne, û weke be?ek ji teko?îna li hemberî terorîzmê û di çarçoveyekî hiquqa navnetewî de dê tedbîr bêne girtin. Ji bo ku Hêzên Çekdar yên Tirk-TSK, li bakurê Iraqê û li hemberî tehdîtên ku berê xwe dane welatê me û êrî?ên wan ji holê rake, ji bo ku operasyonekê li derveyî sînorê xwe pêk bûne û mudaxele bike, hêza çekdar bi?îne bakurê Iraqê, cihên PKK yî yan û li wir wezîfedar bike, li gorî qanûna bigehîn a 92 an, hikûmet, 1 salê hatiye wezîfedarkirin. Mezinbûna opersyonê û hêza le?kerî û dema wê, dê ji aliyê hikûmetê ve bê diyarkirin. Îcazedayîn, di civîna gi?tî a meclîsê de, di 17/10/2007 an de, di kombûna 8 an de hatiye pejirandin (Zarathustra News).
|