Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
Tarih: 01.12.2007 Saat: 16:28 Gnderen: Editor
|
|
Bayram Ayaz Van çend mehên dawî li ser doza Kurd û Kurdistanê careka din gelekî dek û dolav hatin gerandin. Ev mij û dûman hê jî belav nebûye, leyistikên dijminan berdewam in.
Vê carê aktorê sereke Dewleta Tirk e. Di nav dewletê de jî hêzekî taybet, hêza tirkçî kemalist-militarist e. Yê ku dixwest ava serê Kurdan bikelîne, bi taybetî gora prosesa dewletbûnê li ba?urê welatê me bikole hêza “ulusalcî”, yanî di bin serokatiya generalan de klîka kemalist-militarist e. Eger ji destê vê hêzê bihata, firsendeke biçûk bi destê wan biketa, ne dûr bû vê klîkê tofanekî bi ser xelkê Kurd re jî û Tirkan re jî bianiya. Nuha û di demên pê? de jî, eger ev hêz firsend bi dest bixe, dê bixwaze hertim derbê li Kurdan bide. BI TAYBETÎ EW DÊ LÊ BIGERE KU PROSESA DEWLETBÛNA KURDAN TÊK BIDE! Generalên Tirkan dizanin çi dikin û dê çi bikin! Em divê berê her ti?tî, carekî vê metirsiyê bi çend rêzan li derekî binivisînin, li rûpeleka dîrokê qeyd bikin. Xelk divê hinek ti?tan ji bîr neke. Civakên hafiza wan ne saxlem, dikarin hertim tû?î qeda û belayên mezin bin. Dost û dijmin divê qenc ji hevdu were cuda kirin. Dijminên li tunekirina te bigere, hewce ye tu wî ba? binasî. Ev jî bi têrê nake! Hewce ye mirov ?îrîkên wan yên ji nav Kurdan jî ba? binase. Bi serpêhatiyan sabît e. Dijminê dara azadiyê, kurmê ji wê darê bi xwe ye! Kemalizma “kurdîlîhîcazkar”, ya ku van çend salên dawî xistin nav la? û mejiyê tevgera welatparêz ya bakurê Kurdistanê xetera herî mezin e. Kurmê darê ye! Bawer bikin, ev peyayên klîka kemalist-militarist di nav tevgera bakurê Kurdistanê de ji “korucuyan” (cerdewanan) hezar qatî zêdetir bi xetertir in. Cerdewanî nexwe?iya cûzamê ye, yanî gero bûn e, birîneke bêhnpêketî ye, lê ê?ekî bi derman e. Lê belê, Kemalizma “kurdîlîhîcazkar” kansereka bê ?îfa ye, vîrûseka wisa ye dikeve mejî, dikûje, zirarê dide xwe û dora xwe! Tevgera Kurdistanê hewce ye xwe ji ber vê mîkropê biparêze. Ev mîkrop, bîr û hizra kurdewariyê û Kurdistanîtiyê pûç dike, dikuje. Em dirêj nekin, bi kin û kurt bêjin. Kemalizm, Baasizm û hizra ?îatîya Farisî ji bo doza Kurd û Kurdistanê wekî ava kezabê ye. Ava kezabê tu berî ser çi bidî, di?ewitîne, dihelîne, pûç dike, tune dike. Kurd bûn û Kemalistî, Baasîtî, Humeynîcîtî li hevdu nayê. Ya tu Kurd î, Kurdistanî yî, yan yek ji van jahra! Baasîtî îdeologî û siyaseta pan-arabismê ye, Humeynîcîtî hizra nasyonal-olî (mezhebî) ya Farisan e û Kemalizm îdeologî û siyaseta turkçîtiyê ye, ya pan-turkizmê ye. Tevgera „ulusalciyan“ ku îro klîka kemalist-militarist vî navî li xwe kiriye, neo-kemalizm e, pan-turkizma qirna 21an e. Ev hizr û tevger, jiber ku dixwaze bi motifên nasyonalizmeka rasîst-?ovenist dijminahiya xeynê xwe bike, bi hêza militarizmê xurt bibe, dewletê kontrol bike, heman demî karakterên xwe tevgereka fa?ist jî heye. Yanî ev tevgera “ulusalcî” li Tirkiyeyê, tevgerek tirkçî ye (nîjadperest û ?ovenist e). Tevgerek militarist e. Doza wê dewlet û desthilat e (tehamula AKPê jî nake!). Ilhakçî û hêrî?kar in. Çavê “ulusalci”yan her li der dora wan e, yanî hewesên wan dagîrkerî (îlhakçîtî) heye (wek nimûne binêrin siyaseta wan ya Qibrisê û 12 giravên behra Ege, mijara Musul-Kerkûkê, Nahçivanê û dijminahiya wan ya dijî Ermenistanê). Helbet mirov dikare van xususiyetên navkirî bi dûr û dirêj analiz bike, bi mînak û numûneyan li ber çav raxe. Lê bi rastî ji bo nav lê kirina vê tevgerê zêde lêkolîn û analiz ne pêwist e.Tevgera kemalistên ulusalci li Tirkiyeyê, siyaset û tevgerek ultra-nasyonalist, militarist û fa?ist e. ?erê vî desthilatê bi hêzên Tirkan re jî heye. Armanca wan yekem AKP ye, hêz û dorberên liberal-demokrat in. Hêza Ulusalcî bi Tirkçiyên turancî re (bi MHP, BBP, Yeniçag û yên din re) jî bi temamî ne lehev in. Lê armanca wan sereke Kurd in û eger mabin çengekî demokratên Tirk in (yên wekî 2. *****huriyetçîyan, hin komikên ser bi Yekitiya Ewrûpayê yên dilsoz û yên din). Kemalizma „Kurdîlîhîcazkar û planên klîka kemalist-militarist ser KurdanDewleta Tirk ji dawiya salên he?têyî pê de ket nav lêgerînekî. Pi?tî rûxandina Diwêrê Berlinê lêgerîna siyaset û stratejiyên nû dest pê kir. Di mijara Kurdan de jî hewldan çêbûn. Pi?tî hin gavên Turgut Ozal û mirin (an ku?tina) wî, insiyatifa herî girîng di sala 1995 an de bi Civînên Erzincanê destpê kir. Wê demê waliyê Erzincanê Recep Yazicioglu bû. Ev kes pi?tre di qezayeka trafîkê esrarengîz de mir! Ew civîn li gor belgenameyên ber destê min di rojên 18,19, 20 /11/1995 an çêbûye. Gelek kesayetên navdar di wê civînê de amade bûne. Mijarên girîng û balkê? di bin navê „Beyin firtinasi“ (brain-storming) de hatine muneqe?e kirin. Di van civînan de dewlet li rêyên xapînokî geriye. Dewletê xwestiye projeyekî amade bike, di çarçoveya Kemalizmê de „helekî“ ji pirsa Kurd re bibîne. Yanî Kemalizma „kurdîlîhicazkar“ biafirîne. Heta Konsepta Imraliyê ev ti?t pêk nehat. Zanyarên Tirk bixwe digot, „Bi milliyetçitiya kemalist ji pirsa Kurd re ti çareserî nayê dîtin.“! Wê demê Serokkomar Suleyman Demirel, Serokwezîr Tansu Çîller û Serokerkan jî Org. Dogan Gures bû. Keyfa generalan li cîh bû, gotineka wan nedibû du! Hevalên Turgut Ozal ji nav refên ordiyê û kademeyên bilind yê burokrasiyê hatibûn tesfîye kirin. Vê klîkê ew nermayiya ku demê Turgut Ozal destpê kiribû, bi tevayî ji holê rakir û siyaseteke hi?k beramberê Kurdan me?and. Destpêkê di meha adara 1994an de DEPê ji Meclisê avêtin der. Û pêre operasyonên le?kerî dijwar me?andin. Li ba?ur jî siyaseta berîhevdana Kurdan dihat me?andin. Iran, Suriye û Tirkiyeyê vî karî bi cureyekî ku hevdu temam bikin, bi rêve dibir. Suriye û Îranê û rejîma Saddam – wê demê Musul û Kerkûk di destê Bexdê de bû!-, van her sê dewletan alîkariya PKKê dikir ku PKK li ser sînûr (li ser xeta Qendîl-Xakurk-Xaftanî-Sinatê heta Çiyayê Bêxêr) kordonekî ava bike û van deveran bixe bin kontrola xwe. Eger were bîra xwendevanan, PKKê wan salan dixwest li dijî Hukumeta Hewlêrê, Hukûmeta Botan-Bahdînanê îlan bike. Heta dihat gotin: dê Hukumeta Surgunê –Serokê wê birêz Ya?ar Kaya- navenda xwe ji Brukselê bîne hêla Bahdînan.Wan salan Kurdan ?erê hevdu dikir. Dewletên dorber ji vê yekê gelek dilxwe? bûn û her yekê di ber xwe de ?êrê birakujîyê gurr dikir. Tirkiye jî ji ?erê nabeyna Kurdan gelek memnûn bû. Lê Tirkiye ji Plana avakirina Kordonê ya PKKê (di eslê xwe de plana Iran û Suriyeyê bû) tirsiya. Operasyona le?kerî ya adara 1995an ji ber vê yekê çêbû. Tirkiyeyê bi te?wîka Amerîkiyan bi PDKê re hevkarî kir. Wê demê tehlûkeyeke pirr pirr mezin li ser PDKê peyda bûbû. YNKê ji ba?ûr û rojhilat ve ?erê PDKê dikir û li bakur jî xetera avakirina Kordona PKKê peyda bûbû. PKKê di tebaxa 1995an de jî di ?evekî de hêrî?ê 25 baregehên PDKê kir û wê hêrî?a xwe wek „15ê Tebaxa duyemîn“ bi nav kiribû! Ji xwe wê demê armanca sereke ya Iran-Surî û PKKê û hin Kurdên din lawazkirina PDKê û xeta Barzanî bû.Li vê derê divê em bi taybetî rola Yalçin Kuçuk û misyonerên wekî wî qenc bi bîra xwe bînin. Wan salan xizmê Yalçin Kuçuk xebatkarê xariciyê (eger ez ne ?a? bim navê wî Cem Dunatepe bû) li sefareta Tirkan li ?amê kar dikir. Ev kes pisporekî navdar yê xariciya Tirkan ya derbarê mijara Kurdan bû. Wan deman Yalçin Kuçuk jî hertim diçû Libnanê û Suriyeyê ber „birayê xwe Ocalan“. Herhal wan deman ji E. Ocalan re çîrokan nedigot! Carna li wan deran ti?tên magazîn jî dikir. Carekî ew û Bilgesu Erenus û hinekî din çûbû û di saha Akademiya Mahsûm Korkmaz de bi hevra tiyatro çêkiribû! Ev di rojnameyên Tirkan de jî hatibû nivisîn. Lê misyona Yalçin Kuçuk ti?tekî din bû? Derdê wî leyistina bi mejiyê PKKê re bû. Mijara wî “Ortadogu devrimci çemberinde PKK rolu“ (Li Rojhilata navîn di çembera ?ore?ger de rola PKKê) bû, misyona Yalçin Kuçuk ev bû. Çawa PKKê ji bîr û hizr û nirxên Kurdewar dûr bixe û çawa PKKê berde PDKê, YNKê; yanî bixe pêsîra ba?urê Kurdistanê û çawa xwîna Kurdan bi destê Kurdan bide rijandin û prosesa Dewleta Federe li ba?urê welatê me têk bide, karê wî ev bû! Ev gotin ne yên min in. Wî bi xwe gelek caran “bin navê discoursa min de” rola xwe wisa bi a?kere diyar kiriye. Îro jî eynî ti?tî dike. Dibêje: “divê ‘Pa?a hazretlerî’ alîkariya E. Ocalan û hevalên wî bikin, wan li dijî ba?ur xurt bikin.” Ev jî gotinên wî ne. Di programa xwe ya dawî de (bi Idris Akyüz re, KalemlerveKiliçlar, 25.11.2007, SKYTURK TV) got, “ordî nuha doktrîna xwe diguhere” û ew jî vê doktrînê diparêze. Em nêrînên Yalçin Kuçuk ba? dizanin. Ew doktrîna ev kes qîma xwe pê bîne, ne ji xêra Kurdan e!Çi ye doktrîna nû ya generalan? Di eslê xwe de doktrîneke nû tuneye, li ya kevin vegerîyane. General Ya?ar Buyukanit û Ilker Basbug doktrîna 1995an xistine dewrê. Vê doktrînê em dikarin bi van deqan pê?kê? bikin:* Tevgera Kurd ji platformên yasayî û rewa (me?rû) dûrxistin, -Hêrî?ên ser DTPê-* Terorizekirina siyasetê û civakê heta ji destê wan bê, -Operasyonên le?kerî, hêrî?ên polisan-* Xurtkirina xeta E. Ocalan (xeta Imraliyê) di nav PKKê de û di nav hemû Kurdan de, - Kampanya „êdî bes e“, encamên Kongreya DTPê, gurr kirina ?erê çekdarî-* Tevgera Kurd li dijî Amerîkayê û Yekitiya Ewrûpa tûjkirin bi armanca tevgera Kurd ji cihana demokrat îzole kirin,-Duri?mên xwepêni?andanên dawî û ragihandinên dijê Amerîkayê-* Krîmînalizekirina tevgera Kurd bi pirsên wek kaçaxçîtiya he?î? û ti?tên din,-Van demên dawî du nûçeyên wisa di medya Tirkî de hatin ragihandin, dê operasyon û nûçeyên bi vî rengî zêdetir bibin-* Gurr kirina dijminahiya nav Kurdan bi destê PKKyîyên Imralicî, * Gurr kirina dijminahiyê di nav bakur û ba?urê Kurdistanê de. –Ji nî?ka ve guherîna zimanê medya pkkyîyan dijî ba?urê welat- Siyaset û stratejiya klîka kemalist-militarist, bi gotinên din dek û dolavên wan dijî tevgera Kurd ev e. Tirkçiyên turancî amade ne xizmeta vê planê bikin. Ji xwe MHPê siyaseta xwe ser dijminahiya Kurdan û PKKê daniye. AKP jî, bi ?ertê ku general wan rehet bihêlin, ew jî amade ne, wek Hukumet alîkarê cîbecîh kirina vê planê bin. Her hêzêkî ji aliyê xwe de ji bo armancê xwe bi tevgera welatparêz û bi civaka Kurd dilîze. Hesab û armancên dewleta Tirk û partiyên Tirkan a?kere ye. Ev dewlet dev ji siyaseta xwe ya înkar û tunekirina (tirkkirina) Kurdan bernade. Eger ji sedemên konjonkturî ziman û metodên xwe carna bigohurîne jî, niyeta wan hê jî xapandin e. Rayedarên Tirkan vê siyaseta xwe wek „kirbaç ve havuç siyasetî“ (siyaseta qamçî û gizêrê) bi nav dikin. Ji pi?ta Kurdan çovê kêm neke, lê carna jî loqmek nanê bide devê wan û wisa civaka Kurd di bin kontrolê de bihêle. Siyaseta Tirkan ev e.Heta li Tirkiyeyê klîka kemalist-militarist wekî nuha bi hêz û serdest be, li Tirkiyeyê ne doza Kurdan çareser dibe, ne jî demokrasiyeke rasteqîn cîbecîh dibe. Li Tirkiyeyê kilîtê çareseriyê demilitarizasyon (demilitarization) û bêhêz kirina kemalizmê (deprive of kemalism) ye. Di vê çarçoveyê de hewce ye tevgera welatparêza Kurd hemî der û ?ibakên xwe li dijî bandora kemalizmê û militarizmê bigre. Li vê derê mijara Imraliyê di tevgera bakur de mixabin noqteya herî hesas e. Wek di efsaneya Yewnanî de derbas dibe, Imralî “paniya A?il”ê Kurdan e. Kemalist û militarist ji wê derê tîrên xwe berdidin dilê Kurdewariyê û bîr û hizra Kurdistanîtiyê. Em divê li vê yekê ?iyar bin, bi taybetî di vê demê de! Me di nivîseka xwe pi?tî hilbijartinan de pê î?aret dabû, ku divê em ba? goh li helwest û emirnameyên Imrali bin. Ew emirname dikarin tevgera Kurd tevlihev bikin, ji cîbecîh kirina planên klîka kemalist-militarist rê xwe? bikin! Çima ev tehlûke?E. Ocalan hêza PKKê ji bo parastina giyanê (egoya) xwe li hemberê herkesî wek kartekî bi kar tîne. Berjewendiyên welat (Kurdistanê) û milet (Kurdan) qet xema wî nîne. Ji roja hatiye girtin heta îro siyaseta ku daye ber PKKyîyan, siyaseta pûç kirina armancên netewî yên xelkê Kurd in. ?andina hêzên çekdar yên PKKê bo ba?ur jî parçayek ji planên xeter bû.Konsepta Imraliyê dibêje, doza Kurdan doza dewletê û desthilatê nine û Kemalizm ba? e! Mejiyê siyaseta Imraliyê ev e. Hûn ji xelkekî bindest re bêjin, doza te ne doza destxistina desthilatê ye, yanî ne pêwiste tu li ser axa welatê xwe xwe bi xwe îdare bikî, wê demê mesele xilas dibe. Ba? e, eger ev xelk li welatê xwe nebe xwedî dewlet û desthilatê, yeka ku bi zimanê wî xelkî îdareya wî bike, çima xwe bide ku?tin? Ji bo çi zarokê xwe bi?îne serê çiyan? Eger ?erê me, ?erê azadiya welat û milet nîne, em doza çi dikin? Te çima 30 hezar insanan da ku?tin? Her Kurdekî bi xîret hewce ye vê pirsê ji xwe bike û bersiva wê bide.Siyaseta ku mafê dewletê û desthilatê li miletê xwe yê bindest qedexe bike, doz û daxwaza dewlet û desthilatê kevneperestiyeka prîmîtîf binirxîne, gelo mirov dikare vî ti?tî wek siyaseteka Kurd bi nav bike?Ev mejiyê ku dewlet û desthilatê ji xelkê Kurd re haram dike, bi rehetî dikare dijminahiya dewlet û desthilata li ba?urê welatê me bike û dike jî. Generalên Tirk û huqqebazên wekî Yalçin Kuçuk û bi sedan yên din dijminahiya prosesa dewletbûnê li ba?urê welatê me dikin. Mirov dikare vê qenc fehm bike. Ew dibêjin eger Kurd bibin xwedî dewlet, dê „Kurdên me jî bidin ser rêça wan û ev ji bo yekitiya axa dewleta Tirkiyeyê tehlûke ye.“ Rast dibêjin. Eger li ba?urê welatê me, dewleta me ji îro pê?tir bibe dewleteka serbixwe, helbet dê rojekî ji rojan Kurdên Amedê jî bêjin ev çi halê me ye?Çawa hebûna Dewleta Albaniya bandora xwe li ser Arnawidên li Kosova kir ew zûtir ?iyar bûn, helbet destkevtiyên li ba?urê welatê me bandoreka mezin li ser Kurdên hemî parçeyan dike û dê hê zêdetir jî bike.Ba? e. em têdigihîn çima generalên kemalist aciz dibin! Lê çi bi te ketiye ey „rêberê PKKê“ tu çima ji Imraliyê dijminahiya prosesa dewletbûnê li ba?urê welatê me dikî?Pirsa duyemîn, me li jor nivîsîbû, kemalizm û Kurdbûn wekî av û agir e. Kemalizm inkariya hebûna gelê Kurd e. Ey „rêberê PKKê“, te bi xwe di pirtûka xwe ya bi navê „Sömürgeci *****huriyet Kirli ve Suçludur“ (We?anên Serxwebûn: 78, Adar 1996) de sed carî nivîsiye, „kemalism dîktatorî ye, kemalizm fa?izm e, kemalizm imparatoriya yek kesî bûye, kemalizm kevneperestî ye“ û gelek ti?tên din... Em rew?a te dizanin û ji te naxwazin tu van ti?ta binvîsî, lê qet nebe, pesnê kemalizmê nede, nenivîse, „kemalizm modernizm e, ez dixwazim rola M. Kemal di vê serdemê de bi cîh bînim“ û ti?tên din... Kîjan gotinên te rast in, yên deh sal berê an yên îro?Divê mirov êdî navekî li vê rûdanê dayne. Çîrokên wek „Heval ev taktîk e, maktîk e.“ pêwist e em bidin aliyekî. Jiber ku emirnameyên ji Imraliyê dertên siyaseta PKKê diyar dike. Dema mesele ev be, hewce ye em helwestê xwe zelal bikin. Mêrik ji wê derê dibêje, „Güney’dekî olu?um gericidir.“ (Destketiya li ba?ur kevneperest e), tu dinêrî medya PKKê jî dest pê dike, vî jahrî belav dike. Ev jahr dibe parçeyek ji siyaseta PKKê. Mejiyê bi sedan, bi hezaran Kurdperweran têkilhev dike. Ev wisa nabe! Tevgera Kurd divê xetekî biki?îne bin vê çîrokê. Divê mirov reda van gotinan bike. Bîr û hizra ku mafê dewlet û desthilatê li xelkê Kurd haram bike, nêrînekî Kurdan nîne. Siyaseteka ku ji Kurdan re pesnê Kemalizmê bide, nêrîneke Kurdan nîne! Êdî bes e, Kurdên dilsoz û welatparêz yên nav û derdora PKKê hewce ye di vê mijarê de serê xwe zelal bikin.Ez dixwazim li vê derê mijara zindanîbûnê cuda bikim. PKKyî dixwazin ji bo azadkirina E. Ocalan çalakiyan bikin, ew karê wan e, bila bikin. Lê divê êdî her Kurdek xetekî zelal di nav xwe û van nêrînên dijî doza Kurd û Kurdistanê de biki?îne.Astengî û aloziya herî mezin ev e. Ez Konsepta Imraliyê wek Kemalizma Kurdîlîhîcazkar bi nav dikim. Dewletê bi salan e ji zanyarên Tirkan dixwest ku siyasetekî biafirînin ku kemalizmê bi Kurdan bide hez kirin; dewletê, kemalizmê û Kurdan li hev bîne, wan nikaribû, lê ev heft sal in “rêberê PKKê” vê rolê hildaye ser milê xwe. Hewce ye ev rastî bi dengekî bilind werê gotin û nivîsîn. Nexwe?î û jana giran ya li tevgera Kurdistanê musalet bûye, kemalizma kurdîlîhîcazkar e. Tehlûkeya mezin ev e. Hewce ye ev tehlûke were tasfîye kirin. Ev nebe, ne PKKyîyên Qendîlê dikarin riya rast bibînin û ne jî metirsiyên bi qanala PKKê ser ba?urê welatê me çareser dibe. PKK dê ji bo Tirkan her bimîne wek hincetekî û kengî li hesabê wan were, dê dest bavêjin vî hincetî.Nivîskar Hikmet Bîla, bi generalên teqawit re hevpeyvînan çêkir û ev xebata wî wek pirtûkekî hat we?andin. Ser vê xebata wî bi H. Bila re hevpeyvînekî hatibû çêkirin. Rojnamevan ji H. Bila dipirse: Hesasiyetên le?keran çi ne? Hikmet Bîla li gor giringîyê rêz dike: 1- Prosesa dewletbûna “bakurê Irakê” (yanî ba?urê Kurdistanê, têbiniya me)2- Pirsa Kerkûkê3- Mijara Pkkê. Eger em bi xwe nikarin bûyeran û siyaset û stratejiya kemalistan rast têbigihîn, qet nebe em dersê ji gotinên dijminên xwe werbigrin. Derd û kûlê kemalistan, her wisa tirs û xofa wan, dewleta Kurdistanê ye. Di vê pêvejoyê de jî mijara Kerkûkê ye. Ev te?xeleyên van çend mehên dawî jî hemî ji bo têkdana prosesa referandûma Kerkûkê hat li dar xistin.Rastî ev e, vêca ti?tên ji vê û pê de, hincet in û teferûat in, teferuatên bê wate ne. Rêvebirên PKKê û hemî PKKyî divê van rastiyan bibînin.Îro roj pîvana welatperwerî û neteweperweriya Kurdan, bi parastina prosesa dewletbûnê ve girêdayî ye. Kî û bi çi hesaban dibe bila bibe, bi hizr an bi pratîk, eger zerarê bide prosesa dewletbûnê li ba?urê welatê me, Kurd divê ?ik û gumanan ji welatperweriya wî kesî bikin. Ev divê ji me re bibe reflekseke netewî! Kerem bikin, gelî xû?k û birayên PKKyî, xwediyê gotinê û biryaran hûn in.Dengê çekan bibirin,Gohê xwe bidin gotinên Serokê Kurdistanê, Hukumetê û Serokwezîrê Kurdistanê,Destê xwe ji DTPê veki?înin, bihêlin bila siyaseta sivîl ya Kurdan bikeve rêya xwe,Reda Kemalizmê bikin,Siyaseteka netewî berfireh bime?înin, bi xeynê xwe re li diyalogê bigerin û rê li ber hevxebatê vekin. Mijara xelkê PKKyî û DTPyî û li dûv ketina konsepta Imraliyê, bûye wekî mesela Karwan û kurtanê pê ve. Karwan Kurdewar e, lê kurtanê Karwan pê ve girêdayî kurtanê kemalizma kurdîlîhîcazkar e. Kurdewarî û kemalizm li hev nayê. Ev karwan bi vî kurtanî ve girêdayî, nikare bi saxî û silametî bigîhe menzîla xwe, bigîhe armancên xwe! Mesele bi çiqasî zahmet dibe bila bibe, cardin jî em divê lê ?iyar bin ku li nav Kurdan carekî din ?erê birakujî rû nede! Sebir û tehemûl û zanîn û ?iyarî dê bibe ilacê vê nesaxiyê.Em hemî di imtihaneke dijwar re derbas dibin. 29.11.2007Bayram Ayaz
|