|
u an sitede, 17 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
Tarih: 29.11.2007 Saat: 19:04 Gnderen: Editor
|
|
Roja 15-12-2007'ê, wê 20-saliya damezirandina Pirtûkxaneya Kurdî - SARA'yê were pîrozkirinê. Li vê êvarê wê nûnerên Amnesty International'ê, akademisyenên swêdî, nivîsevan û rojnamevan ji medya swêdî û kurdî be?dar bibin. Êvara kokteylê navbera 13:00 ta 22:00 berdewam dike. Li programa êvarê: pirtûk, govar, wêne, bade û çêj (tilltugg) heye.
Rêvebirê SARA yê Goran Candan li ser projeyên SARA yê pê?erojê wisa axifî: " Armanca nêzîk a Pirtûkxaneya SARA'yê bi erkdariya Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê damezirandina yekemîn Pirtûkxaneya Kurdî Gelêrî ya li Amedê ye. Li ser vê riyê kar û xebat berdewam dikin. Ev xebat li buhara 2008'ê (Newroz), encam digire.Li bernameya WE?ANÊN NÛ YÊN KURDÎ ya SARA'yê du pirtûkên kurdî yên nuh hene, ku li nav sala 2008'ê derdikvin: 1- Mela Mehmûdê BEYAZIDÎ/ Adat û Rusûmetnameyê Ekradiye / (Karê Wergerandina ji tîpên erebî ser latînî: Goran Candan. Mela Mehmûdê Beyazidî 1797 li Bazîdê hatiye dunyayê. Vê xebata xwe jî li salên 1850 kiriye.) 2- Çîroka Folklorî ya Kurdî ÇOLO, ku ji devê Hemîdê Cano (92-salî) hatiye tomarkirinê."Navnîshana Pirtûkxaneya Kurdî SARA yê ev e: Dalag.41, Odenplan-STOCKHOLM. Kesên bixwazin dikarin bi rêya telefonê têkiliyê bi Candan re deynin: 00 46 (0) 70 791 36 06 (Zarathustra News).
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|