Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
Tarih: 28.11.2007 Saat: 18:47 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Ro?an Lezgîn      Her kurdekî welatperwer ba? dizane ku zimanê kurdî li Kurdistana Bakur roj ji rojê dihele, ango axaftvanên zimanê me kêmtir dibin. Herwiha, ev jî ba? têye zanîn ku kurdek çi dema ku zimanê xwe ji bîr ve kir, êdî gelek zehmet e ku ji nû ve fêrî zimanê kurdî bibe. Û bi vê bîyanîbûnê re ji hest û fehma xwe ya neteweyî jî êdî bi dûr dikeve. Ango ji aîdîyeta xwe vediqete.

Ger hindek be jî, bona pê?îlêgirtina vê prosesa hanê, di vê gotarê de ez ê hewl bidime xwe da ku pê?nîyazekê pê?kê? bikim ku teqrîben dê her sazîya kurd bikanîbe vê çalakîyê bi hêsanî li dar xîne. Gregory Jusdanis di kitêba xwe ya bi navê Modernîzma Derengmayî û Kultura Estetîkîyê (Gecikmi? Modernlik ve Estetik Kültür, Metis, 1998) de çîroka pê?ketina ziman û edebîyata modern a li Yewnanîstanê qal dike. Bêguman bi berfirehî û bi awayekî berawirdî qala pêkhatina tesewura neteweyî dike. Lê ti?tê ku niha bala min diçe ser ev e: Li welatek ji bo pê?ketina edebîyatê û aktuelbûna zimên pêwîstî bi çar hêmanên sereke heye: 1.we?an, 2.mekan, 3.pê?bezî, 4.antolojî. Evên hanê bi giranî aktîvîteyên sivîl in. Di xala we?anê de rojname, kovar, kitêb, fîlmên sînema û her cûre alavên ku xizmeta we?andinê dikin dihejmêre. Em jî dikanin malperên enternetî, fîlmên serîyal û kartonî yên televîzyonan û hwd. lê zêde bikin. Ev amurên we?anê rê vedikin ku hunermend peywendîyê ligel gireseyên mezin dayne û peyama xwe belav bike. Çunke sedemê sereke yê afirandina hunerî ev e ku kirde yan jî kirdeyên hunerê peyama xwe rabigihînin kesên din, li gorî mebestekê civakê manîpule bikin. Di vê çarçoveyê de car heye tenê wêneyek, dîmenek, sehne yan jî hevokek dikane îstîqameta civakê biguherîne. Di xala mekanê de, heçî avahîyên ku têde huner têye amadekirin û pê?kê?kirin, gi?an dihejmêre; salonên sînema û teatrê, salonên ku têde panel û semîner têne lidarxistin, kafeyên ku têde munaqe?eyên edebî/hunerî têne kirin, we?anxane, kitabfro? û hwd. Li bajaran -ku bajar ?aristanîyet in-bêyî mekanan, ango bêyî ku avahîyek hebe huner nayê pê?kê?kirin, nayê guhdarîkirin yan jî tema?ekirin. Meriv dikane stadyum, meydan (qad) û kolanên taybet ên hunerî jî di nav mekanan de bihesibîne. Di xala pê?bezîyê de qala lidarxistina her cûre pê?bezîyên edebî û hunerî dike. Çunke pê?bezî, bêhtir jî pê?bezîyên ku qîymeteka wan a maddî hebe, her tim dibin sedemê afirandina berheman, enerjiya kirdeyê hunerê dixînin nav bizavê. Ji qedîmî ve heta bi îro ehlên hunerê her tim di nav tengasîyên maddî de bûne. Ev di xwezaya mijûlîya wan de heye. Ji ber ku tevayî enerjîya xwe didin ser hunerê, hingê ji bidestxistina îmkanên maddî bêpahr in, alîyê wan ê debarê tim leng e. Lê ji ber mexrûriya xwe jî ji alîkariya maddî re girtî ne. Lêbelê çi dema ku di encama pê?bezîyekê de wek xelatek îmkaneka ba? ya maddî bikeve dest, vê îmkanê wek heqê xwe dibînin û jixwe, ev wisa ye jî. Hingê bi can û dil li karê xwe sor dibin. Di xala antolojîyê de jî qala amadekirina antolojîyên biprestîj dike. Çunke cihgirtina di antolojîyeka qedirbala de bona kirdeyê berhemê bilindtirîn rûmet e. Bona afirandina berhemên hîn hêjatir dibe palpi?teka manewî ya gelek hêja.* * *Bêguman rew?a ziman û edebîyata kurdî ya li Kurdistana Bakur têye zanîn. Rew?, ji ne ba? jî wêdetir di xetereyeka mezin de ye. Çerxa asîmilasyonê di bilindtirîn radeyê de dixebite, kêm kes dikanin xwe li ber ragirin. Em wek kurd, wek kesên xwedî rûmeta neteweyî ji dil li çareyan digerin da ku ziman û çanda kurdî bidine jiyandin lê îmkan û hêza me malum e! Heta bi bîst sal berîya niha, civaka kurd bi gi?tî gundî bû. Ji sedî nodê ro?inbîr yan jî neteweperwerên kurd ên îro zarokên gund in. Lê êdî gund nema. Ger fîzîken hebe jî, çi ferqek di navbera gund û bajêr de nemaye. Çunke bi saya pê?ketina teknolojiyê êdî çi ti?tê ku li bajêr têye bihîstin di heman salîseyê de li gund jî têye bihîstin. Çi amurên ku li nav bajêr têne xebitandin, li gund jî bi heman mebestî têne xebitandin. Heta ku meriv dikare bibêje xebata li gund ji ya nav bajêr siviktir bûye. Zimanê me, ango zimanê kurdî, ji ber ?ert û zurûfên xwe zimanê gund bû. Bîst sal berê ne ferhengek hebû ne pirtûkek, ne radyo ne kanaleke televîzyonê, jixwe, enternet qet di xeyala me de jî nebû. Di heyama îroyîn de cîhan hemî bajarî ne, em jî mecbûren êdî bajarî ne. Pi?tî ku em mecbûren bajarî ne, hingê em di nav hewldanên bajarîbûnê de ne jî; di nav van bîst salên dawîn de ro?inbîrên kurd zimanê kurdî (ez qala Bakur dikim û li vir mebesta min ji zimanê kurdî, dîyalektên kurmancî û zazakî ne) standardîze kirin. Bi gi?tî yên edebî, bi sedan, dibe ku bi hezaran kitêb hatibin we?andin. Gelek kovar û rojname hatin we?andin, yên ku niha berdewam diwe?in jî gelek in; malperên enternetî roj bi rojê zêdetir dibin; festîval, panel, semîner, helbestxwendin, munaqe?eyên pê?debirin û ge?kirina ziman û edebîyatê, erînî yan neyînî rexnekirin, wergerandina berhemên bîyanî, li mekanên cihê bi cihê pê?kê?kirina her cureyê hunerê. Dinyayek sazî û dezgeyên edebî/kulturî yên wek navendên çand û hunerê, herwisa komeleyên din hatine avakirin. Ev hemî hewldanên bajarîbûnê ne, di heman demê de hewldanên bajarîkirina ziman, çand û jiyana kurdayetîyê ne. Ev hemî hewldanên berxwedana ji nuh ve duristkirina nasnameya neteweyî (kollektîv) ne. Ev hewldan hemî berxwedana li hemberî tofana asîmilasyona tirk in. Ez dibêjim “tofan”, çunke polîtîkaya asîmilekirina tirkan di rengê tofaneka har de ye; muxatabên xwe ?oke dike, ruh û mejiyê muxataban kung dike, ji layê derûnî ve wan seqet dike, îradeya wan di?kêne. Ji ber karîgerîya tund ya vê çerxa asîmilasyonê, hema bibêjin ku tevayî kurdên Bakur di nav travmayeka zimanî û derûnî de ne.* * *Pê?nîyaza min, lidarxistina pê?bezîyekê ye. Bêguman heta bi niha gelek pê?bezî hatine lidarxistin. Bi qasî ku ez pê dizanim, ev pê?bezîyên hanê di warê helbest û çîrokan de çêbûne. Hindek sazî û dezgeyan yan jî kovaran pê?bezîya helbestan yan jî pê?bezîya çîrokan li dar xistine. Di van pê?beziyên hanê de zêdetir xelatên sembolîk hatine dayîn, ango qîymeta maddî gelek kêm bûye. Wek mînak, îsal kovara Nûbiharê pê?bezîyeka çîrok û helbestan li dar xist. Bi tevayî 35 çîrok bo pê?bezîya çîrokan hatibûn ku ji vana 6-7 heb xebro?k (masal) bûn. Û hemî jî bi kurdîya kurmancî bûn.Ya ku ez ê pê?nîyaz dikim “Pê?bezîya Xwendinê” ye. Û ne bona salmezinan lê bona zarokan e; ji 12 salîyan heta 18 salîyan. Ev pê?bezîya hanê gelek pratîk e, her sazî, te divê bila komeleyeka çandî-hunerî be yan jî sîyasî be, te divê we?anxane yan jî liqekî partîyeka sîyasî be, heta ku di nav malê de malbat bi xwe jî dikane vê pê?bezîyê li dar xîne. Meriv dikane bi xwe zarokan hilbijêre yan jî meriv dikane li girseyên mezin, bo rayagi?tî îlan bike. Meriv dikane hem zarokan fêrî xwendinê bike hem jî pê?bezîyê di nav wan de çêbike. Ez ê lê jêr forma lidarxistina vê pê?bezîyê piçek zelal bikim, lê min divê pê?î behsa mentiqa wê bikim. Herwekî ku têye zanîn zimanê ku zarok pê neaxifin ew ziman êdî li ber mirinê ye. Ango dema ku axaftvanên zimanekî neman, ew ziman ji navê têye hilanîn, herwekî zimanê sumerî yan zimanê yewnaniya kevn yan jî wek zimanê zend-avestayê tenê di pirtûkan de dimîne. Çendî ku tofana asîmilasyonê me kiribe nav pencên xwe yên hesinî jî lê me qet nîyet nîn e ku em wisa bi hêsanî aqubeta zimanê sumerî bînin serê zimanê xwe de! Ger ne wisa be jî ez wisa têdigihêm, ku di vî warî de hewldanên hêja hene. Hingê me divê em li çareyên maqul bigerin û hewldanên xwe yên berxwedanê di serçavîyê re, ji dendikê de pêk bînin; ango em berê xwe bidin zarokên xwe. Çunke ji sedî heftê-he?têyê binhi?ê meriv di zaroktiyê de ?ekl digre. Mezinên me beredayî negotine kurmê ?îrî heta pîrî. Bila malbatên kurd viya ba? bizanin ku tenê axaftina bi zimanê kurdî ya bi zarokan re qîm nake ku zarokên me bi zimanê kurdî biaxifin. Jiyana bajarî li ser xwendin û nivîsandinê saz bûye. Dinya jî tev bûye bajarek. Bêguman malbatên kurd divêt li her derê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxifin. Ev yek di roja îroyîn de wezîfeyeka ferz e. Lê divêt teqez wan fêrî xwendin û nivîsandina kurdî jî bikin. Niha em bala xwe bidinê, çi malbatên ku li mala wan rojname û kovarên kurdî hebin, zarokên wan fêrî xwendina kurdî bûne. Ev zarokên hanê zimanê xwe ji bîr ve nakin. Lêbelê zarokên ku nikanin bi zimanê kurdî bixwînin, alfabeya kurdî nas nakin yan jî qet metneka kurdî neketiye destê wan, hingê pi?tî destpêkirina prosesa dibistanê, zimanê kurdî ji bîr ve dikin. Niha li Kurdistana Bakur ji sedî nod û nehê zarokan qet nikanin bi kurdî bixwînin. Jixwe, herwekî têye zanîn, pirraniya xelkê kurd yên Bakur, çi gundî çi bajarî, êdî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxifin, bi wê tirkîya kurdan. Lê gelek malbat hay ji xwe nîn in; ango fehma zimanê dayîkê yan jî fehma neteweyatiya kurdî li ber wan nema ye, yan jî qet çênebûye. Dibe ku tu peywendiyek di navbera zimanê dayîkê û pêkhatina nasnameya neteweyî de nedîtibin jî. Lê bi saya vê pê?beziyê meriv dikane wan hî?yar bike. Be?ek jî hay ji xwe hene, bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxifin lê hêza wan a berxwedana li hemberî tofana asîmilasyonê nîn e. Çunke çerxa sîstema perwerdeya tirkî qet mecal nade wan. Niha êdî perwerde ji berîya dibistanê dane destpêkirin. Zarokên sê, çar, pênc û ?e? salî li dibistanê, havîn û zivistan berî pola yekem perwerde dikin. Ev yek ji binî ve zimanê me tune dike. Hingê ev pê?bazîya hanê dikare heta radeyekê bona wan bibe palpi?tekê da ku bikanîbin li ber pêlên har ên tofana asîmilasyonê li ber xwe bidin. Ya rastî min vê pê?bezîyê par bo Navenda Kitêb û Çanda Zarokan ya Astrid Lindgren ku ji layê Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê ve li Diyarbekir ava bûye pê?nîyaz kiribû. Lêbelê wan vê pê?bezîyê wekî “Pê?bezîya Çîrokan ya Astrid Lindgren” li dar xist. Pê?bezî dê bi kurdîya kurmancî û kurdîya zazakî wek du be?ên cihê çêbibûya. Bona her lehçeyek jurîyek amade kiribûn. Bêguman bona zazakî cihê, kurmancî cihê bû. Zarokên ku temenê wan ji 12 heta 18 salî dikanîbûn bi çîrokên xwe be?darîya vê pê?beziyê bikin. Daxuyaniya lidarxistina pê?bezîyê li her derê hate we?andin. Ango her kes pê hesiya ku dê pê?bezîyeka wisa çêbibe. Xelatên wan jî ji layê maddî ve ba? bûn; bo yekemînîyê 750 YTL, duyemîn 500 YTL û sêyemîn jî 250 YTL. Diviyabû ku vê yekê zarokan sewqî be?darîyê bikirana, lê mixabin, tenê zarokek 2 çîrokên xwe yên bi kurdiya zazakî bona vê pê?bezîyê ?andibûn. Vî zarokî berê jî du çîrok li kovara VATE dabûn we?andin.Di organîzekirina vê pê?beziyê de qusûrek nîn bû. Lêbelê divê ev yek bête zanîn ku ev pê?bezî ne reelîst bû. Ne reelîst bû, çunke, çîrok bi xwe formeka edebî/estetîkî ye. Di vî temenî de ji milyonan yek zarok tênagihê bê hela forma çîrokê çi ye, çi dibe çîrok û çi nabe çîrok. Ev yek ne tenê bona zarokên kurd ên Bakur lê bona hemî zarokên cîhanê derbas dibe. Em dev ji nivîsînê berdin, ger em rew?a civaka kurdên Bakur ji layê xwendina bi zimanê kurdî ve analîz bikin, dê bête dîtin ku di nav salmezinan de ev rêje ne ji sedî pênc e jî. Îcar di nav zarokan de dibe ku ji hezarî yek jî nebe. Yanî, ger rew?a xwendinê ev be, hingê nivîsîn, hem jî nivîsandina berhemeka hunerî dibe fentazîyeka luks. Wê demê divê em reelîst bin. Civaka xwe ba? nas bikin, pê?bezîyên ku em li dar dixînin jî divêt li gorî asta civaka me bin. Herwisa, divêt her çalakiyên me ji serî de gav bi gav, pêl bi pêl xizmeta jiyandin û ge?kirina zimanê me bikin. Ji vê çendê, di vê gava pê?î de em pê?bezîyên xwendina bi kurdî (kurmancî, zazakî) li dar xînin dê karekî aqilane be. Divêt ev pê?bezî berdewam bêne çêkirin. Bêguman ew zarokên ku fêrî xwendina kurdî bibin dê êdî hem zimanê xwe di binhi?ê xwe de biparêzin û hem jî dê siberoj bibin kirdeyên berhemên edebî yên wek helbest, çîrok û romanan jî. Nasnameya wan a neteweyî di nav derûniya wan de dê li ser zemîneka madî rûne. Pê?bezî dê çawan çêbibe?Berîya her ti?tî divêt organîzator bi qasî 50 metnên sivik yên wek xebro?k (masal) yan jî çîrokên zarokan amade bikin. Her metnek bi qasî rûpelek kaxizê A4 be û puntoyê wan ne hûrik be. Metnên ku bêne xwendin dê ev bin. Lê di dema pê?bezîyê de dê ji nava 50 heb metnî yek bête ki?andin, êdî li gorî ?ansê zarok kîjan derket, dê zarok wiya bixwîne. Di vir de esprî ev e ku, divêt zarok beriya pê?beziyê her 50 metnî jî bixwîne. Çunke kakilê vê pê?bezîyê fêrkirina xwendina zimanê kurdî ye. Her ti?t xizmeta viya dike. Û armanca berfireh jî, parastin û ge?kirina zimanê kurdî ye. Bêguman zarokek 12 salî ku 5 polên dibistana sereta temam kirine, dikane rojê deh metnên wisa bixwîne û xwe bona pê?bezîyê amade bike. Pê?bezî dikane bi du yan jî çend etaban çêbibe. Di etab yan jî etabên pê?î de ji nav yên ku herî ba? dixwînin 20 zarok yan jî 10 zarok bona fînalê dê bêne hilbijartin. Divê jurîyeka ba? û bêteref hebe, di xwendinê de bala xwe bide ser rastxwendinê, bilêvkirina peyvan (vurgulama), herikandina hevokê û dîksiyonê. Teqlîdkirina diyalogan û wext jî qistasên serketinê ne. Divê fînal di saloneka bijare de çêbibe û ji xelkê re vekirî be, bi taybet zarokên be?darvan çiqas zêde bin ewçend ba? e. Çiqas çapemenî eleqe ba? nî?an bide ev yek bona aktuelkirina pê?bezîyê ba? dibe. Çunke aktuelkirina vê pê?beziyê di heman demê de aktuelkirina zimanê kurdî ye. Jixwe, esprîya me ya bingehîn ev e. Ji vê çendê divêt alîyê xwe yê nî?andana bo rayagi?tî, te divê bi riya çapemenîyê yan bi awayên dî be, divê bi awayekî gelek cazîb be. Pê?bezî çendî cazîb û estetîk be, ev yek dê îmaja zimanê me di çavê girseyên xelkê de bilindtir bike. Xelata maddî û manewî ya vê pê?bezîyê divê xwedî qîymeteka ba? be. Ango di ?ertên îroyîn de bona yekemînîyê 1000 YTL, bona duyemînîyê 750 YTL, sêyemîn 500 YTL û her wisa, bona kesên heta dehemînîyê jî her yekî 100 YTL xelata maddî ligel plaketên bi qalîte, ez bawer im her sazî dikane gelek bi hêsanî bide. Ger sazî bi xwe nikanîbe jî, bi hêsanî dikane bona lidarxistina pê?bezîyê sponsorek yan jî çend sponsoran peyda bike. Wek mînak, Navenda Kitêb û Çanda Zarokan ya Astrid Lindgren jî dikane vê pê?bezîyê çêbike, herwisa, Kurdî-Der, Toplum-Der, Navenda Çanda Ehmedê Xanî, Komeleya Çira, Komeleya Ciwan-Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî, Baskên Ciwanan yên DTP, Hak-Par, Kadep… Xulasa, çi komele û sazîyên kurd yên li Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Xarpêt, Çewlîg, Dêrsim, Adene, Mêrsîn, Stenbol, Bruksel, Munih, Frankfurt hene, gi? dikanin gelek bi hêsanî vê pê?beziyê li dar xînin. Ji layê huqûqî ve jî tu astengek li pê?îya çêkirina pê?bezîyeka wisa nîn e. Çunke di destûrnameya hemî komele, partî û sazîyên kulturî de xala lidarxistina çalakîyên kulturî teqez heye û ev pê?bezîya hanê jî çalakîyek ji çalakîyên kulturî ye. Bêguman di heman demê de li bajarekî bîst sazî dikanin her yek cihê bi cihê û li heman wextê jî vê pê?bezîyê çêbikin. Yan jî, çend sazî dikanin bêne ber hev, ligel hev komîsyonekê ava bikin û vê pê?bezîyê çêbikin. Organîzator dikanin hejmara be?darên pê?bezîyê bisînor bihêlin, ango dikanin bibêjin, em vê pê?bezîyê tenê di navbera 20 zarokan yan jî 50 zarokan de li dar dixînin, dikanin hejmara be?daran bêsînor jî bigrin. Ev yek li gorî hêza wan a maddî, kadro û cihê wan e. Lêbelê, di encamê de her çendî zimanê kurdî aktuel bibe û xwendevanên zimanê kurdî zêde bibin jî lê esas ew sazî bi xwe dibin xwedî girseyekê. Çunke ev zarok û malbatên wan bivê-nevê bi awayekî manewî bi wê sazîyê ve têne girêdan, qet nebe di nav wan de dilbestîniyek pêk tê. Ev zarokên hanê, yên ku be?darî pê?bezîyê bûne, yên ku xelat wergirtine, siberoj tev dibin kadroyên van sazîyan. Dema ku pê?bezî têye îlankirin û bi ?ûnde heta roja ku pê?bezî dê çêbibe, divê ew sazîya organîzator karê fêrkirina xwendina bi kurdî bo zarokên ku dê be?darî pê?bezîyê bibin bigre ser xwe. Ango divêt bi daxuyanîya xwe ya pê?î bide zanîn ku ew dê bona fêrbûna xwendinê, yan jî bona pê?debirina xwendinê bi her awayî amade ye ku alîkarîya be?darên pê?bezîyê bike. Divê bike jî. Ev yek bona sazîyeka kulturî firsendeka gelek mezin e ku ji xwe re endaman, layengîran peyda bike. Û zarokên ku dê li mala xwe bi alîkarîya malbatê yan jî bi îmkanên din xwe amade bikin jî mumkin e. Dema ku zarok bona serlêdanê têne sazîyê, komîsyonek ku ji ruhê zarokan têdigihê, zimanê zarokan ba? dizanê, ango bi taybet kes yan jî kesên ku xwedî formasyoneka pedagojîk in, divê vî karî hildin ser milê xwe û ligel zarok û malbata wan peywendîyên ba? daynin. Ev ne karekî gelek zor e, na, karê zewqê ye, sivik e, lêbelê gelek jî ciddî ye. Jixwe armanca hemî komele û saziyan ew e ku xwe bigihînîn girseyên xelkê. Di nav xelkê de xwe organîze bikin. Ev pê?bezîya hanê rêya vê yekê jî vedike.Sazîyek dikare salê çend caran pê?bezîyên wisa li dar xîne lê tatîla havînê bikêrtirîn wext e. Ger sazîyek her sal yan jî salê çend caran vê pê?bezîyê çêbike, hingê dikare ?ertekî wisa jî dayne ku heçî zarokên ku berê xelat girtine dê mafê wan ê be?darbûnê bona pê?bezîya duyem û pi?tî wê nîn be.Bala xwe bidinê, çiqas kulûbên mezin, kulûbên serketî yên futbolê hene, gi? xwedîyê tîmên zarokan in. Bi hezaran zarokî ji piçûktiya wan de perwerde dikin, ku 10-15 sal bi ?ûnde dibin stêrên cîhana futbolê. Ez bawer im bi lidarxistina her pê?bezîyekê dê 50 zarokên kurd fêrî xwendina kurdî bibin. Ji van pêncî zarokan îhtîmal e ku 10-15 sal bi ?ûnde 10 heb kadroyên têko?îna kurdperweriyê ji nav vana derkevin. Bêguman, em kurdên Kurdistana Bakur hîn jî bindest in, tu statuyeka me tune, lê em ne reben in, bi qasî ku firsend bikeve destê me, bi qasî hêza xwe em jî dikanin li ser hesabê neteweya xwe hîn karên hêja bikin. Ger em rastiya wê bibêjin, niha gelek îmkanên demokratîk jî ketine destê me. Qet nebe, îro ji duhî çêtir e. Gelek nî?anên bala yên ji hewldanên kurdan yên îstîfadekirina ji vê rew?ê jî hene. Îcar em ê bi vê pê?bezîyê berxwedana xwe qewîtir bikin. Û hemî sazîyên me dikanin pê?bezîyeka wisa li dar xînin.Ev pê?nîyaza hanê wek pê?numayekê ye; dibe ku kêm be, ne zelal be, lê wek fikrekî maqul li ber destê her kurdekî ye. Her sazî dikane li gorî ?ertên xwe li gorî hêza xwe li ser bingeha vê îdmana fikirînê vê pê?bezîyê bigihîne formeka kamil. Lêbelê divê neyê jibîrvekirin ku forma bê?bezîyekê yan jî projeyek çendî kamil û tekuz be jî, ger ew kadroyên ku wî karî pêk tînin ne ehlê karê xwe bin, lîyaqeta wan li ser nîn be, ne îdealîst bin, ango ne ji dil bin, encameka bixêr nakeve dest. Diyarbekir, 27. 11. 2007 (Zarathustra News & Peyamaazadi

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur