Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 15 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
Tarih: 27.11.2007 Saat: 19:03 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Îbrahîm GUCLU(ibrahimguclu21@gmail.com)   Pi?tî biryara ?er û operasyonê ya meclîsa Tirkiyeyê li hemberî tevgera bakurê Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê,  qeneatek çêbû ku di navbeyna kurd û tirkan de dê ?erekî dijwar pêk bê. Bi taybetî jî hêzên kemalîst, nîjadperestên çep û rast yên ?erxwaz helwesteke wusa diyar dikirin ku helwetên wan dê hîç nayên guhertin, ewê her dem di nav ?er de bin. Lê di nav ev rew?a awarte, gef û tehdîtan de guhertin û helwestên ku nedihatin payîn di qada siyasî ya Tirkiyeyê de û ji aliyê hêzên nîjadperest û bi taybetî jî aliyê CHPê û serle?kerên kevnare de hatin holê. Jibera gelek kes û hêzan, li hemberî van guhertinên rojane xerab bû.

Ji bona vê min dixwast ku li ser helwesta CHPê û serle?keran, li ser konsepta CHPê bi serekrêza “Ava behra Denîz jî qediya” nivîsarekê ji bona malpera Serwextê binivîsim. Lê ji bona ku du roj berê min bi birêz Îsmaîl Be?lîkçî re li Enqereyê hevûdîtin pêk anî bû; ev hevûdîtina him girîng bû û him jî helwesta Be?îkçî beriya vê 35 salan di derheqê rew?enbîr û siyasetvanên kurd de, ji rew?a îro ya tirkiyecitî re wek referanseke hêja bû, li ser ev hevûdîtinê nivîsandin derî pê?ket.     Îsmail Be?îkçî ji aliyê hemû Kurdan de û dinyayê de tê naskirin. Ew dozkarekî  îlima sosyolojî  û doza Kurdistanê ye. Wî li ser  Kurdistanê gelek pirtûk nivîsandine. Ji bona pirtûkên xwe hat dadgeh kirin. Wî, jiyana xwe,  18 salan,  pi?tî darbeya le?kerî ya 1970-yî û darbeya le?kerî ya 12 îlona 1980-yî di hepsan de derbas kir. Wî li hemberî dadgehan parêznameyên gelek hêja pê?kê? kir.   Îsmail Be?îkçî di sala 1975-an de pi?tî ji hepsa le?kerî ya Amedê derket, dev ji xebata xwe ya sosyolojîk ya kurdî ber neda, dest bi nivîsên pirtûkên nuh kir, di nav projeya Rizgarî de cîh girt û bû yek ji nivîskarê Rizgariyê.    Wî di van salên dawî de jî, dîsa di derheqê pirsa Kurdistanê de, di Kovara Esmerê de dinivîse. Gelek caran jî ev nivîsên wî di malperên kurd de jî çap dibin.   Di navbeyna min û wî de di salên 1989-90-î de li ser mijara PKKê gelek polemîkên hi?k bi niviskî derbas bibûn. Demeke dirêj, heta ku ez vegeriyam Tirkiyeyê eleqe me ji hevûdu hat birîn. Me ji hev re nenivîsand. Di sala 1998-an de dema ku ez vegeriyam Tirkiyeyê jinûve pêwendiyên me pêk hatin. Derfet çêbû ku em li ser pirsgirêkên bingehî biaxivin. Di nav demê de pêwendiyên me germ bûn.     Di van rojên dawî de dema ku min bi Îsmail Be?îkçî re hevûdîtin kir, min tespît kir ku li ser pirsên gelek balkê? radiweste. Wek mînak: Ew, li ser awaya siyaseta nûh ya li ser axa Kurdistanê, merkezbûna Kurdistanê ji bo siyaseta kurd, guhertina civakî ya sosyolojîk ya Kurdistanê, di tebekeyên  serdest, axa, beg, sermeyadarên  Kurdistanê de guhertinên nû yên siyasî radiweste. Ji bona van  mijaran lêkolîn dike. Ji  rew?enbîrên kurd ji b ovan mijaran pirsan dipirse û bersîv digre. Wî, ji min jî di derheqên van mijaran de pirs pirsiya û bersîv girtin.   Ez pi?tî hevûdîtinê gelek kêfxwe? bûm ku Îsmaîl Be?îkçî di riya xwe de qerardar e. Xuyayê ku dê ewê di doza xwe de xebatên gelek hêja û çalek pêk bîne. Xwedê emrê wî dirêj bike. Ew hîç nexwe? nebe.    Îsmaîl Be?îkçî, di salên 1970-yî de di hepsa Amedê de lêhengek bû. Bi her kurdekî re eleqeder dibû, ji bona ku her kurdek û grubeke siyasî jî parêznameyên siyasî li hemberî dadgehê  te?wîk dikir. Grubek mele, gundî, axayên kurd yên hevalbendên Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê jî li hepisxaneyê bûn. Wan jî biryar girtin ku parêznameya siyasî pê?kê?î dadgeha le?kerî bikin. Ji bona vê min/me re?nivîseke parêznameyê amade kir. Wan ji Be?îkçî gelek hez dikirin û bawerî bi wî tînan. Ji bona vê re?nivîsa parêznameyê pê?kê?î Be?îkçî kirin. Be?îkçî pi?tî ku parêzname xwend, sor û gelek eciz bû û got ku “ hûn rew?enbîr û siyasetvanên kurd gelek dalkawux in.”    Dema ku min ev nerînên Be?îkçî bihîstin ez gelek eciz bûm. Di navbeyna min û wî de minaqe?e dest pê kir. Min ji wî daxwaz kir ku ew ev nerînên xwe ji min re îzah bike. Wî hêdî, nerm û nerm ji min re îzah kir. Got ku “te di parêznameyê nivîsandiye ku em yekîtiya gelê kurd û tirk diparêzin. Te li cem kurdan azadiya tirkan jî parastiyê. Te ji desthilatdariya gelê kurd û tirk yê hevmi?terek behs kiriye. Ti?tekî vekirî heye ku tirk hewcedarî rew?enbîrên kurd nîn in. Xwediyê gelê tirk hene. Gelê tirk xwediyê desthilatdarî ye.”                                            Di vê qonaxê de di nav rew?enbîr û siyasetvanên kurd de  ew tirkiyecitiya xurt ya heyî, pi?tî ku min bi Be?îkçî re di van rojên dawî de danûstandin kir, ev tespîta Be?îkçî ya di salên 1970-yî de anî bîra min. Min jî xwast ku ez vê nerînê bi xwendavanên malpera Serwextê re parve bikim. Amed, 26. 11. 2007          

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur