|
u an sitede, 17 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
Tarih: 27.11.2007 Saat: 18:03 Gnderen: Editor
|
|
Îbrahîm GUCLU(ibrahimguclu21@gmail.com) Pi?tî biryara ?er û operasyonê ya meclîsa Tirkiyeyê li hemberî tevgera bakurê Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê, qeneatek çêbû ku di navbeyna kurd û tirkan de dê ?erekî dijwar pêk bê. Bi taybetî jî hêzên kemalîst, nîjadperestên çep û rast yên ?erxwaz helwesteke wusa diyar dikirin ku helwetên wan dê hîç nayên guhertin, ewê her dem di nav ?er de bin. Lê di nav ev rew?a awarte, gef û tehdîtan de guhertin û helwestên ku nedihatin payîn di qada siyasî ya Tirkiyeyê de û ji aliyê hêzên nîjadperest û bi taybetî jî aliyê CHPê û serle?kerên kevnare de hatin holê. Jibera gelek kes û hêzan, li hemberî van guhertinên rojane xerab bû.
Ji bona vê min dixwast ku li ser helwesta CHPê û serle?keran, li ser konsepta CHPê bi serekrêza “Ava behra Denîz jî qediya” nivîsarekê ji bona malpera Serwextê binivîsim. Lê ji bona ku du roj berê min bi birêz Îsmaîl Be?lîkçî re li Enqereyê hevûdîtin pêk anî bû; ev hevûdîtina him girîng bû û him jî helwesta Be?îkçî beriya vê 35 salan di derheqê rew?enbîr û siyasetvanên kurd de, ji rew?a îro ya tirkiyecitî re wek referanseke hêja bû, li ser ev hevûdîtinê nivîsandin derî pê?ket. Îsmail Be?îkçî ji aliyê hemû Kurdan de û dinyayê de tê naskirin. Ew dozkarekî îlima sosyolojî û doza Kurdistanê ye. Wî li ser Kurdistanê gelek pirtûk nivîsandine. Ji bona pirtûkên xwe hat dadgeh kirin. Wî, jiyana xwe, 18 salan, pi?tî darbeya le?kerî ya 1970-yî û darbeya le?kerî ya 12 îlona 1980-yî di hepsan de derbas kir. Wî li hemberî dadgehan parêznameyên gelek hêja pê?kê? kir. Îsmail Be?îkçî di sala 1975-an de pi?tî ji hepsa le?kerî ya Amedê derket, dev ji xebata xwe ya sosyolojîk ya kurdî ber neda, dest bi nivîsên pirtûkên nuh kir, di nav projeya Rizgarî de cîh girt û bû yek ji nivîskarê Rizgariyê. Wî di van salên dawî de jî, dîsa di derheqê pirsa Kurdistanê de, di Kovara Esmerê de dinivîse. Gelek caran jî ev nivîsên wî di malperên kurd de jî çap dibin. Di navbeyna min û wî de di salên 1989-90-î de li ser mijara PKKê gelek polemîkên hi?k bi niviskî derbas bibûn. Demeke dirêj, heta ku ez vegeriyam Tirkiyeyê eleqe me ji hevûdu hat birîn. Me ji hev re nenivîsand. Di sala 1998-an de dema ku ez vegeriyam Tirkiyeyê jinûve pêwendiyên me pêk hatin. Derfet çêbû ku em li ser pirsgirêkên bingehî biaxivin. Di nav demê de pêwendiyên me germ bûn. Di van rojên dawî de dema ku min bi Îsmail Be?îkçî re hevûdîtin kir, min tespît kir ku li ser pirsên gelek balkê? radiweste. Wek mînak: Ew, li ser awaya siyaseta nûh ya li ser axa Kurdistanê, merkezbûna Kurdistanê ji bo siyaseta kurd, guhertina civakî ya sosyolojîk ya Kurdistanê, di tebekeyên serdest, axa, beg, sermeyadarên Kurdistanê de guhertinên nû yên siyasî radiweste. Ji bona van mijaran lêkolîn dike. Ji rew?enbîrên kurd ji b ovan mijaran pirsan dipirse û bersîv digre. Wî, ji min jî di derheqên van mijaran de pirs pirsiya û bersîv girtin. Ez pi?tî hevûdîtinê gelek kêfxwe? bûm ku Îsmaîl Be?îkçî di riya xwe de qerardar e. Xuyayê ku dê ewê di doza xwe de xebatên gelek hêja û çalek pêk bîne. Xwedê emrê wî dirêj bike. Ew hîç nexwe? nebe. Îsmaîl Be?îkçî, di salên 1970-yî de di hepsa Amedê de lêhengek bû. Bi her kurdekî re eleqeder dibû, ji bona ku her kurdek û grubeke siyasî jî parêznameyên siyasî li hemberî dadgehê te?wîk dikir. Grubek mele, gundî, axayên kurd yên hevalbendên Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê jî li hepisxaneyê bûn. Wan jî biryar girtin ku parêznameya siyasî pê?kê?î dadgeha le?kerî bikin. Ji bona vê min/me re?nivîseke parêznameyê amade kir. Wan ji Be?îkçî gelek hez dikirin û bawerî bi wî tînan. Ji bona vê re?nivîsa parêznameyê pê?kê?î Be?îkçî kirin. Be?îkçî pi?tî ku parêzname xwend, sor û gelek eciz bû û got ku “ hûn rew?enbîr û siyasetvanên kurd gelek dalkawux in.” Dema ku min ev nerînên Be?îkçî bihîstin ez gelek eciz bûm. Di navbeyna min û wî de minaqe?e dest pê kir. Min ji wî daxwaz kir ku ew ev nerînên xwe ji min re îzah bike. Wî hêdî, nerm û nerm ji min re îzah kir. Got ku “te di parêznameyê nivîsandiye ku em yekîtiya gelê kurd û tirk diparêzin. Te li cem kurdan azadiya tirkan jî parastiyê. Te ji desthilatdariya gelê kurd û tirk yê hevmi?terek behs kiriye. Ti?tekî vekirî heye ku tirk hewcedarî rew?enbîrên kurd nîn in. Xwediyê gelê tirk hene. Gelê tirk xwediyê desthilatdarî ye.” Di vê qonaxê de di nav rew?enbîr û siyasetvanên kurd de ew tirkiyecitiya xurt ya heyî, pi?tî ku min bi Be?îkçî re di van rojên dawî de danûstandin kir, ev tespîta Be?îkçî ya di salên 1970-yî de anî bîra min. Min jî xwast ku ez vê nerînê bi xwendavanên malpera Serwextê re parve bikim. Amed, 26. 11. 2007
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|