Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 12 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Awirek rexnegirÓ li dÓroka kurda:Romana "Pi?tÓ bÓst salan"
Tarih: 24.11.2007 Saat: 14:03 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Gabar Çiyan   Hemû kesên zana ne rewûenbîr e. Ronakbîrî xisusiyetên xwe yên taybetî hene: Li hemberî xeletiyan nî?andana helwêsta rast e. Bicîanîna helwêstek e wisa, kesê rew?enbîr ji yê zana vediqetîne. 

Bi taybetî ji dema Siltan Evdilhemîd û hetanî salên 1930-40 î, li Kurdistanê biçûk anjî mezin, li hemberî mesîhiyan tevkujî pêk hatin. Di tevkujiya mesîhiyan de, rola rêvebirên dewletê mezin e. Lê hinek ji kes û e?îrên kurda jî cî girtine. Be?ek ji rûpelên paqij a dîroka kurda, bi destên xwe yê xwîn, qirêjî kirine.    Dîroka çi miletan ji rûpelên sipî, bê leke û paqij pêk nayê. Aliyên neyênî di dîroka gelek netewan de heye. Pê?ketina wan miletan, gelek caran bi rexnekirina xeletiyên xwe mûmkûn bûye. Xwerexnekirin, rêya diyalogê bi miletên din re, rêya pê?ketinê ji bo gelê xwe, vedike. Rexnekirina ?a?îtiyên dîrokî, mehkûmkirina çewtî û xeletiyan e. Pejirandina rûpelên dîrokê yên bi leke ye. Rexnegiriyek e wisan, bi rêya nivîsên polîtîk, dîrokî, edebî û hwd. helwestek e rew?enbîrî ye û lê hêja ye.    Romana "Pi?tî bîst salan" ji vê awirê ve berhemek e dîrokî ye, lê hêja ye. Nivîskarê romanê Silêman Demir bi xwe ji aliyê Omeriyan e. Omeriyan herêmek e stratejîk e ku, sînorên xwe dighêjîne Tora jêrîn û a jorîn. Midyad, Hezex, Nisêbîn û ji Cizîrê re ne dur e. Hayê xwe ji deng û behsên Amed, Mêrdîn û hetanî Qami?lokê heye. Navnedek e çandî ye Omeriyan. Hejmarek mezin çîrokbêj û dengbêjên xwe yê navdar hene. Be?ek ji dîroka gelê Kurd di wan serpêhatî û stiranan de ve?artî ne. Demir, li cihek e wisa, bi stiranên rengîn mezin bûye. Hayê xwe ji buyerên sedsala dawî heye. Ev aliyê Demir yê xurt, di romanê de xuyanî dike. Dema mirov li romana "Pi?tî bîst salan" dinêre, bi hêsanî tê dîtin ku berhem bi stiranên gelerî hatiye xemilandin.    Be?ek mezin ji jiyana Demir li ser sînor derbas bûye. Serxet anku bakurê welêt û Binxet anku ba?ûrê welêt, jê re ne xerîb e. Li Nisêbînê mezin bûye. Pir rengîn e, pirçand e Nisêbîn. Nisêbîna dema wî, biratiya hejmarek ziman, ol û çanda pêk dihanî. Li jor, li aliyê Bagokê Êzdanî, li Meryakub û Dêra Gundik?ikro berê ke?eyên ruhanî li Mesîh bû, be?ek ji bazirganiya bajêr di destê cihuwan de bû. Bajarî hebûn û gundiyên nûbicîbûyî hebûn. Kurd, suryanî, ereb, mehelmî, cihû, êzdanî rengê xwe pir alî dabûne Nisêbînê.   Rengên wisa li Midyadê, Hezexê, Mêrdînê, Amedê û Qami?lokê jî hebû. Lê îro, gelek cî bûne yekreng. Pirengînbûna li welatê me winda dibe. Hunera desta a zîv û zêrkariyê bi sînor dibe. Dêr vala dibin. Çend libên cihûwan mabû, wan jî barkir û berê xwe dane Israîlê. Strinanên "Lê lê lê Meyremê / Dê kafirê bav ecemê / çavê xortên gundên me ma li cem ê" yek bi yek di stiranan de dimînin. Rê li ber evîndariya di nava rengan de tê girtin...Hayê Silêman Demir ji van rastiya heye. "Pi?tî bîst salan" helwestek e rew?enbîrî ye, xwestina parastina pirengînbûna Kurdistanê ye. Mehkumkirina tevkujiya filehan e. Rexnekirina kesên nemirov in û ji awira edebiyetê ve berhemek e hêja ye...   "Pi?tî bîst salan" romanek e pirleheng e. Du serpêhatî ji xwe re kiriye mijar: Evîna zaroktiyê, ya nûciwaniyê ku nehatiye jibîrkirin dibe sedem ku Memo pi?tî bîst salan ji Swêdê berê xwe bide welêt. Dide pey ?opa Meyrêmê. Pi?tî gera li ba?ûrê welêt, û li Beyrûdê, li cem mala dostê xwe ê kevn, Evdo dibe mêvan. Bi alîkariya wî û pi?tî demek e dirêj Meyremayê dibîne. Lê salên derbasbûne, bandora xwe li Meyremayê kiriye. Diran ketine û bûye dayika zarokan. Sohbet û ?evbêrk xwe? dibe. Memo biryara revandina wê bide jî, nikare bi cî bîne. Berê xwe dide Swêdê û bi kulên dilê xwe dijî...   Meyremayê qala xesuwa xwe "Kejê", ji Memo re dike. Bi rêya Meyremayê rengê romanê tê guhertin. Roman dibe fîlmek e dîrokî û serpêhatiya tevkujiya, ermenî û suryaniyan, anku "filehan"  dîmen bi dîmen li ber çavên xwendevanan dilîze. Mirov bi xwe re dibe sala bi "?ur"kû?tinê, anku "fermanê". "Romiyan kal, pîr ciwan bi hezaran kesê fileh dibirin, tu kes ji wan venegeriyan", dibêje Kejê. Û dest bi serpêhatiya xwe dike. Hêzên tirka digirin ser gundê wan. Apê wê ?emûn û bavê wê Marogê têne ku?tin. Birayên wê Brehîm û Tajdîn bazdidin û winda dibin. Dayika wê Binef?ê bi destê herdu keçên xwe, Hena û Zêrê digire û xwe davêjin mala dostê Marogê, Osê. Navê zarokan didin guhertin ku nayên nasîn, ê Hena dikin Kejê û Zêrê dikin Zînê. Binef?ê dimire û Hesîna zarokan mezin dike. Pi?tre dibin misilman û dizewicin. Gera li birayê windabûyî, hêstir û nifirên li xwînrêjan be?a herî balkê? e. Rexnekirina be?ek ji kurdan ku be?darî tevkujiyê bûne, cî û nirxê romanê bilind dike...   Romanek  e bi kê?ar e. Kê?ar anku aksiyona romanê bi evîna Meyremayê û Memo bilind dibe û bi serpêhatiya Kejê bi wate dibe. Du serpêhatiyên romanê, bi zimanek e hêsan û bi wêneyên zelal hatiye hunandin. Revandina jinek e bi mêr, ku di Çanda Kurda de tabu ye, ji nû ve tê rojeva mirovî. Nirxandina Dîroka Kurda ji awirek e rexnegirî gavek e wêrek e, bi cesaret e. Stiran û biwêjên kurdî ku di romanê de cî girtine, hilmek e guhertî dide berhemê.    Kê?ara girêdana herdu serpêhatiyan tempoya xwe giran e. Lê pa?ê ev yek bi xurtî tê serastkirin.     Roman ji 152 rûpelan pêk tê. Bi kurdî ye û di nav we?anên Doz ê de, li Stenbolê û di gulana 2007 an de derketiye.Li ser romanê, Serokê Enstîtuya Mezopotamyayê li Stockholmê, dîroknasê Suryanî Jan Bet-Sawocê dîtina xwe wisa anî zimên: Di sala "?ur" de hejmarek bilind ji Mesîhiyan hatin qetilkirin. Hayê mirov jê heye ku, ev yek di çarçoveya plan û projeyên dewleta tirka hate kirin. Lê aliyek e din heye divê bê dîtin ku, be?ek ji e?îretên kurda di van buyeran de cî girti bûn. Destpêka prosesa rexnekirina dîrokê ji vê awirê ve, gavek e erênî ye. Di nav rew?enbîrên kurda de destpêka helwestek e wisa, ji bo têkiliyên nav galên cînar, gavek e bi nirx e, lê hêja ye.   - Silêman Demir kî ye - Ez ji Nisêbînê me. A rastî ku ez serê adara sala 1956-an li gundekî bakurê Nisêbînê yê herêma Omeriyan çêbûme û heta deh-dozdehsaliya xwe li wir jiyame. Malbata min wî çaxî bar kir Nisêbînê û xortaniya min li wir dest pê kir. Min xwendina xwe ya heta lîse li wir kir. Min bi dû re, ji bedêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Lê min wek mamoste kar nekir. 1979-an gava min dibistan xelas kir, ez neçûm devera ku karê mamostetiyê ji min re derket. Bi dû re jî îcarê gava min kar xwest, wan neda min. Ji ber ku hukum, eskerî bû.Sala 1985-an ez hatim Swêdê. Ev bîst û du sal in ku ez li Swêdê dijîm. Îsal nozdeh sal in ku ez di febrîqeyekê de kar dikim. Min pazdeh salan ji wan her hefte geh sibehê zû û geh jî êvarê heta derengê ?evê kar dikir. Nivîsandin, hîna di xortaniya min a zû de ket jiyana min û dilê min. Min gelekî dixwend û her ti?tin dinivîsîn. Min tu ti?tek ji nivîsên xwe yên wî çaxî di tu kovar û rojnaman de newe?andin. Wek pirtûk jî tune ne. Ji xwe piraniya wan, ya ji ber ku ez bi wan qaîl nedibûm min avêtin û ya jî li welêt di qul û qulêran de wenda bûn. Bes tenê çend helbestên min ên wî çaxî li ba min hene. Sal wilo çûn, lê hewldan, xwestin û hezkirina min a nivîsandinê her xurttir dibû. Min her rojê ti?tin dikirin. Wî karê min, li Swêdê berê xwe yê pê?î da. Ji sala 1992-an pê ve, êdî min hêdî hêdî nivîs rê kirin kovar û rojnameyan. Ez hejmara nivîsên xwe yên ku heta niha di kovar, rojnamê û malpêrên internetê de derketine, nizanim. Niha romana min a bi navê Pi?tî Bîst Salan li Stenbolê, di nav we?anên DOZ de derket.Berî wê du romanên min ên din jî derketibûn: Sorê Gulê, 1997 û Koç, 1998Û her wilo min hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine û hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:1- ?iîrên Bijarte- Mayakovskî-1997 (werger)2- Keça Kurd Zengê- Cem?îd Bender -1997, Kitêbeke çîrokan e, min û Firat Cewerî bi hev re ji Tirkî wergerand. Min ji sê paran yek girt ser xwe (Zarathustra News).

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur