Ji saziyÍn KurdÍn derveyÓ welat Papa ra name:„Em pi?trast in, ku h?nÍ wek
Tarih: 16.11.2007 Saat: 16:42 Gnderen: Editor
|
|
20 saziyên demokratîk yên Kurdên derveyî welat, ji Papa Benediktus a 16. ra nameyek ?andin. Rêxistin û saziyên Kurd yên seranserê Ewrupayê, ji bo kar û xebata wî ya bo a?itî aramiya cîhanê û alîkarî û pi?giriya wî ya ji bo gelê Kurd spasdariya xwe pê?kê?î Papa kirin. Kurdên derveyî welat nameya xwe da her weha e?kere kirin, ku ew dixwazin bi heyetek va Papa zîyaret bikin.
Nameya sazî û rêxistinên Kurdên derveyî welat li jêr e:000„Rêzdar Papa 16. Benedictus, Em dixwazin bi alîkariya vê nameyê spasdariya xwe pê?kê?î cenabê we bikin, ji ber ku helwesta we ya li hember ê?a gelê Kurd, cihê ?anaziyê ye. Wek li we jî eyan e, ku Kurd miletekî qedîm e li Rojhilata Navîn. Her usa em, miletekî mazlûm û a?itîxwaz in û dîrok jî ?ahid e, ku gelê Kurd herdem xwestiye bi cîranên xwe û bi gelên cihanê ra di nav a?itî û aramiyê da bijî. Wek tê zanîn, Kurd îro jî ji mafên xwe yên bingehîn ên însanî û netewî bê par in. Dewletên cîran bi salan e li ser gelê Kurd zulm û zordariyeke nedîtî dime?înin. Li her çar perçên Kurdistanê, Kurd hemberî tevku?tinan hatin, bi hezaran gundên Kurdistanê hatin valakirin û ruxandin. Bi sedhezaran Kurd ji cihên bav û kalan hatin derxistin û koçber bûn. Ev pêvajo îro jî berdewam e. Ji 15 salan vir ve ye, ku parçeyeke welatê me azad e. Îro li ba?ûrê Kurdistanê, gelê me xwedî çarenûsa xwe ye. Ji aliyê raya gi?tî û dezgehên navnetewî jî tê qebûlkirin, ku li Kurdistana Azad, jiyaneke pirrengî û pirdengî dibi?kive. Însanên xwedî ol, çand û nasnameyên curbecur di nav a?itî û aramiyê da jiyana xwe didomînin. Li ba?ûrê welatê me demokrasiyeke rasteqîn bi cîh dibe. Ev rastî, ji bo seranserê Rojhilata Navîn jî wek mînakek tê destnî?an kirin. Gelê me yê ba?ûrê Kurdistanê hewl dide, ku li seranserê Iraqê jî demokrasî û edlahî pê?de here. Serokkomar û Wezirê Karêderve yê Iraqê Kurd in û ev jî mînakek e ji bo vê hewldanê. Dewletên heremê, bi taybetî jî dewleta Tirk, van rojên dawiyê êrî?kariya xwe ya li dijî ba?ûrê Kurdistanê bilindtir dike. Gef li serok û birêvebirên ba?ûrê Kurdistanê dixwe. Her usa birêvebir û berpirsiyarên medya û rêxistinên Tirk, gelê me bi tevku?tinan tehdît dikin û ev helwest, dijminatî dixe navbera gelên cînar û dikare bibe sedema ?erekî navxweyî. ?ik tune, ku ev helwest, ji bo çareseriya pirsgirêkan, riyeke rast û durust nîn e û xizmeta a?itiya heremê jî nake. Em, sazî û dezgehên Kurdên derveyî welat, ku bêtirî 40 sal in li seranserê Ewrupayê kar û xebat dikin, ji ber sedema bûyerên dawîn, li Ewrupayê jî di bin xeterê da ne. Tirkên nijadperest, bi organîzekirin, alîkarî û pi?giriya balyozxaneyên dewleta Tirk, êrî?î avahî û endamên me dikin. Bi van bûyerên dawîn careke din jî e?kere bû, ku pirsa Kurd pirseke navnetewî ye û ger bi riya dîyalog û a?itiyê çareser nebe, li Rojhilata Navîn, Ewrupa û dinyayê a?itî û aramiyeke rasteqîn bicîh nabe.. Kar û xebatên we yên ji bo a?itî û aramiya cîhanê berbiçav e. Her usa, ji bo bang û daxuyaniyên we yên li ser çareseriya pirsa Kurd bi riya a?itiyê û ji bo pi?giriya we ya li gelê Kurd yê a?itîxwaz, wek dezgehên sîvîl û demokratîk yên Kurdên derveyî welat, em spasdariya xwe pê?kê?î cenabê we dikin. Û em hêvîdar in, ev pi?tgiriya we her berdewam bibe. Em pi?trast in, ku hûnê wek rêzdarekî a?itîxwaz tim li gel gelê Kurd yê a?itîxwaz bibin. Li gel rêz û silavan…Têbinî: Em dixwazin bi heyetek va we zîyaret bikin û bi navê Kurdên derveyî welat spasdariya xwe pê?kê? bikin. Ger hûn wextek ji bo me veqetînin, emê kêfxwe? bibin.- KOMKAR-Almanya- Civata Kurd li Fulda- Mala Êzdiyan li Oldenburg- Federasyona Kurdî li Swêd- HEVKAR-Hamburg- KOC-KAK-Hollanda- KOMJIN-Almanya- KOMCIWAN-Almanya- Federasyona Kurd li Avusturya- KOMKAR-Avusturya- KOMKAR-Belcika- KOMKAR-Danimarka- KOMKAR-Hollanda- KOMKAR-Ingiltere- KOMKAR-Swisre- KOMKAR-Swêd- Enstituya Çand û Zmana Kirmanci (Zazaki) IKK-Berlin- Kultur Kreis Kurdistan e.V.-Karlsruhe- Komela Kurdên Sûrî li Avusturya- Komela Xwendekarên Demokrata Kurdistana Îran li Avusturya“
|