|
u an sitede, 8 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Kurdperwer sibÍ li AmedÍ dijÓ planÍn dewleta Tirk bi yekrÍzÓ dengÍ xwe bilind di
Tarih: 10.11.2007 Saat: 10:38 Gnderen: Editor
|
|
BE?DARÊ MITINGÊ BE!DENG û HEZA XWE TEVLÎ DENGÊ YEKRÊZIYA NETEWEYÎ BIKE! Li dijî êrî?kariya dewleta Tirk ya bi destê AKPê û arte?a Tirk Kurdperwer û Kurdistanî jî li welat û derveyê welat li ser piya ne. Bi me?, xwepêni?andan û çalakiyên curbecur dewleta kemalist-militarist ya Tirk ?ermezar dikin.
Diasporaya Kurd li hemî deverên dinyayê çalakiyên dijî dewleta Tirk li dar dixin. Cihê ?anaziyê û serbilndiyê ye, dengê Kurdewariyê û Kurdistanitiyê ji nêva dilê bakurê Kurdistanê jî bilind dibe. Doh xwendekarên welatperwer û demokrat yên Universiteya Dicleyê bi me?ekî hestên xwe diyar kirin. Sibê, roja yek?emê jî dê cardin hêzên Kurd û Kurdistanî li dijî êrî?kariya dewleta Tirk dengên xwe bilind bikin. Ji tirkçî û kemalistan re û ji AKPyîyên ku li pê? leyistikên generalan serê xwe tewandin û bûne ?irîkê siyaseta wan, dê gelê Kurd mesaja xwe bigihîne hemiyan, bigihîne dinyayê. Gelê Kurd dê ji Amedê nerazîbûna xwe dijî hêrî?karî û planên dijminane ya dewleta Tirk beramberê dewleta federe ya Kurdistanê diyar bike. Dewleta Tirk bahsa „birayên xwe Tirkmenan„ dike. Dijminên miletê Kurd ji bîr dikin ku Kurd miletekî qedîm yê axa Mezopotamyayê ne, bi milyonan in, û wek perçeyek miletekî ew jî xu?k û birayê hev in. Xelkê Kurd li welat û derveyê welat bi yekrêzî û yekdengiya xwe ji dost û dijminên xwe re nî?an didin kû eger welatê wan parvekirî be jî sînoran ew ji hevdu xistine jî, ev rew?a real hebe jî, lê ew miletekî ne û xwedî zanist û hestên neteweperwer û welatperwer in. Li hemî deveran azadîxwaz in, a?itîxwaz in, demokrat û peyrewên bîr û hizrên hevçax in. Xelkê Kurd nuha jî rûpeleka wisa dinivîse. Ji ber vê yekê helwestên me îro gelek girîng in. Yêkrêzîya gelê Kurd û xwedî gotara siyasî û stratejîk ya hevbe? bûn ji bo hêzên Kurdperwer û Kurdistaniyan berpirsiyariyeka dîrokî ye. Li Kurdistana azad û derveyê welat di bin ala rengîn de yekrêzî, li bakurê welat bi hestên Kurdewar û bi zanista Kurdistanî li pa? dûri?mên parastina Dewleta federe ya Kurdistanê û parastina berjewendiyên hevbe? yên gelê Kurd yekrêzî, îroroj hewce ye parola û rêberê me ev be. Yekrêziya neteweyî, berxwedanaka aqilane û hevdem. Li Amedê, Partiya Maf û Azadiya- HAK-PARê û Partiya Demokratîka Be?dar- KADEPê, bang li hemû gelê Kurd dirin ku be?darê Mitînga 11-ê vê mehê bikin. Ev xwepêni?andan bi organizekirina navçeyên KADEPê û HAK-PARê û bi pi?giriya TEVKURDê, ?ore?gerên Demokrat, Komeleyên wek Çira û Ehmedê Xanî, dê sibê, 11-ê vê mehê de li Meydana ›stasyonê, li dijî operasyonên le?kerî û gef û êri?ên li ser Kurdan bê lidarxistin. Be?darî û bi hêzkirina vê mitingê,- ji bo nî?andana yekhêziya neteweyî ya gelê Kurd,- ji bo bersivdaneka bi hêz ji bo Tirkçiyên kemalist û turancî û AKPyîyên stûxwarên generalan û hemî ?irîkên hêrî?kariyên dewleta Tirk gelek girînge.GELÎ EVÎNDARÊ KURDISTANÊ, KURDPERWERNO,EY DIL?EWATÎ Û PÊGIRÊN RÊBAZA KURDEWAR,PARAZGÊRÊ RONAHIYA ÇAVÊ ME DEWLETA KURDISTANÊ, SIBÊ LI AMEDÊ BE?DARÊ MITINGÊ BE!DENG û HEZA XWE TEVLÎ DENGÊ YEKRÊZIYA NETEWEYÎ BIKE! PDK-BAKUR ( Sekreterya Ragihandinê)
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|