|
u an sitede, 22 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Œro bi amadeb?na serokÍ hik?meta KurdistanÍ konsolxaneya ŒranÍ bi fermÓ li HewlÍ
Tarih: 06.11.2007 Saat: 19:44 Gnderen: Editor
|
|
Îro di merasîmekê de konsolxaneya Komara Îslamî a Îranê li Hewlêrê hate vekirin. Di merasîma vekirina kosolxaneya Îranê de, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Hesen Kazimî Qumî sefîrê Îranê yê li Bexdayê, Mela Bextiyar kargêrê polîtburoya YNK-ê, Fazil Mîranî sekreterê polîtburoya PDK-ê, serok û sekreterên hejmarek ji partî û aliyên siyasî ên Kurdistanê û berpirsên saziyên Hikûmetê be?darbûm.
Bi vê minasebetê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pê?ke?î amadabûyan kir. Barzanî di peyva xwe de î?aret bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Komara Îslamî a Îranê û gelê Kurdistanê de, di warên siyasî û dîrokî de, kir. Barzanî di berdewamiya peyva xwe de pi?tevaniya temam a hikûmeta herêmê bo vekirina konsolxaneyê dûpat kir û ragihand ku vekirina wê konselxaneyê bo xurtkirina têkeliyên di navbera her du aliyan de pêngaveke bihêz e. Her bi vê minasebetê, Hesen Kazimî Qumî sefîrê Îranê yê li Bexdayê di peyva xwe de î?aret bi giringiya vekirina konsolxaneyê kir û balki?and ser rew?a karmendên ofîsa peywendiyan a Îranê li Hewlêrê ku beriya demekê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatbûn girtin û got:"Girtina karmendên berê ên ofîsa Iranê li Hewlêrê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve ku, niha li Iraqê di zîndanên Amerîkayê de ne, dijatiyeke temam a qanûna herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê ye. Di dawiya merasîmê de preskomferensek hate sazkirin û Qumî amaje bi wan pêwendiyên bazirganî, civakî û olî ku di navera gelê Iraq û Iranê de hene, kir. Herwesa Qumî ragihand ku Komara Îslamî a Îranê di aramkirina ewlehiya Iraqê de rolekî mezin dilîze û bi heman awayî di warê mazot û elektirîkê de jî alîkariya dide Iraqê." Di derbarê vekirina konsolxaneya Îranê li Hewlêrê Qumî got: "Bi rêya wê Îran dikare ba?tir rola xwe di warê bazirganî û avadankirina Kurdistanê de bilîze. krg.org
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|