Li OsloyÍ konferansek bi wate:SerÓhildana SimkoyÍ ?ikak Di Sedsala Derbasb?yÓ de
Tarih: 28.10.2007 Saat: 12:08 Gnderen: Editor
|
|
Konferansek bi wate ku cî û nirxê Serîhildana Simkoyê ?ikak dihêne zimên, li Norwêcê, roja ?emiya 10 ê Mijdara 2007 an li Universitet i Oslo, Gaustadalleen 23, Blindern, Informatikkbygget ved forskningsparken ê, tê çêkirin.
Dîrokzanayên kurda, ji awira kurdewarî ve dê nêzî pirsê bibin û ji gelek awiran ve dê dîroka me ronî bikin û li ser pirsê zaniyariyên piralî belav bikin. Li ser navê be?darên konferansê nirxandinek kurt hate belavkirin: “ Em pir ba? dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagehe çaryek(1/4)a Kurdan, lê ew gehi?tine xwezîyên xwe ku mafê otonomîyê ye. Li Elmanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêkanîne. Birastî ger netewa Kurd di Îranê de negehije mafê xwe, êdî mirin û neman jêre ba?tir e ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em tê de dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya hemû mirovekî Kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nû ye...”“ Ingilîz û Tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Inglîz dixwaze tevaya Kurdan mîna xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin, mîna meymûnan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî netewa me ?ermezar biken, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakem.Tirk û Inglîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir Kurd ji bona xwe xirabin, Kurd pi?ta hev nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bi xwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”Moderator û birêvebiriya konferansê dê ji aliyê Derwê? M. Ferho, serokê Enstîtûya Kurdî ya Brukselê ve bê kirin. Kesên be?dar û mijarên dê li ser biaxifin ev in: - Prof. Dr. Celîlê Celîl, Simko û mijara serxwebûna Kurdistanê- Kak?ar Oremar, rojnamevan, salên dawiya jiyan û Serhildana Simkoyê ?ikak (ji 1920 heya 1930)- Abdullah Hîcab, lekolîner, di salên Serhildana Simkoyê ?ikak de rew?a sosyo-politika Kurdistanê - Dr. Huseyin Xelîqî, ?ore?a Pa?atiya Destûrî li Iranê û bandora wê li ser Kurdistanê- Dr. Xosrew Ebdullahî, dîrokzan, cihê Serhildana Simkoyê ?ikak di polîtîka navneteweyî de- Elî Simko, neviyê Simko, rew?a jiyan û malbata Simkoyê ?ikak pi?tî ?ehadeta wî...Kesên ku bixwazin agahdariyê bidest bixînin, dikarin têkiliyê bi van kes an dezgehan re deynin: Abdullah Hicab +47 99 52 07 13 a-hejab@online.no, Fereydûn Elîxanî + 47 91 16 04 42, Enwer Kuhensal + 47 40 01 07 24, Enstituya Kurdî ya Brukselê +32 230 34 02 kib@skynet.be (Zarathustra News).
|