|
u an sitede, 31 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Serokatiya KurdistanÍ li dor pirsgirka berdewam ya navbera TirkiyÍ ? PKK-Í daxuy
Tarih: 23.10.2007 Saat: 22:37 Gnderen: Editor
|
|
Di derehqa vê pirisgirêka berdewam ya navbera hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK-ê, berdevkê fermî yê serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de siyaseta partiyên siyasî yên Kurdistanê û serokayetî û hikûmeta Kurdistanê diyar kir û teksta daxuyaniyê jî wisane.
Siyaseta partiyên siyasî yên Kurdistanê û serokayetî û hikûmeta Kurdistanê li dor pirsgirêka han çespayîye û dikarîn bi van niqatan kurt bikîn:
Yêkemîn: baweriya me bi vê yêkê tune ye ku tundûtîjî bibe gihe?tin bi armancên me yên siyasî.
Duyemîn: pêgîrbûna me bi destura Îraqî , loma bi tu awakî razî nabîn ku axa Îraqê bi herêm jî ve bibe bingehek ku tehdîdan li welatên cîran bike.
Sisê: daxwazê li Partiyên Karkerên Kurdistanê PKK-ê dikîn ku di pirograma karê xwe de pi?ta xwe girênedin bi karên tundûtîjî û xebata çekdarî, çimkî rî ya rast ji boy xebat kirinê di qunaxa niha de, pêwîst dike pi?ta xwe girêbidin bi karên siyasî, fikrî, ragehand û dîplomatî . pêwîste xwe dûr bigrin li van sedemên bê mifa, daxwazê lê dikîn pêgîrbin bi rawestanidina ?er û careke din venegerin ser ?er.
Çarem: em bi tundî her kiryareke terorîstî mehkum dikîn li her aliyeke be, çimkî gelê Kurdistanê bi xwe qurbaniyê destê terorê ye, her demekê me xebat kiriye di rî ya a?itî , demokrasî, aramî û pê?keftin ji bo gelê me û hemû gelên deverê û di sengerek tund û berdewam dayine li dijî terorê.
Em radigehînîn ku ev binema (pirensîp) be?ekin ji siyseta neguhertî ya gelê Kurdistanê, careke din tekez dikîn ku em teko?în dikîn ji boy avakirina peywendiyên dostane li gel hemû gelên deverê pêgîrbûn bi pirensîpên cîrantî li gel hemû aliyan.
Em demekê li gel a?itî û aramiyêne , baweriya me bi wê yêkê heye ku hemû pirsgirêkên daleqandî tenê bi rî yên gutûbêj û hevdufêmkirinê çareser dibin.
Daxwaza alîkarî û pi?tgîriyê jî tenê li Xwedê yê mezin dikîn.
Berdevkê fermê bi navê serokatiya Kurdistanê 23/10/2007-ê
Hîwa Argu?î /Hewlêr
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|