Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 32 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


?erÍ taybetÓ yÍ TirkiyÍ ? tedbÓr
Tarih: 23.10.2007 Saat: 19:14 Gnderen: Editor

PHP-Nuke  Gabar Çiyan    Tirkiyê, biryarek e fermî ji bo operasyonên le?kerî li ser xaka pîroz, a Kurdistana Azad da. Gelek kes li ser bersivekê kur dibin: Tirkiyê dê operasyonekê bike, an na?

 Pirs, ji aliyekî xwe, bi ?erê psîkolojîk yê Tirkiyê ve girêdayî ye. Tirkiyê, di kirina ?erê psîkolojîk, tehdîtkirin û ?antajê de tecrûbeya xwe a dewletî heye, piralî ye. Biryara Tirkiyê, bi helwêsta rast a Kongreya Emerîkayê ve, ku dixwaze Iraq bibe sê parçe, ve girêdayî ye. Armanca xwe: Sistkirin û pa?dexistina pê?niyara Emerîkayê li ser pirsa qirqirina ermeniyan e. Pasîfkirina hêzên Emerîkayê, li rojhilata navîn e. Qelskirina dezgeh û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Tirkiyê, serê revebirên PKK ê dixwaze û berê hêzên kurda dide hev... Hêza PKK a li ba?ûr û cihên ku lê ne, sînorên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji gelek xeteran diparêze. Helwesta rêvebirê PKK ê Murat Karayilan, ji bo têkiliya bi rêvebir û parastina Herêma Kurdistanê, erênî ye...  Herêma Kurdistanê, ji gelek awiran ve, dezgehên xwe yê dewletî ava dike. Hejmarek dewletên mezin, konsolosxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vedikin. Arte?a Kurdistanê, roj bi roj bi hêz dibe û dibe artê?ek e modern. Ev yek, ji aliyê Tirkiyê ve tê raçavkirin. Tirkiyê, ji PKK ê bêhtir, pê?ketina li Herêma Kurdistanê ji xwe re xeter dibîne û gelek caran îndîrek be jî, wê, muhatabê xwe dibîne. Divê alî neyê jibîrkirin. Pirsa giring ev e: Em çi bikin ku, Herêma Azad a Kurdistanê biparêzin?  Di demên wisa hesas de, girtina tebdîran, destpêka têkçûna planên neyaran e. Mirov dikare, di destpêkê de çend gavên esasî bavêje: - Sûriyê di serî de, be?ek ji erebên li Iraqê û li Herêma Kurdistanê, bi biryara Tirkiyê kêfxwe? bûne. Ev yek derdixîne holê ku, erebên nasyonalîst, ji kurda re xeter in. Lewma sînorkirina hejmara ereban li Herêma Kurdistanê, raçavkirina wan, û xurtkirina sînorê Kurdistanê yê li ser sînorê ereb û tirka, pirsek e giring e. - Divê têkiliya turkmenê li Iraqê bi kurda re, ji nû ve û bi ?êweyek e sîstematîk bê raçavkirin/nirxandin. Têkiliyên dostanî, bê xurtkirin. Lîstikên Tirkiyê li ser turkmena, bê sînorkirin. - Hêza asayi?a Herêma Kurdistanê, ji destê partiyên netewî bê derxistin. Asayi?, bê netewî kirin û bi ?êweyê herî modern ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve bê organîzekirin. - Serokomarê Iraqê û Serokê YNK ê Celal Talebanî di beyana xwe a dawî de qala 4 ûs anku navendên le?kerî yê Tirkiyê li ser xaka Iraqê kiribû. Pir giring e ku, hêza Tirkiyê a li Herêma Kurdistanê bê sînorkirin. Çalakiyên wan bêne raçavkirin. Hejmara hêza Tirkiyê li Iraqê û Herêmê, gav bi gav ji holê bê rakirin. - Her konsolosxaneyekî Tirkiyê, weke navendek e îstîxbaratê kar dike. Vekirin û pirkirina konsolosxaneyên Tirkiyê li gelek deverên Iraqê û Herêma Kurdistanê, dikare were rojevê. Sînorkirina balyozxaneyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, pirsek e giring e.- Mixabin e ku hejmara dezgehên perwerdekirinê yên "turkî îslamî", li bakur û ba?ûrê Kurdistanê pir zêde dibin. Mentalîta îslamiya kurdî a Ehmedê Xanî, cihê xwe dide a turkî îslamî anku a Fethullah Gülenî ûhwd. Li Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê hejmarek mezin dibistanên turkî îslamî hene. Ew li hemberî alfabeyek e yekgirtî a kurdî, tîpên erebî diparêzin. Bi vê yekê, rê li ber tîpê latînî digirin. Pir e?kereye ku, îdeolojiya turkî îslamî, li pê?iya zimanek yekgirtî, hizirkirina bi kurdî, Kurdistanek e azad û demokratîk, û pir rengbûna Kurdistanê ji awira çand û olî ve, xeterek pir mezin e. Divê programa perwerdekirina xwendevanên kurda li dibistanan, netewî be û ew ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê amadekirin û raçavkirin. Sînorkirin û ji holêrakirina dezgehên perwerdekirinê yên turkî îslamî, xebatek e pir giring e.- Nirxandina sîstematîkî ji awira berjewendiyên netewî li ser têkiliyên aborî bi Tirkiyê û welatê cînar re, pirsek e giring e.- Parastin û raçavkirina mafê mirovan li Kurdistanê pirsek e giring e. Divê neyê jibîrkirin ku, xeletiyên Hikûmeta Herêmê li ser pirsê, ji neyaran re dibe navgînên dijayetiyê. - Ji bilî Xabûrê, vekirin û peydekirina deriyên alternatîf, pirsek giring e. - Tirkiyê, pê?erojê, ji operasyonên artê?î bêhtir, dê giraniyê bide çalakiyên terorî, yên li derveyî sînorên xwe. Çalakiyên wan, dê ji êrî?ên taybetî û sînorkirî pêk were. Ew dê çalakiyên xwe, bi rêya endamê îstîxbarat û tîmên taybetî bide kirinê. Pir giring e ku, rêvebir, dezgeh û hêza PDK, YNK û PKK ê ?iyar bin. Hevkariya xwe a îstîxbaratê kur bikin. Ne li benda wê bin ku, êrî? were ser wan. Lê ew, cî û kesên bi ?ik û ?ûphe diyar bikin û mafê jiyanê li ser xaka Kurdistana Azad ji wan re nehêlin. - Avakirina dezgehek e hiqûqî pêwîst e. Ew dê Tirkiyê û welatên cînar ji awira "îhlalkirina sînorê Herêma Kurdistanê" û "çalakiyên wan yên terorî li Herêma Kurdistanê" raçav bike û raporan amade bike. Dezgeha hiqûqî dikare, îhlalkirina sînoran û çalakiyên wan yên terorî bîne rojeva dezgehên navnetewî û hwd. Divê mirov ji bo ?erê psîkolojîk, yê fîzîkî û pê?xistina mercên a?tiyê jî amade be, tedbîrên mirov hebe. Tedbîr, dermanê ê?a rûhî ye. Ew rehetiyê dide mirov û tirsê dixe dilê nayaran. Pirs giring e û dem hesas e. Di demên wisa de, xurtkirina yekîtiya netewî pir giring e. Xwedî derketina li rêvebir, dezgeh û xaka welatî, helwestek û kirinek e pir pîroz e (Zarathustra News & Lotikxane.com).

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur