Li bakurÍ kurdistanÍ rojekÓ germ: PevÁ?n..Provakasyon..
Tarih: 22.10.2007 Saat: 10:33 Gnderen: Editor
|
|
Li herêma Oremara Gevera Culemergê duh êvarê di navbera TSK û HPG'ê de pevçûn derket. Di necama pevçûnê de 15 le?keran jiyana xwe ji dest da, 16 le?ker birîndar bûn û zêdeyî 10 le?keran jî winda ne..Li Elezîz û Erzeromê komek ku hate gotin ulkucu ne, xwest ku êrî?î avahiya DTP'ê ya bajêr bikin..Li navçeya Gevera Culemêrgê konvoya dawetê hate gulebarankirin û 14 kes birîndar bûn.
COLEMÊRG - Li herêma Oremara Gevera Culemergê duh êvarê di navbera TSK û HPG'ê de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 15 le?keran jiyana xwe ji dest da, 16 le?ker birîndar bûn û zêdeyî 10 le?keran jî winda ne. Pi?tî pevçûnê heta zanîn ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi axa Herêma Kurdistana Federal operasyona dersînorî dest pê kir. Di çarçoveya operasyonê de bi hezaran le?ker û gelek wesayîtên zirhî ber bi herêmê ve hatin sewqkirin. ELEZÎZ û ERZEROM - Li Elezîzê, komek ku hate gotin ulkucu ne, xwest ku êrî?î avahiya DTP'ê ya bajêr bikin. Li aliyekê polîsan li ber avahiyê barîkat çêkir, li aliyê din hewldana ulkucuyan a ketina avahiyê bû sedema aloziyê. Li dijî avahiya Rêxistina DTP'ê ya Elezîzê, komeke ku hate gotin ulkucu ne, pê?iyê êrî?a bi kevir pêk anî. Komên ulkucu ku li ber avahiya DTP'ê hatin cem hev, li dijî DTP û PKK'ê dirû?m berz kirin. Polîsan jî, li ber avahiyê barîkat çêkir û nehi?t ku kom bikevin avahiyê. Di navbera komê û polîsan de car caran alozî derketin. Hate ragihandin ku komên ulkucu hîn jî, li ber avahiya DTP'ê di sekinin./.. HPG: Gelek le?ker êsîr hatine girtin HPG'ê derbarê pevçûna li herêma Oremara Gevera Culemêrgê pêk hatî de destnî?an kir ku TSK'ê di 21'ê kewçêrê de ketiye Herêma Kurdistana Federal. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama pevçûna derketî de yekîneyên TSK'ê hatine têkbirin. Her wiha HPG'ê daxuyand ku di pevûnê gelek le?ker esîr girtine. HPG têkildarî pevçûna li herêma Oremara Gevera Culemêrgê pêk hatî de, di malpera xwe ya resmî de daxuyaniyek da çapemeniyê. HPG'ê destnî?an kir ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 21'ê kewçêrê de ketiye axa Herêma Kurdistana Federal û wiha hate gotin: "TSK ber bi axa Ba?ûrê Kurdistanê ve operasyonek daye destpêkirin. Operasyon li derdora gundên ?ûkê, Ertîs, ?atunîs, Satê û Stûnê belav bûye. Yekîneyên tirk rastî berxwedana mezin a ?ervanên me hatine. Pevçûn li tevahiya herêma Oremarê belav bûye. Di pevçûnan de artê?a tirk windahiyên mezin dane. Wekî artê?a tirk di çapemeniyê de îdîa dike tenê 16 le?kerkerên wan nehatine ku?tin. Hejmara le?kerên hatine ku?tin pir zêdetir e. Bi deha birîndarên wan hene." Di daxuyaniyê de hate raghihandin ku gelek le?ker jî esîr hatine girtin û niha di destê wan de ne. ?ahidên êrî?a li Oremarê: Le?ker 100 metre dûrî me bûn COLEMÊRG - Pî?tî ku li Navçeya Geverê konvoya dawetê hate gulebarankirin û 14 kes birîndar bûn, ?ahidên bûyerê, diyar kir ku, êrî? li qada ku le?ker hêne hatiye kirin. ?ahidên bûyerê anîn ziman ku di dema êrî?ê de le?ker û cerdevan 100 metreyî dûrî wan bûne û gule ji girê ser wan re hatine barandin. Konvoya dawetê ku dema ji Navçeya Geverê ya Colemêrgê diçû herêma Oramarê li Gundê Serangil, hate gulebarandin û 14 kes birîndar bûn. ?ahidên bûyerê yên di konvoyê de bûn, destnî?an kirin ku êrî? li qada ku le?ker lêne hatiye kirin. Salîh Çakmakçi ku di dema êrî?ê de, di konvoya dawetê de bû, derbirî ku êrî? bi cismek ku ji jor ve hat û di?ibiya roketê hatiye kirin. Çakmakçi, anî ziman ku êrî? bi teqemeniyê pêk nehatiye û got ku li herêma êrî? pêk hatî, hejmarek zêde le?ker û cerdevan hene. Çakmakçi, wiha dom kir: "Pi?tî êrî?ê nehatin alîkariya me jî. Me birîndar bi derfetên xwe li wesayîtan siwar kirin û anîn. Hemû birîndar ji bedenê û jor birîndar bûne. Heke mayin baya, dê ji piyên xwe birîndar bibûna. Ev jî nî?an dide ku êrî? ji jor ve hatiye kirin." 'Divê bûyer acîl bê lêkolînkirin' Nunerê ÎHD'ê Ferzende Yilmaz ku pi?tî êrî?ê birîndarên li nexwe?xaneyê ziyaret kirin, anî ziman ku wan jî agahiya ku êrî? ji jor ve hatiye kirin girtiye. Yilmaz, destnî?an kir ku birîndarên ew pê re axivîne jî, ji wî re gotiye ku li cihê ku le?ker lêne êrî? pêk hatiye. Yilmaz, got divê bi awayekî acîl, bûyer bê lêkolînkirin. ?ahidê bûyerê ku li dû wesayîta rastî gulebarankirinê hatî diçû, anî ziman ku cihê gule li wan hatine barandin le?ker û cerdevan 100 metre dûrî wan bûne û gule ji girê ser wan re hatine barandin. Navên kesên di encama gulbarankirinê de birîndar bûne û rakirina Nexwe?xaneya Dewletê ya Geverê wiha ne; Hamza Sava?an, Cîhan Metîn, Metîn Temellî, Abdulselîm Kamali, Îsmet Tîre, Emîn Temellî, Musa Guney, Tulay Kamali, Sava? Kamali, Gulten Kamerî, Nîzam Kamerî, Çîgdem Kamerî, Halît Onma û kesek navê wî nehat zanin. Navên 7 kesên sewqî Wanê hatîn kirin jî hêj nehatine zelalkirin. Hate zanîn ku birîndar ji aliyê jor ê bedena xwe birîndar bûne.
Çavkanî: Kurdshow, DÎHA,Rizgarî
|