Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 28 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


M.UzunÓ ? RastiyÍn NayÍn Ser ZimÍn ? TirkiyecitÓÖ
Tarih: 19.10.2007 Saat: 12:00 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Îbrahîm GUCLU(ibrahimguclu21@gmail.com)      Pi?tî Nezîf Telekî (29. 0. 2007), Mehmed Uzunî jî di 11.10.2007-an de xatir ji Kurdistanê, ji Amedê, ji  gelê kurd yê mazlûm, ji  malbata xwe, ji heval û dostên xwe xwast, koç kir çû nav serok û têko?erên; zimanzane, edebiyadzane û helwestvanên Kurdistanê yên ku di encama zor û zordarî de, bi îdam û ku?tinê ji nav me koç kiribûn, dinyayeke din ji xwe re avakiribûn.

    Nezîf Telekî û Mehmed Uzunî nivîskar bûn. Nezîf Telekî jî û Mehmed Uzunî jî gênc bûn û di emrê xwe yê berhemdar de ji nav me koç kirin. Nezîf Telekî 50 salî bû û Mehmed Uzunî 54 salî bû. Nezîf Telekî û Mehmed Uzunî jî, ji yek dibistaneke siyasî, ji dibistana Rizgarî û Ala Rizgariyê perwerde bibûn. Nezîf Telek jî, Mehmed Uzunî jî him evîndarê bajarê xwe Bedlîsê û Sîweregê bûn, him jî evîndarê gelê kurd û Kurdistanê bûn. Mirina herûduyan jî, gelê kurd, malbat, heval û dostên xwe gelek ê?andin.    Wan jî bêwext û zû ji nava me koç kirin. Lê ti?tekî gelek xwe? qewîmî ku  gelê kurd, rew?enbîr, siyasetvanên kurd, dezgehên kurdî û Kurdistanî Mehmed Uzunî hembêz kirin. Bi dehhezaran kesan ew revî kirin. Ez ji bo Mehmed Uzunî jî nabêjim ku bila serê gelê kurd, malbat, heval dostên wî sax be. Lewra ew nemir e, bi behrem û eserên xwe di nav gelê kurd de dijiye û jiyana xwe bi gelek awa û ?iroveyan dom dike û dê dom bike.                                                                                                          ******     Dema ku nexwe?iya Mehmed Uzunî dest pê kir, him li welêt û him jî li dervayî welêt, ji bona jiyan û berhemên Mehmed Uzunî  gelek kesan nivîsand. Pi?tî ku ji nav me jî koç kir, dîsa ji bo jiyana wî, ji bona dinyaya wî ya edebî, ji bo xebatên wî yên kurditî nivîsandina dest pê kir. Roja ku ew di dilê Kurdistanê de, di dilê gelê Kurd de bê ve?artin jî, gelek ti?t hatin gotin. Mehmed Uzunî wasiyet kiribû ku Ya?ar Kemalî, ?erafettin Elçiyî, Ehmed Turkî ji bona wî biaxifin. Ya?ar Kemalî û Ehmed Turkî bi tirkî axiftin kirin, ?erafettîn Elçiyî û serokê ?erdarê Amedê Osman Baydemîrî bi kurdî axiftin kirin. Wan jî di axiftinên xwe de ti?tên hêja ji bo Mehmed Uzunî anîn ser zimên. Di seremoniyê de ji aliyê ?êxmûs Dîken de Ya?ar Kemalî wek bavê Mehmed Uzunî û bavê kurdan hat îlan kirin. Mehmed Uzunî ji bona ku Ya?ar kemalî bi wî awayî nêzikî xwe didît, ti?tekî bêgotin tune ye. Lê îlankirina bavbûna Ya?ar Kemalî ya kurdan heqeretek û neheqiyeke mezin e.      Min jî, di destpêka seremoniya Mehmed Uzunî de, dema ku ji nexwe?xaneyê hate mizgeftê derfet dît ku çend gotina bibêjim. Lê heger min qise bikira, min dixwast ku bi wesiteya Mehmed Uzunî gilîyê siyasetvan û nivîskarên kurd ji serokê Kurdistanê ?êx Ubeydullahê Nehrîyî, ji ?êx Seîdê Pîranî, ji Seyîd Rizayê Dersîmî, Qazî Mihemedê Mehebadî, Mele Mistefa Berzanî, Dr. Qasimloyî, Apê Osman Sebrî û serokên din re; ji edebiyadzane û helbesvanên Kurdistanê  Mele Cizirîyî, Meleyê Batêyî, Ehmedê Xanîyî, Cegerxwînî, Qadirê Qoyîyî, Qedrî Canê Derîkî, Hêmin û yên din re bikim ku bi kurdî siyasetê nakin û pirtûkên xwe bi kurdî nanivîsin. Hezar mixabin Mehmed Uzunî jî, bi helwesta wasiyeta xwe ya ku kesên ji bona wî biaxifin, fetwa da ku siyasetvan û edebiyatzanayên Bakurê Kurdistanê jî, dikarin bi tirkî, bi zimanê kolonyalîstan karên xwe bime?înin û xwe îfade bikin.                                                                                                 ********Him di xwe?iya wî de û him jî pi?tî koç kirina wî, bi gi?tî li ser aliyê wî yê edebî û nivîskarî hat rawestandin û nivîsandin. Aliyê wî yê siyasî hat ve?artin. Be?ek kes ev yeka bi zanatî û be?ek kes jî ev yeka bi nezanî pêk anî. Helbet di vê rew?ê de helwesta Mehmed Uzunî jî bibû sedem ku ev rew?a derkeve holê. Lewra Mehmed Uzunî pi?tî demekê xwast ku aliyê xwe yê siyasi bide bîra kirin. Ji bona Mehmed Uzunî sedemên vê yekê hebûn. Wî dixwast ku nivîskar bê teref be, otonom û serbixwe be. Helbet divê nivîskar, bê teref, otonom û serbixwe be. Nayê wê wateyê ku nivîskar xwediyê helwesteke siyasî nebe. Heta di welatekî kolonî de helwesta siyasî ya nivîskaran jî pêwîst e. Divê ba? bê zanîn ku di merhela azadî û rizgariya gelê kurd û Kurdistanê de, awayê siyasî, xebat û têko?îna siyasî li pê? e. Lewra pirsa kurd û Kurdistanê dê di çarçewaya siyasî de bê çareser kirin. Lewra neteweya kurd jî divê mafê xwe yê çarenivisîyê pêk bîne, li Kurdistanê desthilatdar be, qedera xwe bi xwe tespît bike û bime?îne. Li welatekî serwer û azad bijî.     Mehmed Uzunî bi xwe jî kesekî siyasî bû û bi siyasetê dest bi xebata edebiyatê kiribû. Heger Mehmed Uzunî dest bi siyaseta kurdî û Kurdistanî nekirabûya, ne dikarî ku bibe nivîskarekî edebî jî. Li Kurdistanê dikarim bibêjim ku nivîskarên bi navûdeng di destpêkê de bi siyasetvaniyên xwe tên nas kirin. Cegerxwîn helbestvanê kurd yê mezin e. Cegerxwîn di destpêkê de endamê Partiya Komunîst ya Suriyeyê û pi?t re jî j bona xwe partiyeke kurd, Partiya Azadî ya Kurdên li Suriyeyê ava kir û jê re serokatî kir. Pi?t re partiya wî bi Partiya Demokrat ya Kurdistanê Suriyeyê re yekîtî pêk anî. Heta mirina xwe jî taybetmendiya xwe ya siyasî domand. Apê Osman Sebriyî, zimanzane, edebiyatzane û helbestvanekî bi navûdeng e. Apê Osman Sebrîyî, hîmdar û berpirsiyarekî Partiya Demokrat ya Kurdistanê Suriyeyê bû, pi?tî Nureddîn Zazayî jî bû sekreterê gi?tî yê partiyê. Nureddîn Zaza, Dr. Nurî Dersîmî, Ekrem û Qedrî Cemîl Pa?ayî, Qedrî Canî him edebîyatzan û him dîrokzan û him jî siyasetvan bûn.    Kes û hêzên li dervayî Mehmed Uzunî jî, ji ev helwesta Mehmed Uzunî ya ?a? îstifade kirin, bi zanatî Mehmed Uzunî ji dervayî siyaseta kurd û kurditî nî?an dan. Bi vê yekê jî xwastin ku qerektera siyasîbûna pirsgirêke kurd û Kurdistanê jî ve?êrînin. Nuha jî ew helwesta dom dike. Ji bona vê jî ew rastiyên girêdayî nasnameya Mehmed Uzunî ya siyasî jî tên ve?artin. Ez dixwazim van rastiyan bînim ser zimên.                                                                                                   *******                              Li Amedê çima hepis?    Mehmed Uzunî, li Sîweregê sempatîzanekî sosyalîzmê û xortekî ?ore?ger bû. Di sala 1971-an de le?keran li Tirkiyeyê dîsa desthilatdarî girtibûnn destê xwe. Sosyalîst, ?ore?ger û kurdperwer hepiskiribûn, rêxistinên wan qedexe kiribûn û li ser gelên Tirkiyeyê zulmek didomandin.  Li hemberî ev zulm û zordariya desthilatdariya le?kerî û dewletî, xebateke îllegal dest pê kiribû. ?efaqa Do?u Perînçekî û Îbrahîm Kayayî jî yek ji van rêxistinên îllegal û çepitiya Tirk bû. ?efaqê ji bona xebatê li Kurdistanê zêdetir derfet dîtîbû. Rêxistina ?efaqê li Sîweregê jî xebata xwe didomand. Mehmed Uzunî jî, ji xebata rêxistina ?efaqê re bibû alîkar. ?efaq li Sîweregê de?îfre bû. Ji bo rêxistina ?efaqê bi dehan kes hatin binçavkirin û hepis kirin. Mehmed Uzunî jî yek ji wan kesan bû.    Di derheqê Mehmed Uzunî de jî ji partiya Dogu Perînçek doz vebû û ji bona vê ew jî ?andin Enqereyê girtîgeha Mamakê.  Mehmed Uzunî li Enqereyê serbest hat berdan.     Li hepisxaneya Amedê çi bû?Dema ku Mehmed Uzunî û hevalên wî hatin hepisxaneya Amedê, Mehmed Uzunî dît ku sosyalîst, ?ore?ger, welatparêzên Kurd û Tirk bi her awayî, bi awayê rêxistinî jî, ji hevûdu cûda bibûn. Wê demê helwesta xwe ji aliyê ?ore?ger, welatparêz û sosyalîstên kurd de diyar kir. Di nav sosyalîst, ?ore?ger, welatparêzên kurd jî cûdayetî di pirsên bingehî ya doza kurd û Kurdistanê de hatibû holê û zelal bibû. Mehmeh Uzunî helwesta xwe ji aliyê Komûna DDKO-yê de nî?an da. Bi wan re pêwendiyên xwe xurtkir. Komûna DDKO-yê bû mamosteyê wî yê siyasî û zimanî. Komûna DDKOyê, li ser gelek xortan xebata perwerdayî dime?and, Mehmed Uzunî û Mehmud Kîper ji wan xortan bûn.      Mehmed Uzunî, di nav wan pêwendiyan de dersên kurdî, wek min û Îsmaîl Be?îkçî û hevalên din ji Feqî Huseyîn wergirt. Wî bi xwe jî, di sala yekem ya salvegera koçkirina Feqî Huseyîn de di civîna bîranîna wî de li Stenbolê ev yeka anî ser zimên. Her çiqas li gelek ciyan, ji bona zimanfêrbûna wî navê Musa Enter û Ferît Uzunî jî derbas dibe jî, ew agahdariyeke kêm e. Dîsa di redeksîyona Rizgariyê de kurdiya xwe pê? xist.    Di Komûna DDKO-yê de endamên diyar: Ez, Mûmtaz Kotanî, Îsmaîl Be?îkçîyî, Ru?en Arslanî, Feqî Huseyînî,  Kaz?m Babayî, Mehmud Kiliçî, Alî Beykoyluyî, Bettal Battêyî, Fîkret ?ahînî, Alî Yalçinî, Recep Mara?liyî, parêzer ?erafettîn Kayayî, Yilmaz Balka?î, Nezîr ?emmîkanliyî, Çetîn Dayiyî, bûn.    Ji bona vê wek tê gotin, rew?enbîrên Tirk yên li Mamakê ne, rew?enbîrên kurd yên li hepisxaneya Amedê pirtûkxwendin bi Mehmed Uzunî dan hez kirin.     Pi?tî Hepisê: Komal û DDKD û Kovara Rizgarî…Dema ku em di hepsê de bûn, me wek Komûna DDKO-yê biryar dabû ku we?anxaneyekê û komeleyeke ava bikin. Kovareke fikrî û siyasî biwe?înin. Pi?tî sala 1974-an di pê?engiya Komûna DDKO-yê de ji bona vê me dest bi xebatê kir. Me, Komal, wek we?anxaneyek ava kir. Wek rêxistineke pirreng û pirdeng ji bona ku hemû welatparêzên fikircihê di nav de cîh bigrin, wek modela DDKO-yê DDKDê ji bona ava bibe me alîkarî kir. Di vê merhelê de Mehmed Uzunî re wek gruba Komûna DDKO-yê pêwendiyên me xurt bûn, ji bona vê, ew jî di van karan de bû alîkar. Dema ku me biryar da ku kovara Rigariyê biwe?înin û me dest bi haziriya kovara Rizgariyê kir, me Mehmed Uzunî jî xist nav gruba rêvebir. Mehmed Uzunî jî di haziriya deglerasyona Rizgariyê de û li Kurdistanê di minaqe?ekirina deglerasyonê de bi aktifî cîh wergirt.Civata nivîskariya kovara Rizgariyê, ji Min, Îsmaîl Be?îkçî,  Mehmed Uzunî, Orhan Kotanî, Mûmtaz Kotanî, Ru?en Arslanî,  Xecê Ya?arî, Îkram Delenî, Fîkret ?ahînî, Yilmaz Balka?î pêk dihat. Ru?en Arslanî, xwediyê Rizgariyê bû û Mehmed Uzunî jî, ji nivîsaran berpirs bû. Pi?tî ku Mehmed Uzunî çû Ewrupayê, Xecê bû berpirsiyar a nivîsaran.    Herkes ba? dizane ku kovara Rizgariyê, avakirina îdeolojiya kurdîtî bona xwe kiribû armanc. Bi tirkan re bi her awayî cûdayetî pê?niyar dikir û diparast. Ji bona rêxistineke mitlaq ya serbixwe ya Kurdistanî ava bike xebat dikir. Azadiya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê diparast. Yekîtiya Kurdistanê, yekîtî û tîfaqa di navbeyna hêzên sosyalîst yên Kurdistanê li tevayî Kurdistanê diparast. Li Bakurê Kurdistanê û li tevayî Kurdistanê eniya neteweyî cara yekem ji aliyê Rizgariyê de hat parastin. Ji bona vê jî, Mehmed Uzunî di nav civata nivîskarî ya Rizgariyê de marksîstekî Ortodoks û hi?k, azadixwaz û rizgarîxwazekî Kurdistanî yê gelek radîkal bû.    Dîsa Hepis û Parêznameya Kovara Rizgariyê…Ji bona ku berpirsiyarê nivîsarî ya Rizgariyê bû, di sala 1976-an de dîsa li Enqereyê li Ulucanan hepis bû. Di hepisxaneyê de bi Orhan Kotan û bi berpirsiyarê DEV-YOLê Taner Akçam re ma. Li hemberî dadgehê parêznameyeke gelek dagirtî û xwedî naverok pê?kê? kir. Helwesteke siyasî ya kurdî nî?an da. Di vê parêznameyê de Kovara Rizgariyê, fikrên wê û mafên neteweya kurd parast. Ez dikarim bibêjim ku ev parêznameya wî jî, di dîroka Kurdistanê xebateke gelek hêja û kolektîf  bû.     Pi?t re ew ji hepsê azad bû û wî xebata xwe di Rizgariyê de domand. Lê nekokiyên wî jî dest pê kir.   Çûna wî ya Ewrûpayê û Rizgariya Kurdistanê û endametiya PEN a Swêdê…Mehmed Uzunî ji bona ku di nav gruba Rizgariyê de bi Mûmtaz Kotan û Orhan Kotan re li hevûdu nedikir, di fikrên wî de guhertinên nû hatibûn holê biryar da ku biçe Ewrupayê. Dema ku Mehmed Uzunî çû Ewrûpayê, ji bona wî doza kovara Rizgariyê dom dikir û lê ji bona wî ceza û biryara girtina wî jî nehatibû dayin.    Dema ku ew çû Ewrupayê ew nêzikî Gruba ?ivanî bû. Lewra Mehmed Uzunî di jiyana xwe ya civakî û siyasî de miroveklek pragmatîst bû û ji tenêbûnê/tenêmayinê ditirsiya. Loma xwe her daîm nêzikî hêz û kesên xurt dikir. Lê bi  ?ivaniyan re jî xebata rêxistinî nekir. Lewra ew di nav Gruba ?ivaniyan de nêzikî Necmeddîn Buyukkaya bû. Necmeddîn jî di sala 1977-an de ji Gruba ?ivaniyan hatibû bi dûr xistin.    Dema ku ew li Ewrupayê bû, di Gruba Rizgarê de cûdabûn pêk hat. Mehmed Uzunî helwesta xwe ji aliyê Ala Rizgariyê de diyar kir. Pi?tî wê biryarê, wî, ?erefxan Cizirî, Ekrem Zerînî, ?ore?î (Resulî), Cewdetî biryar dan ku kovara Rizgariya Kurdistanê li Ewrupayê biwe?înin. Rizgariya Kurdistanê, girêdayî bîrûreyên me yê Kurdistanî, pirs û pirsgirêkên çar parçeyên Kurdistanê dida minaqe?ekirin, fikir ji bo çar parçeyên Kurdistanê diafirand. Em jî wek Ala Rizgariyê, li welêt ji Rizgariya Kurdistanê re dibûn alîkar.      Mehmed Uzunî pi?tî salên 1980-yî, bi kovara Rizgarî bû endamê PEN a Swêdê. Di Rizgariyê de nivîsar kollektîf bûn. Mehmed Uzunî hîn tu pirtûk jî nenivîsandibûn.     Ala Rizgarî û Partiya Komunîst ya Kurdistanê…Mehmed Uzunî dema ku biryar da ku jinûve di nav Guba Ala Rizgariyê xebat bike, ew xwediyê pê?niyara avakirina Partiya Komunîst ya Kurdistanê bû. Mehmed Uzunî xwediyê wê baweriyê bû ku bi wasiteya Partiya Komunîst ya Kurdistanê bi Yekîtiya Sowyetê û bi welatên sosyalîst re pêwendî çêkirin hêsan dibe. Lê ew pê?niyara di nav Ala Rizgariyê de pêk nehat. Orhan Kotan ji bona ku vê projeyê pêk bîne dest bi xebatê kir.    Orhan Kotan û Mehmed Uzunî û Kurdistan Press…Ez di wê baweriyê de me ku li ser nivîskariya Mehmed Uzunî tesîra Orhan Kotan jî heye. Lewra Mehmed Uzunî hîn dest bi nivîskarî nekiribû,  Orhan Kotan helbestvan û nivîskarekî ba? bû. Pirtûkeke wî jî çap bibû û Orhan îdeologê gruba Rizgariyê bû. Orhan Kotan dema ku dest bi we?ana Kurdistan Pressê kir, her çiqas dema ku Mehmed Uzunî beriya ku biçe Ewrupayê digot ku “ez careke din hiç bi birayên Kotanî re xebat nakim” jî, Mehmed Uzunî jî di Kurdistan Pressê de nivîsand û xwe li wir pê? xist.                                         ******           Tirkiyecitî…Mehmed Uzunî pi?t re dest bi nivîskariya edebî kir.  Diyar bû ku ji bona vê nivîskar û siyasetvanên çep yên Kemalîst ji Mehmed Uzunî re xwedî derketine. Pi?tî mirina Orhan Kotan jî Taha Akyol jî, ji wî re bi vê wateyê xwedî derket û derdikeve. Ev pêvajoya û guhertina ji bona navdarên kurdan bûyereke gelek girîng e. Divê mirov bi taybetî li ser vê pirsê raweste.                                            *****Mehmed Uzunî wek min di hevpeyvîna xwe ya di kovara Esmerê de jî diyar kiribû, futbolcuyekî ba? û nerm bû jî. Di taziya wî de  ez ji Kek bayram Yildizxan fêr bûm ku wî li cem wî çiraktiya terzitî jî, 10 rojan kiriye. Ji bona vê jî, ji Kek Bayram Yildizxanê hêja û fedekar re digotiye “hostayê min.”Amed, 17. 10. 2007

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur