Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 30 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Ordiya Tirk ? HevalbendÍn WÍ BeramberÍ Kurdan DijminahiyÍ Gurr Dikin, Bi Agir Di
Tarih: 17.10.2007 Saat: 21:01 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Generalên Tirk û tefaqa kemalist, dest ji xerabiyên xwe bernadin. Her li du plan û provakasyonên nû ne. Di hilbijartina 22’ê Tîrmehê de plana wan bi ser neket. Wan dixwest hukumetê ji destê AKPê bigrin û nehêlin ku Abdullah Gul bibe Serokkomar. Hesabê wan pêkanîna koalisyona CHPû MHP bû. AKP xurttir bû. Abdullah Gul jî bû Serokkomarê Tirkiyeyê.

   Generalan û kemalistan xwe aciz kirin, lê nedikarî ti?tekî bikin. Li Enqerê û rojavayê Tirkiyeyê ?ert û zurûf ji mudaxeleyeke raste rast re, dest nedida. Çend rojekî xwe bi silav nedanê û bi pêlêkirinên qaîdeyên protokola dewletê dilê xwe rehet kirin. Lê, li Enqerê ji vê û zêdetir nedikarî ti?tekî bikin.    Dezgehên ve?artî yên nav dewletê berê xwe dan mijara Kurdan û wekî caran li Kurdistanê, bi taybetî li herêmê Botan û Hekariyê, yanî ser «sinûrê» Kurdistana azad aktiv bûn. Di destpêkê da minibusek bi 850 kilo teqemenî dagirtî li Enqereyê peyda bû. Qa?o ev minibus ya PKK bûye û ji aliyê herêmê nêzîkî «sinûrê bakurê Iraqê» hatiye ?andin ji bo Enqerê !     Çend roj pi?tê vê bûyerê ji xelkê Elkê 12 kes hatin ku?tin. Hêzên resmi û medya Tirk yekser PKKê wek berpirsê vê bûyerê îlan kirin. Ev dereweke a?kere bû. Dema derewên wan derket holê êdî dengê xwe birîn. Çend rojan pi?tî vê bûyerê li ?ernexê 13 le?ker (9 ji wan Kurd bûn) hatin ku?tin, ku ev mesele jî zêde ?ik û guman li ser heye.   Hemî diyarde ni?an didin ku li Bakurê welatê me, vê hêlê provakasyonên ciddî li dardikevin. Armanceka girîng van provakasyonan siyaseta navxweyî ye. Tefaqa kemalist dixwaze bi dijitiya doza Kurd, li dora Hukumetê, Serokvezîriyê, Serokkomariyê û Meclisê, yanî li dora sazî û dezgehên sivîl dîwêrekî ji tirkçîtiya ?ovenîst bihone. Di armanca xwe de qismen bi serketin. Bi saya kampanyayên medyayê li Tirkiyeyê pêlê Tirkçîtiyê bilind kirin. Mixabin Serokkomarî, AKP û Hukumet jî qismen tevlê vê planê bûn û li pê? generalan serê xwe tewandin. Rastiyek heye ku dema mijar dibe doza Kurd, Tirkên muxalifên hevdu jî destên didin hevdu.     Armanca ordiyê ev e: Ew dixwaze bandora wê ya ser rejîmê berdewam be. Ji xwe ?er û aciziyên, ku çêdibin ji vî sedemî ye.   Armanceka stratejîk ya general û kemalistan, têkdana destkeftiyên Kurdan e li Ba?urê Kurdistanê, ku ev heman demî armancek stratejîk ya dewleta Tirk e. Di vê çarçoveyê de, bi taybetî mijara Kerkukê û petrola Kerkukê bala herkesî dik?îne. Tirkiye ditirse ku, eger Kerkuk jî bikeve ser devera Kurdistanê, wê demê Kurd dê bikaribin dewletekî serbixwe ava bikin. Dewletekî xwedî petrolê dewlemend, dewletekî federal be jî dikare bala Kurdên Bakur bik?îne û ew jî doz û daxwazên siyasî bikin. Dewleta Tirk ditirse ku siyaseta wan ya asimilekirina Kurdan têk biçe û neçar bin maf û azadiyên gelê Kurd bipejirînin. Ew vê yekê naxwazin, di siyaseta xwe ya tûnekirina Kurdan de israr dikin. Derdê generalan û Tirkçiyan ev e.   Sedemên ku van demên dawî ew qasi bi tundî kampanyayeka ultra-nasyonalist, ?ovenîst li dijî gelê Kurd dime?înin ev siyaset û stratejiya korane ye. Tefaqa „ulusalciyan“, bi serkê?iya ordiyê û bi alikariya be?ek ji medyayê, li Tirkiyeyê dijî xelkê Kurd û Ba?urê Kurdistanê kampanyayeka genî û gemar li dar dixin. Ev hêzên neo-fa?ist û tirkçî bi agir dilîzin. Ev agir û alava ku gurr dikin, helbet dê zirarê bide xelkê Kurd jî xelkê Tirk jî. Lê ev provakasyonên „ulusalciyên“ neo-fa?ist dikare wan jî bi?ewitîne û ev ihtimal jî ne dûr e.Ev leyîstikên dawî êrî?kariyeke bi tehluke ye li dijî prosesa demokrasiyê li seranserê Tirkiyeyê û dijminahiyeke a?kere ye dijî doza Kurd û Kurdistanê.   PDK-Bakur, PSK û PWDK, em bangî hemî hêzên welatperwerên Kurdistanî dikin, hewce ye em dest bidin hevdu dijî vê êrî?karî û provakasyonan. Em amade ne bi hemî hêzên kurdperwer re zûtirîn demê werin cem hevdu û hevkariyeke rêk û pêk, pêk binin, gotara xwe siyasî û hêzên xwe bikin yek. Me siyaseteke hevbe? netewî û demokrat pêwist e.   Em bangî hêzên demokrat, liberal û antî-miltarist yên Tirk û xelkên dîtir yên Tirkiyeyê dikin: Werin em dijî vê hêri?kariyê, ji bo demokrasiyê û sistemeka hevdem destê xwe bidin hevdu, mil bi mil dijî neo-fa?izmê û ultra-nasyonalizmê berxwe bidin, van provakasyonan pûç derxin. Berjewendiya xelkê Tirk, Kurd û hemî hemwelatiyên Tirkiyeyê, yên, ku jiyaneke mirovane dixwazin, di pûçkirina vê hêrî?kariya dawî de ye.    Li dawî em dixwazin ji serkê?ên vê kampanyayê ra bi a?kere bêjin:Kî çav berdaye ba?urê welatê me, kî niyet kiribe bi azadiya me û bi destkeftiyên miletê me re bilîze, divê bizane ku ew dê bersiva xwe bigrin. Evên li Dohukê, Sileymaniyê, Hewlêrê, Kerkûkê, Mosulê û Xaneqînê ji miletê me re azadiyê, demokrasiyê û jiyaneke bextewar zêde bibînin, li destkevtiyên miletê me bihesidin û dijminahiya wan bikin, hewce ye bizanin ku ew jî dê li Enqerê, Istanbûlê, Izmirê nikaribin jiyaneka rehet bijîn.     Evên ku dibêjin, „belku em hemî ti?tî nikaribin bikin, lê em dê bikarin ji wan re zehmetiyan derbixin”, divê ew jî xwe ji xwe re zehmetiyan amade bikin.     Xelkê Kurd û Partiyên me, em azadîxwaz û a?itîxwaz in, lê eger mesele bibe parastina hebûna miletê me, divê ew hemî bizanin, ku li ba Kurdan berxwedan jiyan e, Kurd ji bona jiyaneka bi rûmet amade ye bimre..    Em hersê partî, bi hevra, berî herkesî bangî hemî endam, alîgir û dostên xwe û her wisa bangî hemî kurdperweran dikin, ku ji bona parastina destkevtiyên miletê me, destê xwe bidine hevdu.Em bangî PKK jî dikin, ku li beramberê provakasyonên militaristan ?iyar bin û ne li Bakur ne li Ba?urê welatê me hicetên xapînok bi destê dewleta Tirk nedin.    Kurd û Tirk ne dijminên hevdu ne. Siyaseta militarist û neo-fa?ist dijminê herdu gelan e.A?itî, Azadî û Demokrasi daxwaza miletê me ye û ev mafên me rewa ye.  17.10.2007PWD-Kurdistan, PSK, PDK-Bakur

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur