Ji bo Me?a Amed-XaburÍ Salek Ceza…
Tarih: 17.10.2007 Saat: 19:26 Gnderen: Editor
|
|
Îbrahîm GUÇLU(ibrahimguclu21@gmail.com) Wek tê zanîn demeke dirêje ku dewleta tirk ji bona ku mudaxeleyî Herêma Federe ya Kurdistanê bike, ?ertan amade dike. Ji bona vê mudaxaleyê, hebûna PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê sedem tê nî?an dan. Daxuyaniyên berpirsiyar û sererkanê Tirkiyeyê, nerîna Tirkiyeyê di derbarê Dewleta Federe ya Iraqê û Kurdistana Federe û referandûma Kerkûkê de derxist holê ku ji bona mudaxaleyê sedema bingehî û esasî PKKê nîne. PKKê sedema diyar e, sedemên esasî ve?arti ne. Ev jî, rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
Dewleta tirk ji bona mudexeleyê, di destpêka sala 2006-an de 250 hezar le?ker bir li tixûbê Bakurê-Ba?urê Kurdistanê bi cîh kir. Min, du hevalên min yê hêja Zeynel A. OZALP, A. Sedat OGUR, ji bona ku em vê siyaseta dewletê protesto bikin, veki?andina le?keran daxwaz bikin û bala reya gi?tî bik?înin ser pirsgirêkê esasî, me biryar girt ku em ji Amedê heta Xaburê bime?in. Hezar mixabin, pi?tî daxuyaniya me ji çapemenî re, em hatin binçav kirin û hatin hepis kirin. Em 40 rojî di hepsê de man. Di derheqê me de, ji bona propaganda armanca rêxistina terorîst dozname tanzîm bû û di Dadgeha 6-emîn ya Giran ya Cezayê ya Amedê de doz vebû. Di destpêka Hezîrana 2006-an de em serbest hatin berdan. Me di duri?meya yekem de parêznameyeke hevmi?terek bi niviskî pê?kê?î dadgehê kir. Me û parêzerên me jî ji dahdgehê re diyar kir ku em ne terorîst in, me mafên neteweya kurd parastiye, em li dijî operasyona dewleta tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê derketinî, ji bona vê cezakirina me jî ne xem e û ji bona me serbilindiyek e. Doza me?a Amed û Xaburê nêzikî du salan dom kir. Duri?meya dawî, di 16. 10. 2007-an de pêk hat. Em û parêzerên me Sabahaddîn KORKMAZ û Sedat ÇINAR be?darî dadgehê bûn. Me û parêzerên me, him di vê duri?meyê de û him jî di duri?meya bihurî de bi nivîskî û bi devkî parêznameyên xwe gelek bir firehî pê?kê?î dadgehê kir. Me mafên neteweya kurd, me?ruiyeta Herêma Federe ya Kurdistanê, neheqiya operasyona dewleta tirk li Ba?urê Kurdistanê anî ser zimên. Me gelek vekirî diyar kir ku “tezkereya di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê de ji meclîsê re bê pê?kê? kirin, nî?ana felaketê ye.” Me her sê hevalan jî diyar kir ku ji terorîzmê cezakirina me ji nasnameya me re dibe êri?ek, lê ji bona fikrên kurditîyê, doza serxwebûn û azadiya neteweya kurd û Kurdistanê cezakirina me, ji bona me serbilindî û ?erefek e. Dadgehê di encamê de, bi muxelefeta serokê dadgehê, salek ceza ji bona me tekdir kir û kir biryar. Emê di destpêkê de ji Dadgeha Bilind re diyar bikin ku ev cezaya ne di cîh de ye. Pi?t re emê serî li Dadgeha Ewrupayê bidin û ceza kirina derwleta tirk daxwaz bikin. Ev cezaya me, li dijî Peymana Mafên Mirovî yê Ewrupayê, li dijî demokrasiyê û azadiya fikrî/xweîfadekirinê, li dijî pîvanên Yekîtiya Ewrupayê û krîterên Kopenhagê ne.Amed, 17. 10. 2007
|