|
u an sitede, 14 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Ihsan Arslan dibÍje serkaniya problema PKK-Í Enqere ye
Tarih: 11.10.2007 Saat: 11:36 Gnderen: Editor
|
|
STENBOL, 10/10 2007 — Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekirê Ihsan Arslanê kurd di programeka NTV-ya tirkî de îro got serkaniya problema PKK-ê Enqere ye û got heger Tirkiye midaxeleyî ba?ûrê Kurdistanê jî bike kurdên bakur dê li hemberî wê rawestin û divêt Tirkiye hesabî ji reaksiyona kurdên bakur re bike û li reaksiyona ba?ûrê Kurdistanê tenê nefikire.
Ihsan Arslanî di programa Neden (Çima) ya NTVyê de got xelkê herêma bakurê Kurdistanê PKK neafirandiye û got Enqereyê ew problem afirandiye û mezin dike û got: Enqereyê problem mezin kiriye. Em di destnî?ankirina problemê de demekê dirêj xapiyan. Ji ber tabuyan îmkana me ya ko em problemê ba? minaqe?e bikin û biçin nêv rayên wê de çênebû. Di destpêkê de me got ev grupeka ko ji 3–4 çeteciyan pêk têt e û me tedbîrên polîsiye wergirtin lê belê di netîceyê de em îro li hemberî rêxistinekê ne ko bi hezaran çekdarên wê hene. Divêt em bi awayekê gi?tî li vê meseleyê binêrin û li hemî aliyên meseleyê yên siyasî, civakî, derveyî û aborî binêrin. Bêguman dema ko pêwist be mirov dê operasyoneka eskerî bike lê belê divêt mirov hesabê netîceyên wê bike. Divêt qet gumana we tê de nebe ko dê reaksiyoneka pir dijwar ji herêmê li hemberî wê [operasyona eskerî] çêbe. Divêt mirov bihesibîne ka çi reaksiyon dê ji Stenbol, Îzmîr, Antalya, Diyarbekir yan jî ?irnexê bên. Ez bawer dikim ko min ba? da fêm kirin ka ez çi dibêjim. Ihsan Arslan kurd e û parlamenterê AKP-ê ye. Ew li dijî operasyona eskerên tirkan e û dibêje kurdên bakur dê li hemberî operasyona tirkan rawestin. Lê belê ti deng ji DTP-ya apociyan nayêt û PKK jî heta ko jê têt provokasyonan çêdike da tirk belaya xwe li ba?ûrê Kurdistanê bidin.Nefel
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|