Konferansa Kerk?kÍ 'Beraat' Kir...
Tarih: 10.10.2007 Saat: 13:40 Gnderen: Editor
|
|
Îbrahîm GUCLU/ Gruba Xebatê/TEVKURDê ji bona konferansê dest bi haziriyeke fireh kir û xwast ku hemû rew?enbîr û siyasetvanên kurd, rêxistinên sivîl û siyasî yên kurd be?darî konferansê bibin. Di konferansê de Ez, Sezgîn TANRIKULU, ?êxmûs ULEK, Fuad ONEN, Bayram BOZYEL konseptên bingehî pê?kê? bikin; berpirsiyarên rêxistinên kurd jî bîr û reyên xwe di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê, Kerkûk û referandûma Kerkûkê, siyaseta dewleta tirk de diyar bikin.
Îbrahîm GUCLU/Sekreterê TEVKURDê Wek tê zanîn Gruba Demokratîk û Neteweyî ya Kurd /TEVKURDê, pi?tî ku dît siyaseta dewleta tirk di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê û Referandûma Kerkûkê de her ku diçe xeter dibe; reya gi?tî bi agahdariyên nerast û ne rasyonalîst tê xapandin, biryar da ku di Adara 2007-an de “Konferansa Kerkûkê” bi dar bixe. Gruba Xebatê/TEVKURDê ji bona konferansê dest bi haziriyeke fireh kir û xwast ku hemû rew?enbîr û siyasetvanên kurd, rêxistinên sivîl û siyasî yên kurd be?darî konferansê bibin. Di konferansê de Ez, Sezgîn TANRIKULU, ?êxmûs ULEK, Fuad ONEN, Bayram BOZYEL konseptên bingehî pê?kê? bikin; berpirsiyarên rêxistinên kurd jî bîr û reyên xwe di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê, Kerkûk û referandûma Kerkûkê, siyaseta dewleta tirk de diyar bikin. Hezar mixabin Konferansa Kerkûkê ji aliyê parêzgeha Amedê de, ji dervayî huquqê, prensîbên demokrasiyê, pîvan û krîterên Kopenhagênê, Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê, azadiya xweîfadekirinê hat qedexe kirin. Ev biryara, biryareke siyasî bû. Li dijî mafên neteweya kurd û mafê rêxistinî û fikrî bû. Gruba Xebatê/TEVKURDê ji bona ku ev qedexeya parêzgeha Amedê ya siyasî rexne û protesto bike, bîr û reyên xwe di derbarê Kerkûk û referandûma Kerkûkê de diyar bike, roja konferansê li ber salona konferansê civîna çapemenî pêk anî. Pi?tî civîna çapemenî dozgerê komarî, di derheqê daxuyaniya TEVKURDê de dest bi lêpirsînê kir û doz vekir. Lê doz ji bo hemû endamên meclîsê Gruba Xebatê/TEVKURDê venebû, bes di derheqê berdevikê TEVKURDê parêzer Sabahaddîn KORKMAZ de vebû. Ji bona ku doz di derheqê hemû endamên meclîsa TEVKURDê de jî vebe, bi niviskî serî li dozgerê komarî hat kirin. Dozger ew daxwaza neda ber çav. Pi?t re ev daxwaz bi niviskî ji dadgehê hat kirin, hezar mixabin ev daxwaza jî bê bersîv ma û hat red kirin. Dozê du duri?meya dom kir. Di dirû?meya yekem de berdevkê TEVKURDê parêzer Sabahaddîn KORKMAZ parêznameyeke ku TEVKURDê û hemû kurdan serbilind bike pê?kê? kir. Parêzerên be?darî dadgehê bûn jî, parêznameyên siyasî û huqûqî yên hêja pê?kê? kirin. Diru?meya duyem, di 09. 10. 2007, saet 14.00-an de li Dageha 6-emîn ya Cezayê Asliyeyê ya Amedê pêk hat. Ev diru?meya dawî bû. Di diru?meyê de berdevkê TEVKURDê parêznameya xwe fireh û kûr kir. 15 rûpel parêznameyeke siyasî, huqûqî-siyasî pê?kê?î dadgehê kir. Helbet di parêznameyê de azadiya xweîfadekirinê ji aliyê Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û biryarên dadgeha Ewrûpayê û xala 90-emîn ya makezagona Tirkiyeyê de jî analîz kir. Parêzer Semîre NERGÎZ, M. Emîn Aktar, Ay?e ASLAN, Erdem GENCAN, Hasan DAGTEKÎN, Nesîp YILDIRIM, ?êxmûs ULEK, Sedat ÇINAR û Sitki ZÎLAN be?darî dadgehê bûn. Parêzeran jî, pareznameyên siyasî û huqûqî bi niviskî û bi devkî pê?kê?î dadgehê kirin. Doz û diru?me, di saet 14.15-an de dest pê kir û di saet 15.00-an de qediya. Di encama diru?meyê de Konferansa Kerkûkê û berdevikê TEVKURDê “beraat” kir. Ev biryara, encama parastina huqûqbûnê, azadiya xweîfadefikirinê, peymana mefên mirovî ya Ewrûpayê ye. Ev biryara encama rasyonalîzmê ye. Biryareke li hemberî statûparastinê ye. Biryareke bi cesaret e. Nasnameya huqûqzanyarî ye. Gelek nûnerên saziyan, rew?enbîr û siyasetvanên kurd, endam û hevalbendên TEVKURDê û HAK-PARê, ciwanên kurd be?darî dadgehê bûn. Serokê baroya Amedê Sezgîn TANRIKULU, serokê MAZLUM-DERê Selahattîn ÇOPAN, Serokê TEK-GIDA Î?ê Cemal DOGRUL, Berdevkê platforma demokrasiyê Alî ONCU, Serokê HAK-PARê ?axa Amedê Umît TEKTA?, Nîl Demîrkazik, M. Emîn KARDE?, Zahît BOZARSLAN be?darî dadgehê bûn û pi?tgiriya xwe nî?an dan. Pi?tî ku di derheqê Konferansa Kerkûkê de biryara beraatê hat dayîn, be?darên dadgehê yên pi?tgir çepik lêdan. Amed, 09. 10. 2007
|