Dewleta NetewÓ MafÍ GelÍ Kurd e!
Tarih: 05.10.2007 Saat: 16:27 Gnderen: Editor
|
|
4. Civîna Komîta Rêvebir ya TEVKURDê pêk hat… 4. Civîna Rêveberîya TEVKURDê di 29. 09. 2007an de pêkhat. Pi?tî agahdarîya dema borî, li ser rew?a sîyasî ya stratejîk û real polîtîk, proplemên yekîtîya neteweyî, xwe bi rêxistinkirina TEVKURDê û gelek babetên din hate rawestandin. Rêveberîya me pêwîstî pê dîtîye ku, hin ji van mijar û encamgirtinên li jêr, bi raya gi?tî re jî parveke:
1.Li ser pirs/proplemên honandina yekîtîya neteweyî û tevgrêdana modêla TEVKURDê bîr û ray bi berfirehî hatin pê?kê?kirin. Biryarên ku di vê derbarê de hatibûn standin û agahdarîyên nû, dûr-dirêj hatin munaqe?ekirin. Pêwîstîya modêl, paradigma û helwesta TEVKURDê bi yek dengî hate deklarekirin. Biryar hate girtin ku, li welêt û li dervayî welat ji bo yekîtîyê xebat, hevdîtin, civîn û konferans werin pêkanîn . 2.Li ser konferansên ku li Dîyarbekir pêktên û bi taybetî Konferansa ku bi tevkarîya Baroya Dîyarbekir û Komela He?nr?ch Böll ya Almani ya navnetewî ku di 29/30. 09. 2007an de li ser pirsa “Kurd li Tirkîyê; pêdivîyên bingehîn yên ji bo pêvajoya a?tîyê” pêkdihat, hate rawestandin. Hate dîyarkirin ku, heger di van konferansa de hemû alîyên Kurdan bihatina temsîlkirin wê di warê ragihandin û hî?yarîya pirsa Kurd/Kurdîstan de derfetên hêja derketina holê. Belê mixabin, ev konferansan yek ali û bi taybetî jî, ji alîyê kes û rêxistinên ku “Turkîyeyîtîyê” di parêzin ve têne temsilkirin. Di van konferansa de pirsa Kurd ne weke pirsa miletekî û welatekî, weke pirsa mafên takekesî, demokrati, kulturî û ewlekarîyê tê giftûgokirin. Ev jî li ber dîplomasî û raya cîhanî întîbayek qels û ?ûndemayî peyda dike. Ku, realîta dîroka têko?erîya neteweyî jî, ev nîn e. TEVKURD, balê dik?îne ser vê helwestê û rexne dike! Disa TEVKURD, biryardare ku bala van sazîyan bik?îne û her weha bi xurtî be?darî li van konferansa bike û di van konferansa de bibe dengê idrak, wijdan û ?iûra miletê Kurd û paradîgma mafê çarenûsî bi zelalî biparêz e. 3- Li ser “Makezagona nû” ya li Tirkiyeyê tê amade kirin jî, hate rawestandin. Ev bûyer ji bo neteweya kurd jî girîng hat ?irove kirin. Bir û ray berfireh hatin dîyarkirin. Ji bo ?opandina pêvajoyê û pê?xistina bîr û raya miletê Kurd û –heta ku mumkun be- tawreke hevbend/mu?terekî, pêdivîya xebatê hate destnî?ankirin. Bal hate ki?andin ku, ‘Komîteya Destûrê’ ku di civîna borî de hatibû amadekirin, çerçeweyeke fikrî û sîyasî amade bike û dest bi aktîvîte û dîyalogan bike. Her wiha di vê mijarê de amadekirina rêze konferansan jî hate pejirandin. 4- Li ser hilbijartina serkomarê Tirkiyeyê hat rawestandin, pozîsyona serkomar li hemberî neteweya kurd hate ?irovekirin. Gelek a?kere ye û TEVKURD jî tespît û dipejirîne ku dewleta heyî, dewleteke unîter e û dewleta neteweya tirk e: Hemû dezgehên fermî yên heyî; meclîs û hukûmet neteweya tirk temsîl dikin. Ew gotara ku hin sîyasetvanên Kurd jî dibêjin “ gereke Abdulah GUL bibe serokê 72 mîlyonan”, ne rast e. Tu serkomarekî dewleta unîter nebûye û nabe ku bibe serokê miletê Kurd. Îddiaya “serkomarê 72 mîlyonan” sîyaseten xeter e û me?rû jî nîn e. 5- Wek ku di bernameya TEVKURDê de jî hatiye tespît kirin, li gorî prensîbên mafên xwezayî û huqûqa peymanên navneteweyî; neteweya kurd jî, xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ye. Neteweya kurd, divê wek hemû neteweyên medenî li welatê xwe desthilatdar be û bibe xwedîyê hemû mafên xwe yên neteweyî, civakî û sîyasî. Yanî, avakirina dewleta neteweyî ya serbixwe mafê miletê Kurd yê herî rewa ye ku li serê ‘bazarî’ û munaqe?e nayêkirin! Welew ku îhtîmala xwe hîç nebe jî. Hezar mixabin di van rojên dawî de serkomarê Iraqê nerîneke ne rast û neheq û sîyaseten jî li dijî berjewendiya neteweya kurd hanîye ser zimên. Serkomar dibêje ku “neteweya kurd tu wext nikare bibe dewleteke serbixwe”. Her weha serkomarê Iraqê ji me re pesnê demokrasîya Tirkîyê, hikûmata Ak Partiyê dide û çerçewa xebatê li Bakurê Kurdistanê tayîn dike. Em bi van gotaran diê?ên û bi postê serokatîya YNKê jî naxin! TEVKURD, tespît û rexne dike ku ew helwesta serkomarê Iraqê ne rast e û ev helwest, nabe helwesta serokê YNKê. Ji vê bonê TEVKURD, vê helwestê rexne dike û daxwaz dike ku serkomarê Iraqê dev ji vê helwesta ku Kurda diê?îne berde. 6- Li ser konferans û semîneran, newroza 2008-an, hilbijartinên herêmî jî, hate rawestandin. Biryar hat girtin ku ev pirsên girîng di Meclîsa TEVKURDê de bêne minaqe?ekirin û biryar bêne girtin.. 7- Ji bona ku bername û destûra TEVKURDê bi zaravayê dimilkî û zimanê îngilîzî were çapkirin biryar hate girtin û komîsyona we?anan hate wezîfedar kirin. Diyarbekîr, 04. 10. 2007 Komîteya Rêvebir a TEVKURDê
|