Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 29 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Kovara MizgÓnÍ ? Peymana LozanÍ ? Gulcan BAXTŒYARÖ
Tarih: 26.09.2007 Saat: 13:49 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Îbrahîm GUCLU(ibrahimguclu21@gmail.com)    Kovara Mizgîn, kovareke mehane ye û li Amedê tê we?andin û çap kirin. Kovareke “çand, edebiyad, fikir û dîrokî” ye. Bi kurdî û tirkî ye.  Wek mînak, hejmara 18-emîn ( Sibata 2006-an) 64 rûpelan pêk tê. Ji van 64 rûpelan 38 rûpelên wê tirkî û 26 rûpelên wê jî kurdî ne. Helbet nivîsara edîtor jî him kurdî û tirkî ye. Kovar bi  kurdî û bi nivîsa edîtor dest pê dike. 3 sal in ku jiyana xwe didomîne.  

   Kovara Mizgîn, ji aliyê grubek kurdên îslamî de tê birêvebirin û we?andin. Nivîskarên wê jî kurd in. Kovar xwediyê îdeolojiyeke hi?k nîne. Kovar him îslamî ye û him jî kurd e. Îslamîbûna Kovara Mizgînê, gelemperî, ji bo herkesî û her neteweyî ye, li dijî nasyonalîzekirina îslamî ya tirk e. Heger îlla ji îdeolojiya kovarê bê behs kirin, gor baweriya min îdeolojiya kovarê kurdperweriya îslamî ye. Kovara Mizgînê ji fikrên cudayî re xwediyê rêz e, nafikire ku jiyana hemû mirovatî di çarçevoya îslmaiyetê de bê realîze kirin. Ew ji ol û mezhebên cuda re jî xwediyê rêz in.     Kovar ji bona ku him îslamî û him jî kurd e, ji aliyê dezgehên fermî yên dewletê de li dijî îdeolojiya fermî ya dewletê û li dijî çanda nîjadperest ya tirk; li hemberî “têza dîrok û ziman ya rojê ya tirk” tê ?irove kirin. Kovara Mizginê, ji bona vê gor dewletê karekî gelek xeter pêk tîne.     Ev herûdu taybetiyên Kovara Mizgînê, li dijî felsefeya damezrênerî ya dewleta unîter û neteweyî ya tirk in. Ji bona vê jî her daîm di bin bandora lêpirsîna dewletê û dozgerên komarî de ye. ji bona vê her daîm di derheqê nivîskarên kovara Mizgînê de doz vedibin.    Di hejmara 18-emîn ya kovara Mizgînê de  Omer AYBARî li ser navê “Çend menzara ji zarokên kurd” (rûpel:4,5,6),  Gulcan BAXTÎYARê li ser navê “Peymana Lozanê” (rûpel:18, 19, 20) nivîsandine. Ji aliyê dozgerê komarî de bi lez û bez di derbarê van nivîsaran de lêpirsînê dest pê kir û pi?t re doz vebû. Her çiqas herûdu nivîsaran jî di derheqê neteweya kurd de jî nivîsandibûn û derdên gelê kurd dianîn ser zimên jî, di encama dozê de Omer AYBARî beraat kir, Gulcan BAXTÎYARî  bi salekê (1) hat ceza kirin.    Gelo Gulcan BAXTîYARê çi nivîsandî ye?Dema ku herûdu nivîsar bên ber hevûdu û bên miqayese kirin, sedema  cezabûna Gulcanê derdikeve holê. Ji bona vê beriya ku ez di derbarê vê pirsê de  bîr û reyên xwe diyar bikim, divê Gulcan BAXTîYARê bi gelemperî çi nivîsandiyê em li vê yekê mêze bikin.      Gulcan BAXTîYARî dibêje ku: “ Çawa ku di dîroka her gelekî de demên erênî û neyênî yên girîng hene, di dîroka gelê kurd de jî hene. Di sedsala 20-an de du feleketên (qerasatên) mezin ji bo gelê kurd qewîmin. Yek qerasatek, Peymana Lozanê bû û yek jî ?erê Cîhanî yê Yekem bû. Peymana Lozanê versîyon û berdewam a  peymana Qesr-i ?êrînê ya hevdem e. Ev peymana bibû sedem ku Kurdistan, di navbeyna împaratoriyên Osmanî û Safevî de  parçe û parve bibe.”     Gulcan BAXT›YARî diyar dike ku her çiqas kurd di ?erê Cîhanî yê Yekem de ne teref be jî, zêdetir ji vî ?erî kurdan zerar dît û wenda kir. Pi?tî ku Mistefa Kemal bi pi?tgiriya Yekîtiya Sowyetê zora grêkiyan bir, bi Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe. Lewra dema ku Komara Tirkiyeyê ya nû ava bû, M. Kemal ji bona ku him muxalefeta kurd û him jî muxalefeta îslamî bertaraf kiribû, ji bona vê jî berpirsiyarên dewletên rojava berpirsiyarên komara Tirkiyeyê re bi kêfxwe?î pêwendî danîn û ji M. Kemal re bûn alîkar. Ji bona ku peymana Sevrê ji holê rabe Rusyayê alîkariya Tirkiyeyê kir û di Peymana Lozanê de jî helwesteke emperyalîst nî?an da.    Gûlcan Baxtiyarî di nivîsara xwe de li ser rola Îngiltereyê jî radiweste. Di merhela   Peymana Lozanê de çawa kurd hatine xapandin, wê diyar dike. Mijarên li Lozanê hatine minaqe?ekirin, pirsa Musulê tîne rojevê.    Diyar dike ku ?erê neteweyî yê kurdan, di hemen dem de li hemberî Peymana Lozanê ye û dema ku ev peymana ji holê rabe, qedere kurdan tê guhertin û Kurdistan ji statûya parçebûnê dikare xelas bibe.    Gulcan BAXTîYARî ji xeteriya Peymana Lozanê behs dike û encamên negatîv yên hatine wergirtin tîne ber çav. Helbet pi?t re jî pê?niyar dike ku kurd divê ji vê rew?ê xelas bibin. Dîsa diyar dike ku Komara Tirkiyeyê him li dijî kurdan e û him jî li dijî îslamiyetê ye.    Gelo bîr û reyên Gulcanê gelek xetir in û an na?Dema ku tu ji aliyê dewletê de mêze bikî, bîr û reyên Gulcan BAXTÎYARî gelek xeter in. Ji bona vê her çiqas Omer AYBAR jî ji pirsgirêka zarokên kurd, ji kurd û Kurdistanê jî behs dike. Lê diyar e ku qadi û dozger, ev nivîsara ji bo dewletê xeter nedîtiye. Wî beraat kiriye. Gulcan BAXTÎYARî hatiye ceza kirin.      Lewra Gulcan BAXTÎYARî, li dijî felsefeya damezrênerî ya Komara Tirkiyeyê, li dijî Peymana Lozanê derdikeve. Ba? tê zanîn ku komara Tirkiyeyê Peymana Lozanê wek hebûn û îstikbala xwe ?irove dike. Wê demê kes û dezgehên li dijî felsefeya damezirandina Komara Tirkiyeyê û Peymana Lozanê derkeve, divê bê ceza kirin.  Komara Tirkiyeyê jî 90 sal e ku  ji bona ku felsefeya damezirandina xwe ya ne însanî, ne heq, ne bi edelet biparêze qatlîamên mezin pêk tîne û bi awayekî kîtlewî kurdan i?kence, hepis, dadgeh  û  ceza dike.    Helbet ji bona vê jî divê Gulcan BAXTÎYARî jî bê ceza kirin. Ez di baweriyê de me ku ev cezaya ji bona Gulcanê divê bibe serbilindiyekê. Çimkî ecdada wê û xwi?k-biray wê hemû di vê dezgehê re derbas bûne û hîn jî derbas dibin.    Ev fikiran xeter jî bin, divê naye ceza kirin… Bîr û reyên Gulcan BAXTÎYARî, li dijî îdeolojiya fermî ya dewletê ne, li djî kemnalîzmê ne, li dijî siyaseta Komara Tierkiyeyê di derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de ne. Desthilatdarî û azadiya neteweya kurd, rizgariya Kurdistanê, yekbûna neteweya kurd diparêzê. Lê ev bîr û reyên xwe xesipkirina mafên neteweya tirk daxwaz nake, pê?î li ber desthilatdarî û mafên neteweya tirk nagre. Ji neteweya tirk xak/ax daxwaz nake. Bes axa xwe û axa neteweya kurd daxwaz dike. Ev mafan,  bi ?iddet û terorê jî daxwaz nake.     Ji bona vê bîr û reyên hatine ser ziimên û hatine nivîsandin, di çarçevoya maf û azadiya xweîfadekirinê û fikir de divê bê ?irove kirin. Hezar mixabin dema pirsa kurd û Kurdistanê, mafên neteweya kurd tên holê Komara Tirkiyeyê hîç azadiyekê hesab nake û hemû azadiyan dide bin lingan.    Tirkiyeyê îddia dike ku welatekî demokrat e û xwediyê rêjima demokrasiyê ye. Biryara ji bona Gulcan BAXTÎYARî hatiye girtin, li dijî demokrasiyê ye. Dema ku  Kurd mafên xwe qezenç nekin û xwe bi xwe îdare nekin, li Tirkiyeyê û li Kurdistanê desthilatdar nebin, gelo Tirkiyeyê  dê çawa bibe demokratîk?. Gelo dema ku Tirkiyeyê nebe dewleteke demokratîk, dê çawa bibe endama Yekîtiya Ewrupayê?.    Li Yekîtiya Ewrupayê suçê fikir tune ye. Tu kes û dezgehek ji bona fikrên xwe nayên dadgehî kirin.Gelo hemû hevwelatî dixwazin bizanin ku Tirkiyeyê dewleteke ewrupayî ye û an na?. Heger Tirkiyeyê îdia dike ku dê bibe dewleteke ewrupayî û rojavayî, wê demê çawa fikran tawan qebûl bike û ceza bike?.     Biryara di derbarê Gulcan BAXTÎYARî de li dijî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrûpayê û  biryarên dadgeha Ewrûpayê jî…Helbet biryara cezakirina Gulcan BAXTîYARî gelek a?kere li dijî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê jî. Peyman, bi xala 10-em?în û 11-emîn hemû fikrên ku ?iddet û terorê napêrezin, xistiye bin bandora xwe û ev fikran diparêze û îzin nade ku ew fikran dadgeh û ceza bibin.     Girêdayî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û pivanên demokratîk ya Yekîtiya Ewrupayê (YE-yê) biryarên dadgeha Ewrûpayê ji bona Tirkiyeyê jî, pîvan û rasyonalan ava dike. Pivan û rasyonalên ji aliyê dadgeha Ewrûpayê de hatine ava kirin, divê ji aliyê Tirkiyeyê de jî bên pejirandin.    Dadgeha Ewrûpayê ji bona maf û azadiya fikir û xweîfadekirinê, konsepteke gelek diyar qewimandiye. Gor Dadgeha Ewrûpayê herkes û her dezgehek ne mecbûr e ku bîr û reyên fermî yên  dewletê bipejirîne. Heger kesek û dezgehek dema ku bîr û reyên fermî, fikrên dewletê û desthilatdaran biparêze li wir hewcadariya maf û azadiya fikir, xweîfadekirinê jî tune ye. Dema ku li dijî fikrên fermî û desthilatdar helwestek û fikirek hate holê wê demê wek mekanîzma, maf û  azadiya fikir û xweîfadekirinê dikeve rojevê û  wateyeke qezenç dike.    Gor Dadgeha Ewrupayê, ew fikrên li dijî fikrên fermî ne, dema ku ?iddet û terorê napêrezin, di çarçevoya azadiya xweîfadekirin û fikir de ?irove dike. Ew fikran, hewirdorê û desthilatdaran, ?okê bike û li cem wan zelzeleyê jî pêk bîne, di çarçevoya azadiya xweîfadekirinê de tê ?irove kirin.    Ji bona vê yekê biryara ji aliyê dadgeha Amedê de di derheqa Gulcan BAXTîYARî de hatiye dayîn, li dijî Peymana Mafên Mirovî û biryarên Dadgeha Ewrupayê ne.     Maf û azadiya fikir û xweîfadekirinê, mafekî mirov yên bingehî ne. Parastina van azadî û mafan, rasyonelek û esasekî demokrasiyê jî. Dema ku maf û azadiya fikir û xweîfadekirinê qedexe bibin, azadiya fikir û xweîfadekirinê krîmînînalîze bibin, wê demê li wî welatî ?iddet û teror diqewime.    Li Tirkiyeyê ji bona ku kes, netewe û grubên etnikî, ol û mezhep, sinif (çîn) û grubên civakî û ideolojîyan ji bona ku xwe bi azadî ifade nekirine, maf û azadiyên fikir û xweîfadekirinê qedexe bûne teror û ?iddet jî qewîmiye. Helbet li cem van maf û azadiyan, maf û azadiyên din yên desthilatdarî, zimanî, çandî yên neteweya kurd hatine xesip kirin, Kurdistan hatiye bindestkirin û kolonîkirin, wê demê di navbeyna dewletê û neteweya kurd de 90 sal e ku ?erê çekdarî, her çiqas dem û dem bê rawestandin jî, dom dike. ?erê di navbena sosyalîst û dewletê de, ?erê di navbeyna îslamîyan û dewletê de jî encama tunebûna maf û azadiyan e.    Helbet ev cezaya Gulcan BAXTÎYARî di hemen dem de cezakirina kovara Mizgînê û neteweya kurd e jî. Ev biryara raste rast li dijî maf û azadiyên neteweya kurd  e. Divê ji bona ku neteweya kurd  maf û azadiyên xwe qezenç bike, em bi tundî/xurtî û bi gi?tî li dijî vê biryarê û biryarên din yên dadgehan di derheqê kurdan de didin re derkevin û têko?în bime?înin.   Ji M›zgînê re pi?tgirî  bikin.Amed, 26. 09. 2007 

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur